Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah I, 4 - Kurmanji Încîl


Peywirdarên Silêmanê Padîşah

1 Silêmanê Padîşah, li ser tevahiya gelê Îsraêl bû padîşah.

2 Serekên wan ev bûn: Ezaryayê kurê Sadoq kahin bû.

3 Kurên Şîşayê, Êlîhoref û Ahiya nivîsende bûn. Yehoşafatê kurê Ahîlûd dîroknivîs bû.

4 Benayayê kurê Yehoyada fermandar bû. Sadoq û Aviyatar kahin bûn.

5 Ezaryayê kurê Natan serekê waliyan bû. Zavûdê kurê Natan kahin û hevalê padîşah bû.

6 Ahîşar berpirsê qesrê bû û Adonîramê kurê Evda berpirsiyarê suxrevanan bû.

7 Li ser gelê Îsraêl duwanzdeh waliyên Silêman hebûn. Wan ji bo padîşah û maliyên wî, xwarin û vexwarin peyda dikirin. Peydakirina xwarin û vexwarinê di salê de ji bo her mehekê, li ser waliyekî bû.

8 Navên wan ev bûn: Li herêma çiyayî ya Efrayîmê, Ben-Hûr bû.

9 Li Maqas, Şaelbîm, Bêtşemeş û Elon-Bêthananê, Ben-Deqer bû.

10 Li Arûbbotê, Ben-Hesedê ku Soxo û tevahiya herêma Hêferê girêdayiyê wî bû.

11 Li tevahiya Dora Nafatê, Ben-Avînadav bû ku bi Tafata keça Silêman re zewicî bû.

12 Li Taenax, Megîddo, tevahiya Bêtşeana ku li jêra Yîzreyêlê û li kêleka Saretanê ye, ji Bêtşeanê heta Avêl-Meholayê, ji wir heta wî aliyê Yoqmeamê, Baenayê kurê Ahîlûd bû.

13 Li Ramot-Gîladê, Ben-Gever bû. Li wir, li wargehên Yayîrê kurê Minaşşe yên li Gîladê û li şêst bajarên mezin ên bisûr û bi dergehên bi zirzeyên tûncîn hatibûn xurtkirin di bin destê wî de bûn. Ew bajar li herêma Argova Başanê bûn.

14 Li Mahanayîmê, Ahînadavê kurê Îddo bû.

15 Li Nefteliyê, Ahîmaes bû ku bi Basemata keça Silêman re zewicî bû.

16 Li Aşêr û Baalotê, Baenayê kurê Huşay bû.

17 Li Îssexarê, Yehoşafatê kurê Parûah bû.

18 Li Binyamînê, Şîmiyê kurê Ela bû.

19 Li herêma Gîladê, ango li diyarê Sîhonê Padîşahê Amoriyan û Ogê Padîşahê Başanê, Geverê kurê Ûrî bû. Herwiha li welatê Cihûda bi tenê waliyek hebû.


Hewcedariyên rojekê yên Silêmanê Padîşah

20 Cihûda û Îsraêl wekî sêlaka ber deryayê zêde bûbûn; dixwarin, vedixwarin û di nav şahiyê de bûn.

21 Silêman, ji Feratê heta welatê Filîstiyan, heta sînorê Misrê jî, li ser hemû padîşahiyan serwer bû. Wan bac anîn û di tevahiya jiyana xwe de xizmeta Silêman kirin.

22 Xwarin û vexwarina rojane ya qesra Silêman, sî kewar arvanê hûr, şêst kewar arvan,

23 deh gayên dermale, bîst gayên mêrgê, pezkovî, xezal, gakovî herwiha ji bilî mirîşkên qelew, sed jî pez bûn.

24 Ji ber ku li tevahiya herêma ji aliyê rojava yê Feratê, ji Tîfsahê heta Xezayê li ser tevahiya padîşahên aliyê rojava yê Feratê serweriya xwe dajot. Li dorhêlê aştî hebû.

25 Di tevahiya jiyana Silêman de, ji Danê heta Beêr-Şevayê, Cihûda û Îsraêl li bin mêw û darhejîra xwe, di nav ewlehiyê de rûniştin.

26 Ji bo erebeyên Silêman ên şer, di tewlan de çar hezar beşên hespan û duwanzdeh hezar jî siwarî hebûn.

27 Wan waliyan, ji bo Silêmanê Padîşah û ji bo her kesê tê ser sifra wî, her yekî ji wan di meha xwe de, xwarin peyda dikir. Tu tiştî kêm nedihiştin.

28 Waliyan ji bo hespên beza û hespên din beşê li wan hatiye diyarkirin ka û ceh dianîn cihekî kifşkirî.


Şehrezayiya bêhempa ya Silêmanê Padîşah

29 Xwedê şehrezayî, fêmdariyeke kûr û wekî sêlaka ber deryayê zêhneke mezin da Silêman.

30 Şehrezayiya Silêman, ji tevahiya şehrezayiya rojhilatiyan û ji tevahiya şehrezayiya li Misrê zêdetir bû.

31 Çimkî ew ji tevahiya mirovan, ji Êtanê Ezrahî û ji kurên Mahol; Hêman, Kalkol û Darda şehrezatir bû. Di nav hemû miletan derdorê de navdar bû.

32 Wî sê hezar meselok gotin û hezar û pênc stranên wî hebûn.

33 Silêman li ser şînahiyê, ji dara sedrê ya Lubnanê heta giyayê cehtirê ku di dîwaran de şîn dibe, got. Wî li ser heywanan, teyran, afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyan jî got.

34 Ji bo ku guhdariya şehrezayiya Silêman bikin, ji tevahiya neteweyan û ji tevahiya padîşahên dinyayê yên şehrezayiya wî bihîstin, kesên xwe şandin ba wî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan