Padîşah I, 6 - Kurmanji ÎncîlAvakirina Perestgehê ( Dîrok II, 3:1-14 ) 1 Di çar sed û heştê saliya derketina gelê Îsraêl a ji welatê Misrê de, di meha diduyan a çarsaliya padîşahiya xwe ya li ser gelê Îsraêl de ku meha Zîvê ye, Silêman dest bi avakirina Mala Xudan kir. 2 Pîvana Mala ku Silêmanê Padîşah ji bo Xudan ava kir wiha bû: Dirêjahiya wê şêst gaz, berfirehiya wê bîst gaz û bilindahiya wê sî gaz bû. 3 Eywana li ber odeya mezin a Malê, wekî berfirehiya Malê bîst gaz bû. Kûrahiya eywanê ber bi Malê ve deh gaz bû. 4 Silêman ji bo Malê, pencereyên bi çarçoveyên çaxkirî çêkirin. 5 Wî qatên ji odeyan pêkhatî ava kirin. Ew qat bi aliyê derve yê Malê û bi dîwarên dora odeya mezin û odeya hundirîn ve hatin çêkirin. 6 Berfirehiya qata jêr pênc gaz, qata navîn şeş gaz, qata jorê jî heft gaz bû. Ji bo ku kêran nekevin dîwarên Malê, wî li dora dîwêr, ber bi aliyê derve ve sivêrnek hiştin. 7 Kevirên avakirina Malê hatin danîn ku di ocaxên keviran de hatibûn necirandin. Loma gava Mal dihate avakirin, bi tu awayî dengê çakûç, bivir û amûreke hesinî nehat bihîstin. 8 Deriyê qata kêlekê ya jêr, li başûrê Malê bû. Bi derenceyên fetlonek derdiketin qata navîn û ji wir jî hildikişiyan qata sisêyan. 9 Silêman Mal ava kir û qedand. Wî ew bi kêran û depên ji dara sedrê nixamtin. 10 Qatên bi dîwarên derve ve hatibûn avakirin, derdora Malê çeper dikirin. Bilindahiya her yekî ji wan pênc gaz bû. Ew bi kêranên ji dara sedrê, bi Malê ve hatin şidandin. 11 Gotina Xudan ji Silêman re hat û got: 12 “Tu vê Malê çêdikî. Heke tu li gorî qanûnên min bimeşî, rê û rêbazên min pêk bînî û li gorî emrên min tevbigerî, ezê jî soza ku min dabû Dawidê bavê te, bi riya te pêk bînim. 13 Ezê di nav gelê xwe Îsraêl de rûnim û terka wan nekim.” 14 Silêman Mal ava kir û qedand. 15 Wî dîwarên navê yên Malê, bi darên sedrê nixamtin. Ji erdê bigire heta kêranan, texte kişandin ser. Wî li erda Malê jî textên çamê raxistin. 16 Wî beşekî li pişta Malê çêkir. Kûrahiya vê beşê bîst gaz bû. Ji erdê heta banî, bi dîwarekî ji textên dara sedrê, ji beşê din hat veqetandin. Ev odeya hundirîn wekî Cihê Herî Pîroz tê zanîn. 17 Kûrahiya odeya mezin a li ber odeya hundirîn çil gaz bû. 18 Ji bo kevir neyên xuyakirin, hundirê Malê bi dara sedrê ve hatin nixumandin ku bi sêvikan û kulîlkên geş hatibûn qewartin. 19 Wî li aliyê nava Malê ji bo ku Sindoqa Peymana Xudan deynin wir, odeya hundirîn amade kir. 20 Kûrahiya odeya hundirîn bîst gaz, berfirehiya wê bîst gaz û bilindahiya wê bîst gaz bû. Silêman ew bi zêrê xas kiras kir. Wî gorîgeha ji dara sedrê jî bi zêrê xas kiras kir. 21 Wî, Mal ji hundir ve bi zêrê xas kiras kir û zincîrên zêrîn kişandin ber odeya hundirîn. Wî ew der bi zêr kiras kir. 22 Bi vî awayî gorîgeha di nava odeya hundirîn jî di nav de, wî nava tevahiya Malê bi zêr kiras kir. 23 Di odeya hundirîn de, ji darzeytûnê bi dirêjahiya deh gazî, du heb xerûbî çêkirin. 24 Baskê xerûbekî pênc gaz; yê din jî pênc gaz bû, ji seriyekî baskê heta seriyê din deh gaz bû. 25 Xerûbê din deh gaz bû. Herdu xerûb jî, di yek şikil û pîvanê de bûn. 26 Bilindahiya herdu xerûban jî deh gaz bû. 27 Silêman xerûb xistin odeya hundirîn. Baskên xerûban ji hev vekirî bûn. Baskekî ji wan digihîşt dîwarekî, baskê xerûbê din digihîşt dîwarê din. Baskên wan li nîveka odeyê li hev diketin. 28 Wî xerûb bi zêr kiras kirin. 29 Wî tevahiya dîwarên odeyên hundirîn ên Malê, ji navê û ji derve ve bi şiklên xerûb, darên xurmê û kulîlkên geş qewartin. 30 Li hundir û li derve, erda Malê bi zêr kiras kir. 31 Ji bo deriyê ketina odeya hundirîn, ji darzeytûnê, baskên derî çêkirin; berfirehiya deriyê bi serder û zirze, ji pêncan yekê Malê bû. 32 Bi vî awayî ji darzeytûnê du baskên derî çêkirin û li ser wan xerûbên qewartî, darên xurmê, kulîlkên geş qewartin û ew bi zêr kiras kirin. Xerûb û darên xurmê jî bi zêr kiras kirin. 33 Li cihê ketina odeya mezin jî, ji darzeytûnê, bi qasî ji çaran yekê dîwêr, zirzeyên derî 34 û ji dara çamê, du baskên derî çêkirin û her baskek ji du beşan pêk dihat ku her beş dihat qatkirin. 35 Li ser wan xerûban, darên xurmê û kulîlkên geş qewartin. Wî ew nexş, bi heman giraniyê bi zêr kiras kirin. 36 Silêman hewşa navê, bi sê rêz kevirên qewartî û bi rêzeke kêranên dara sedrê çêkir. 37 Di sala çaran, meha Zîvê de hîmê Mala Xudan hat danîn. 38 Di sala yanzdehan, meha heştan de ku dibe meha Bûlê, Mal û beşên wê li gorî tevahiya şiklê xwe hat qedandin. Bi vî awayî Silêman di heft salan de Mal ava kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey