Padîşah I, 8 - Kurmanji ÎncîlSindoqa Peymanê tînin Perestgehê ( Dîrok II, 5:2–6:2 ) 1 Silêmanê Padîşah ji bo ku Sindoqa Peymana Xudan ji Bajarê Dawid Siyonê bîne, rîspiyên gelê Îsraêl, hemû serekên eşîr û malbatên gelê Îsraêl civandin ku li Orşelîmê bên ba wî. 2 Tevahiya gelê Îsraêl di cejna meha Etanîmê de ku meha heftan e, li ber Silêmanê Padîşah civiya. 3 Hemû rîspiyên gelê Îsraêl hatin. Kahinan sindoq rakir. 4 Bi vî awayî kahin û Lêwiyiyan, Sindoqa Xudan, Konê Hevdîtinê û hemû taximên pîroz ên di kon de derxistin jor. 5 Silêmanê Padîşah û tevahiya civaka Îsraêl ku li ba wî kom bûbûn, pê re li ber sindoqê bûn. Ewqas pez û dewar serjê dikirin ku nedihatin hejmartin an hesibandin. 6 Kahinan Sindoqa Peymana Xudan anî cihê wê ku li odeya hundirîn a Malê, li Cihê Herî Pîroz, li bin baskên xerûban bû. 7 Xerûban baskên xwe li ser cihê sindoqê vekirî bûn û ji jor ve sindoq û destiyên wê dinixamtin. 8 Destî ewqas dirêj bûn ku serê destiyan ji Cihê Pîroz ê li ber odeya hundirîn ve xuya dikirin, lê ji derve ve xuya nedikirin. Heta îro jî li wê derê ne. 9 Di nav sindoqê de ji du lewheyên kevirîn ku Mûsa li Çiyayê Horêvê bi xwe re anîbûn pêve tu tişt tunebû. Gava ji welatê Misrê derketibûn, Xudan bi wan bi gelê Îsraêl re peymanek çêkiribû. 10 Dema kahin ji Cihê Pîroz derketin, ewrek nava Mala Xudan tije kir. 11 Ji ber ewr, kahinan nikaribûn xizmeta xwe berdewam bikin. Çimkî rûmeta Xudan Mala wî tije kiribû. Gotina Silêmanê Padîşah a li ser Perestgehê ( Dîrok II, 6:1-11 ) 12 Wê gavê Silêman got: “Ya Xudan! Te got: ‘Ez di taristaneke kûr de rûdinim.’ 13 Min jî, ji bo te maleke biheybet ava kir, cihekî ku tu heta hetayê tê de bimînî.” 14 Padîşah berê xwe da tevahiya civaka Îsraêl û ew pîroz kir. Tevahiya civaka Îsraêl li wir sekinîbû. 15 Wî got: “Bila Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ku gotina ji bavê min Dawid re bi devê xwe gotiye bi destê xwe temam kir. Wî gotiye: 16 ‘Ji wê roja ku min gelê xwe Îsraêl ji Misrê deranî vir ve, min ji nav eşîrên Îsraêl bajarek hilnebijart ku maleke ji bo navê min tê de be were avakirin. Lê min Dawid hilbijart ku li ser gelê min Îsraêl be.’ 17 “Di dilê bavê min Dawid de bû ku ji bo navê Xwedayê Îsraêl Xudan malekê ava bike. 18 Xudan ji bavê min Dawid re got: ‘Ev yek qenc e ku tu ji dil dixwazî malekê ji bo navê min ava bikî. 19 Lê tê wê malê ava nekî. Wê kurê te yê ku wê ji te çêbe, malê ava bike.’ 20 “Xudan soza xwe bi cih anî. Li gorî soza Xudan, li cihê bavê xwe Dawid ez rabûm, li ser textê gelê Îsraêl rûniştim û min Mala ji bo navê Xwedayê Îsraêl Xudan ava kir. 21 Min li wir ji bo sindoqê cih çêkir. Peymana ku dema Xudan bav û kalên me ji welatê Misrê deranî bi wan re çêkiribû, di nav wê de ye.” Duaya Silêmanê Padîşah ( Dîrok II, 6:12-42 ) 22 Silêman li ber gorîgeha Xudan, li pêşberî tevahiya civaka Îsraêl sekinî û destên xwe ber bi ezmanan ve vekirin. 23 Wî got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, ne li jor li ezmanan ne jî li jêr li erdê Xwedayê wekî te heye. Tu bi dilsozî bi peymanê ve girêdayî dimînî ku te bi xulamên xwe yên bi tevahiya dilê xwe bi te re dimeşin re çêkir. 24 Te ew soza ku bi devê xwe dabû xulamê xwe Dawidê bavê min, îro bi destê xwe pêk anî. 25 “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, niha gotina xwe pêk bîne ku te ji bavê min Dawidê xulamê xwe re gotibû. Te jê re gotibû: ‘Heke kurên te hay ji riya xwe hebin û wekî ku tu bi min re meşiyayî, ew jî bi min re bimeşin, wê gavê wê kesên ji ziriyeta te bên, ji rûniştina li ber min û li ser textê gelê Îsraêl tu caran kêm nebin.’ 26 Ya Xwedayê Îsraêl, niha ez hêvî dikim, bila gotina ku te ji xulamê xwe Dawidê bavê min re gotibû pêk bê. 27 “Ma bi rastî jî wê Xwedê li ser vê erdê rûne? Ne ezman, ne jî ezmanê ezmanan têra te dike! Mala ku min ava kiriye çi ye?! 28 Lê ya Xwedayê min Xudan, berê xwe bide dua û lavakirina xulamê xwe! Hewar û duaya ku îro xulamê te li hizûra te dike, bibihîze. 29 Bila çavê te bi şev û roj li ser vê Malê be. Dera ku te got: ‘Bila navê min tê de be,’ ev e. Loma duaya ku xulamê te ber bi vî cihî ve dike, bibihîze. 30 Dema xulamê te û gelê Îsraêl ber bi vî cihî ve dua dikin, lavakirinên me bibihîze. Li ezmanan, li warê xwe bibihîze. Bibihîze û bibexişîne. 31 “Heke kesek li dijî cîranê xwe gunehekî bike, ji bo sondxwarinê mecbûr bibe were vê Malê û li ber gorîgeha te sond bixwe, 32 wê gavê li ezmanan bibihîze, tevbigere û xulamên xwe dadbar bike. Gunehê kesê sûcdar çi heq kiribe bidê, kesê rast jî li gorî rastiya wî mafdar derîne. 33 “Gava gelê te Îsraêl ji ber ku li dijî te guneh kiriye ji ber dijminan têk here, lê dîsa li te vegere, navê te hilde û li vê Malê ji te re dua û lava bike, 34 wê gavê li ezmanan bibihîze, gunehê gelê xwe Îsraêl bibexişîne û wan dîsa bîne welatê ku te daye bav û kalên wan. 35 “Gava ji ber ku li dijî te guneh kirine ezman bên girtin, baran nebare û ew jî ber bi vî cihî ve dua bikin, navê te hildin û dema te ew nizim kirin, ew ji sûcê xwe vegerin; 36 wê gavê li ezmanan bibihîze û gunehê xulamên xwe gelê xwe Îsraêl bibexişîne. Riya baş a tê de bimeşin hînî wan bikî û baranê bide welatê ku te bi mîrasî daye gelê xwe. 37 “Heke li welêt xela rabe, weba çêbe, kifik an jî germeba, kulî yan maşot hebe, dijmin bajarên li welêt dorpêç bike, kîjan bela, kîjan nexweşî dibe bila bibe 38 û herwiha duayek an lavakirina ji aliyê kesekî ji gelê te yan ji tevahiya gelê te Îsraêl ve çêbe, her kesê derdê dilê xwe zanibe û ber bi vê Malê ve destê xwe veke, 39 wê gavê li ezmanan, li warê xwe bibihîze, bibexişîne, tevbigere û li gorî hemû riyên wan bide kesê tu dilê wî dizanî. Çimkî tu, tenê tu dilê hemû mirovan dizanî. 40 Bila ew li welatê ku te daye bav û kalên me, her roj ji te bitirsin. 41 “Herwiha gava xerîbek ne ji gelê Îsraêl be, ji bo xatirê navê te ji welatê dûr hat 42 ku li ber vê Malê dua bike –çimkî wê xerîb jî navê te yê mezin, destê te yê hêzdar û zendê te yê dirêjkirî bibihîzin– 43 li ezmanan, li warê xwe bibihîze. Li gorî hemû tiştên ku xerîb ji te lava dikin bike ku hemû gelên dinyayê navê te nas bikin, çawa ku gelê te Îsraêl ji te ditirse, ew jî, ji te bitirsin û bizanibin di vê Mala ku min ava kir de, bi navê te hat gazîkirin. 44 “Heke gelê te, li ser riya ku te ji bo şer ew şandinê, bi dijminan re bikevin şer û ber bi Xudan ve, ber bi bajarê te hilbijartiye ve, ber bi vê Mala ku min ji bo navê te tê de be, ava kiriye de dua bikin, 45 wê gavê dua û lavakirina wan li ezmanan bibihîze û wan bi ser bixe. 46 “Heke li dijî te guneh bikin –çimkî mirov tuneye ku guneh nake– tu li dijî wan hêrs bibî, wan bidî destê dijmin û kesên wan sirgûn dikin, çi nêzîk çi dûr, sirgûnê welatên dijmin bikin, 47 lê li welatê sirgûnbûna wan poşman bibin, tobe bikin, ji te lava bikin û bibêjin: ‘Me guneh kir. Me sûc û xerabî kir’ 48 û li welatê dijminên ew sirgûn kirine, bi hemû dilê xwe û hemû canê xwe li te vegerin, ber bi welatê wan ku te daye bav û kalên wan, bajarê te hilbijartiye, ber bi vê Malê ve dua bikin ku min ji bo navê te ava kir, 49 wê gavê tu li ezmanan, li warê xwe dua û lavakirina wan bibihîze û wan rizgar bike. 50 Gelê xwe yê ku li dijî te guneh kiriye û hemû neheqiyên li dijî te kirine bibexişîne ku kesên ew sirgûn kirine li wan werin rehmê. 51 Çimkî ew gelê te û mîrasa te ne ku te ji êtûna helandina hesin, ji Misrê deranî. 52 “Lavakirina vî xulamê xwe û lavakirina gelê xwe Îsraêl bibihîze. Her ku gazî te kirin, berê xwe bide wan. 53 Çimkî gava te bav û kalên me ji Misrê deranîn, wekî te bi riya xulamê xwe Mûsa gotibû, ji bo bibin mîrasa te, te ew ji hemû gelên dinyayê veqetandin, ya Reb Xudan!” 54 Gava Silêman tevahiya dua û lavakirina ji Xudan re qedand, ji ber gorîgeha Xudan, destên xwe ber bi ezmanan ve vekir, ji ser çokan rabû. 55 Li ser piyan sekinî, tevahiya civaka Îsraêl bi dengekî bilind pîroz kir û got: 56 “Bila Xudan pîroz be ku li gorî hemû tiştên soz dane, rihetî daye gelê xwe Îsraêl. Ji gotinên baş ku bi riya xulamê xwe Mûsa gotine, yek gotinek tenê jî pûç derneket. 57 Xwedayê me Xudan wek bi bav û kalên me re bû, bila bi me re be jî; bila me bernede û terka me neke. 58 Bila ew dilê me ber bi xwe ve bizivirîne ku herkes di hemû riyên wî de bimeşin û emir, qanûn û dadbariyên bav û kalên me pêk bînin. 59 Ev gotinên min ên ku ez pê li ber Xudan lava dikim, bila bi şev û roj di bîra Xwedayê me Xudan de bin ku ew li doza vî xulamê xwe û gelê xwe Îsraêl dinêre û herdem hewcedariya me ya rojane pêk tîne. 60 Bi vî awayî bila hemû gelên dinyayê bizanibin Xudan, Xwedê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye. 61 Her wekî ku hûn îro jî dikin, ji bo ku hûn li gorî qanûnên wî bimeşin û emrên wî bi cih bînin, dilê xwe bi tevahî bispêrin Xwedayê me Xudan.” Pêşkêşiyên Silêmanê Padîşah ( Dîrok II, 7:4-10 ) 62 Padîşah û tevahiya gelê Îsraêl pê re li ber Xudan qurban serjê kirin. 63 Silêman wekî qurbana aştiyê bîst û du hezar dewar û sed û bîst hezar pez ji Xudan re pêşkêş kirin. Bi vî awayî padîşah û tevahiya gelê Îsraêl Mala Xudan pîroz kir. 64 We rojê padîşah beşê navîn pîroz kir ku li hewşa li ber Mala Xudan bû. Wî qurbanên şewitandinê, pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê li wir pêşkêş kirin. Çimkî gorîgeha tûncîn a li hizûra Xudan, têra bicihkirina qurbanên şewitandinê û pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê nekir. 65 Silêman û tevahiya gelê Îsraêl heft rojan li hizûra Xwedayê me Xudan cejn kir. Civîneke pir mezin a mirovên ji Levo-Hamatê heta Geliyê Misrê bûn. Wan li pey hev du caran cejnên heft rojan kirin ku dikin cejna çardeh rojan. 66 Silêman dotira rojê gel şand konên xwe. Gel jî padîşah pîroz kir û ji ber tevahiya qenciya ku Xudan nîşanî Dawidê xulamê xwe û gelê xwe Îsraêl kiriye, bi şahî û dilgeşî çû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey