Padîşah I, 3 - Kurmanji ÎncîlSilêmanê Padîşah ji Xwedê şehrezayiyê dixwaze ( Dîrok II, 1:3-12 ) 1 Silêman bi Padîşahê Misrê Firewn re tifaq kir û keça wî ji xwe re anî Bajarê Dawid. Heta ku qesra xwe, Mala Xudan û sûra Orşelîmê bi tevahî qedand, ew li wir man. 2 Wê demê gel li bilindciyan qurban pêşkêş dikirin. Çimkî heta wan rojan maleke ku ji bo navê Xudan hatiye avakirin tunebû. 3 Silêman, li ser riya qanûnên bavê xwe Dawid diçû. Bi vî awayî ji Xudan hez dikir. Lê hê jî li bilindciyan qurban pêşkêş dikir û bixûr pêdixist. 4 Padîşah çû Gîvonê ku qurbanan pêşkêş bike. Çimkî ew der, bilindciyê herî navdar bû. Silêman li wê derê, li ser gorîgehê hezar qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin. 5 Wê şevê Xudan li Gîvonê di xewnê de li Silêman xuya bû. Xwedê jê re got: “Ez çi bidim te? Ji min bixwaze.” 6 Silêman got: “Te ji bavê min Dawidê xulamê xwe re dilsoziya mezin nîşan da. Çimkî ew bi te re bi dilsozî, bi rastî û bi dilpakî meşiya. Te îro jê re dilsoziya xwe ya mezin berdewam kir û jê re kurek danî ser textê wî. 7 “Ya Xwedayê min Xudan, te xulamê xwe, li cihê bavê min Dawid kir padîşah. Lê ez hê zaro me! Rabûn û rûniştinê nizanim. 8 Va ye xulamê te, di nav gelê te de ye ku te hilbijartiye. Miletekî ewqas zêde ye ku nayê hesabkirin û hejmartin. 9 Li ser vê yekê dilekî fêmdar bide xulamê xwe ku li ser gelê te serweriyê bike û qencî û xerabiyê ji hev derxe. Ma kî dikare serweriya vî gelê te yê ewqas mezin bike?!” 10 Daxwaza ku Silêman xwest, di çavê Reb de baş bû. 11 Xwedê jê re got: “Te ji bo xwe emrê dirêj, dewlemendî û mirina dijminên xwe nexwest. Te tenê ji bo rastiyê ji hev derxî, ji min şehrezayî xwest. 12 Loma ezê daxwaza te pêk bînim. Ezê şehrezayî û fêmdariyeke wisa bidim te ku heta niha nehatiye dîtin û wê ji niha pêve jî neyê dîtin. 13 Tişta te nexwest jî ezê bidim te, rûmet û dewlemendî. Di tevahiya rojên te de, wê di nav padîşahan de kesekî wekî te tunebe. 14 Heke tu jî wek Dawidê bavê xwe qanûn û emrê min pêk bînî û di riya min de bimeşî, wê gavê ezê emrê te dirêj bikim.” 15 Silêman hişyar bû. Fêm kir ku tiştê dîtiye xewn e. Hat Orşelîmê, li ber Sindoqa Peymana Reb sekinî, qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin û ziyafetek da tevahiya xulamên xwe. Silêmanê Padîşah şehrezayiya xwe nîşan dide 16 Du jinikên fahîşe hatin ba padîşah, li ber wî sekinîn. 17 Yekê ji wan got: “Ezbenî, ez û ev jinik em li malekê dimînin. Dema em li mal bûn, min zarokek anî. 18 Piştî ku min zarok anî, roja sisêyan vê jinikê jî zarok anî. Em tenê li malê bûn. Li malê kesekî din li ba me tunebû. 19 Kurê vê jinikê şevekê mir, çimkî ew li ser wî razabû. 20 Nîvê şevê, dema ez xulama te razayî bûme, ew rabûye. Wê kurê min ji ba min hildaye, xistiye paşila xwe û kurê xwe yê mirî xistiye paşila min. 21 Gava ez rabûm ku şîr bidim kurê xwe, min dît ku miriye. Lê serê sibê min bala xwe dayê û dît ku ne kurê min e ku min anîbû dinyayê.” 22 Jina din got: “Na! Yê sax kurê min e, yê mirî kurê te ye.” Jina yekemîn got: “Na! Yê sax kurê min e, yê mirî kurê te ye.” Li ber padîşah wisa ketin qirika hev. 23 Padîşah got: “Kesek dibêje: ‘Evê sax kurê min e, evê mirî kurê te ye.’ Ya din dibêje: ‘Na, yê mirî kurê te ye, yê sax kurê min e.’” 24 Padîşah got: “Ji min re şûrekê bînin.” Şûrek anîn li ber padîşah danîn. 25 Padîşah got: “Zarokê sax bikin du şeq. Nîvî bidin vê, nîvê din bidin ya din.” 26 Lê dilê jina ku zarokê wê sax e li ser zarokê wê dişewitî, ji padîşah re got: “Ezbenî ez di bextê te de me, zarokê sax bidin wê, tenê wî nekujin.” Lê ya din got: “Bila ne yê min be, ne jî yê te; bikin du şeq.” 27 Wê gavê padîşah got: “Zarokê sax bidin vê, nabe hûn wî bikujin, diya wî ev e.” 28 Tevahiya gelê Îsraêl biryara padîşah bihîst û ecêbmayî ma. Çimkî fêmkirin ku ji bo serweriya bi heq bike, bi Silêman re şehrezabûna Xwedê heye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey