Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah I, 5 - Kurmanji Încîl


Amadekariyên avakirina Perestgehê
( Dîrok II, 2:1-18 )

1 Hîramê Padîşahê Sûrê, xulamên xwe şandin ba Silêman. Çimkî wî bihîstibû ku li cihê bavê wî, ew bi rûnkirinê kir padîşah. Hîram jî herdem ji Dawid hez dikir.

2 Silêman xeber ji Hîram re şand û got:

3 “Wekî tu dizanî, heta ku Xudan dijminên bavê min Dawid xist bin lingê wî, wî ji ber şerên li derdorê, ji bo navê Xwedayê xwe Xudan nikaribû malekê ava bike.

4 Lê niha Xwedayê min Xudan ji her alî ve rihetî da min. Ne dijmin heye, ne jî bûyereke xerab.

5 Çawa ku Xudan ji bavê min Dawid re got: ‘Kurê te yê ku min li cihê te anî ser têxt, wê ji bo navê min malekê ava bike,’ min biryar da ku ji bo navê Xwedayê xwe Xudan malekê ava bikim.

6 “Niha emir bide ku ji Lubnanê ji min re darên sedrê bibirin. Wê xulamên min, bi xulamên te re bin. Li gorî her tiştê ku tu bêjî, ji bo heqdestên xulamên xwe, tu çi bixwazî ezê bidim te. Çimkî çawa ku tu dizanî, di nav me de kesên wekî Saydayiyan tune ne ku di darbirînê de hoste ne.”

7 Gava Hîram gotinên Silêman bihîstin, gelek kêfxweş bû û got: “Îro Xudan pîroz be ku kurekî şehreza da Dawid ku wê serweriya vî gelê mezin bike.”

8 Paşê Hîram ev peyam ji Silêman re şand û got: “Min peyva te ji min re şand, bihîst; ezê her daxwaza te ya li ser dara sedrê û dara çamê pêk bînim.

9 Wê xulamên min wan ji Lubnanê bînin ber deryayê. Ezê jî wan wekî kelek girê bidim û bi riya deryayê, cihê ku tu ji min re bêjî, ezê wan ji hev vekim û tê wan bibî. Tê daxwaza min, bi dayîna xwarina maliyên min, temam bikî.”

10 Hîram li gorî her daxwaza wî, dara sedrê û dara çamê da Silêman.

11 Silêman, ji bo ku maliyên wî bixwe, bîst hezar kewar genim û bîst kewar rûnê xas ê zeytê da Hîram. Silêman, her sal bi vî awayî dida Hîram.

12 Xudan çawa ku ji Silêman re got, şehrezayî da wî. Hîram û Silêman li hev aş kir. Herduyan di navbera xwe de peymanek girê da.

13 Silêmanê Padîşah ji tevahiya gelê Îsraêl suxrevan berhev kirin. Hejmara wan sî hezar mirov bû.

14 Her meh bi dorê deh hezar mirov şandin Lubnanê. Mehek li Lubnanê, lê du mehan li malên xwe diman. Adonîram li ser suxrevanan bû.

15 Li herêma çiyayî jî heftê hezar barkêş û heştê hezar kevirbirên Silêman hebûn.

16 Ji bilî wan sê hezar û sê sed peywirdarên wî hebûn ku li ser karkeran çavdêriyê dikirin.

17 Padîşah ji bo danîna hîmê malê emir da wan ku kevirên mezin û hêja bibirin bînin.

18 Hosteyên Silêman, hosteyên Hîram û Gevaliyan ew kevir necirandin û ji bo avakirina malê dar û ber amade kirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan