Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah I, 2 - Kurmanji Încîl


Peywirên ku Dawidê Padîşah spartin Silêmanê kurê xwe

1 Çaxê rojên mirina Dawid nêzîk bûn, wî emir da Silêmanê kurê xwe û got:

2 “Wekî her kesî ezê jî, ji vê dinyayê herim. Tu hêzdar û mêrxas be.

3 Peywira ku Xwedayê te Xudan daye te pêk bîne. Di riya wî de bimeşe û çawa ku di Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsandin, emir, qanûn, rêbaz û şahidiyên Xwedê pêk bîne ku tu di her karê dikî û riya dimeşî de bi ser bikevî.

4 Wê Xudan vê gotina xwe ya li ser min bike: ‘Heke ziriyeta te, bi tevahiya dilê xwe û bi tevahiya canê xwe, miqateyê riya xwe be û bi dilsozî bi min re bimeşe, wê ji ziriyeta te mirovê li ser textê gelê Îsraêl kêm nebe.’

5 “Tiştê ku Yoavê kurê Serûya bi min kir, tu jî dizanî. Wî herdu fermandarên artêşa gelê Îsraêl, Avnêrê kurê Nêr û Emasayê kurê Yeter kuşt. Di dema aştiyê de çawa di şer de be, xwîn rijand. Piştek û çaroxa Yoav di nav xwînê de ma.

6 Tu li gorî şehrezabûna xwe bike, lê porê wî yê spî bi dilekî rihet nexe diyarê miriyan.

7 “Lê kerema xwe nîşanî kurên Barzîllayê Gîladî bike. Bila ji kesên li ser sifra te bin. Çimkî gava ez ji ber birayê te Avşalom reviyam, ew hatin hewara min.

8 “Roja çûm Mahanayîmê, Şîmiyê kurê Gêrayê ji eşîra Binyamînê Bahurîmî ku naleta giran li min kiribû jî niha li ba te ye. Gava ew li ber Çemê Şerîayê hatibû pêşiya min, min bi navê Xudan sond xwaribû û gotibû: ‘Ezê te bi şûr nekujim.’

9 Tu jî wî bêceza nehêle. Tu mirovekî şehreza yî, tu dizanî pê çi dikî. Serê wî yê porspî, tevî xwînê bixe diyarê miriyan.”


Mirina Dawidê Padîşah
( Dîrok I, 29:26-28 )

10 Dawid mir û gihîşt bav û kalên xwe. Ew li Bajarê Dawid hat veşartin.

11 Wî çil salan li ser gelê Îsraêl padîşahî kir; heft salan li Hevronê û sî û sê salan jî li Orşelîmê.

12 Silêman li ser textê bavê xwe Dawid rûnişt û padîşahiya wî pir xurt bû.


Mirina Adoniyayê kurê Haggîtê

13 Adoniyayê kurê Haggîtê hat ba Bat-Şevaya diya Silêman. Wê jê re got: “Hatina te ji bo xêrê ye gelo?” Wî got: “Belê ji bo xêrê ye.”

14 Paşê got: “Çend gotinên min ji te re hene.” Wê got: “Bêje.”

15 Wî got: “Wek tu dizanî padîşahî di destê min de bû. Çavê tevahiya gelê Îsraêl li ser min bû ku ez bibim padîşah. Lê padîşahî guherî û ket destê birayê min. Xudan wisa dixwest.

16 Niha tenê daxwazeke min ji te heye. Lê daxwaza min piştguh neke!” Bat-Şevayê jê re got: “Bêje.”

17 Wî got: “Silêmanê Padîşah ji te re nabêje na. Lava dikim jê re bibêje bila Avîşaga Şûnêmî ji bo zewacê bide min.”

18 Bat-Şevayê jê re got: “Baş e, ezê ji bo xatirê te ji padîşah re bêjim.”

19 Bat-Şeva ji bo daxwaza Adoniya jê re bibêje çû ba Silêmanê Padîşah. Padîşah ji ber diya xwe ve rabû, xwe jê re tewand û dîsa li ser textê xwe rûnişt. Ji bo diya padîşah jî textek danîn û ew li milê wî yê rastê rûnişt.

20 Diya wî jê re got: “Tenê daxwazeke min a biçûk ji te heye. Lê vê daxwazê piştguh neke!” Padîşah jê re got: “Keremke dayê bêje, ez daxwaza te piştguh nakim.”

21 Bat-Şevayê got: “Avîşaga Şûnêmî ji bo zewacê bide Adoniyayê birayê xwe.”

22 Silêmanê Padîşah got: “Ji bo Adoniya tu tenê Avîşaga Şûnêmî dixwazî? Hema padîşahiyê jî jê re bixwaze! Jixwe birayê mezin e jî! Aviyatarê Kahin û Yoavê kurê Serûya jî pê re ne.”

23 Silêmanê Padîşah bi navê Xudan sond xwar û got: “Heke Adoniya ji bo vê daxwazê, ji canê xwe nebe, bila Xwedê jê xerabtir bîne serê min.

24 Niha bi navê Xudanê Jîndar ê ku hêz daye min û li ser textê bavê min Dawid ez dame rûniştandin û her wekî ku gotiye xanedanek ji min re daniye, ez sond dixwim ku wê îro Adoniya bê kuştin.”

25 Silêmanê Padîşah, Benayayê kurê Yehoyada peywirdar kir û şand. Wî jî Adoniya kuşt.


Sirgûna Aviyatarê Kahin û mirina Yoavê Fermandar

26 Padîşah ji Aviyatarê Kahin re got: “Biqeşte here Enatotê! Here ser zeviyên xwe. Tu yê kuştinê yî, lê îro ez te nakujim. Çimkî te li pêş bavê min Dawid, Sindoqa Reb Xudan hilgirt û di hemû tengasiyan de bi bavê min re zehmetî dît.”

27 Silêman, Aviyatar ji kahintiya Xudan avêt û bi vî awayî gotina Xudan a ku li Şîloyê li ser Mala Elî gotibû pêk hat.

28 Gava xeber gihîşt Yoav, ew reviya Konê Xudan û xwe li qiloçên gorîgehê girt. Çimkî Yoav pişta Avşalom negirtibû, lê piştgiriya Adoniya kiribû.

29 Ji Silêmanê Padîşah re got: “Yoav reviya Konê Xudan û li ber gorîgehê ye.” Silêman, Benayayê kurê Yehoyada şand û got: “Here wî bikuje!”

30 Benaya hat Konê Xudan û ji Yoav re got: “Padîşah dibêje: ‘Bila derkeve!’” Lê wî got: “Ez bimirim jî, ji vir dernakevim!” Benaya hat ba padîşah û got: “Yoav bersiva min da û got: ‘Ez bimirim jî, ji vir dernakevim!’”

31 Padîşah got: “Naxwe çawa gotiye bike. Here wî bikuje û veşêre. Xwîna ku Yoav bêsedem rijand ji ser min û mala bavê min rake.

32 Wê Xudan heyfa xwîna ku wî rijandiye jê bistîne. Çimkî bêyî haya bavê min Dawid, wî fermandarê artêşa gelê Îsraêl Avnêrê kurê Nêr û fermandarê artêşa gelê Cihûda Emasayê kurê Yeter dabû ber şûran û ew kuştibûn. Herdu jî jê rastir û çêtir bûn.

33 Wê xwîna wan heta hetayê bikeve stûyê Yoav û ziriyeta wî. Lê wê Xudan heta hetayê silametiyê bide Dawid, ziriyeta wî, malbata wî û textê wî.”

34 Benayayê kurê Yehoyada çû, li Yoav xist û kuşt. Ew li mala xwe ya li derveyî bajêr hat veşartin.

35 Padîşah li cihê Yoav, Benayayê kurê Yehoyada anî ser artêşê û Sadoqê Kahin jî anî cihê Aviyatar.


Mirina Şîmiyê kurê Gêrayê

36 Padîşah şand pey Şîmî û got: “Li Orşelîmê ji xwe re malekê ava bike û li wir bimîne. Bi tu awayî ji bajêr dernekeve û virde wêde neçe.

37 Roja tu derketî û te Newala Qîdronê derbas kir, bizanibe ku tê esse bimirî. Wê xwîna te bikeve stûyê te.”

38 Şîmî ji padîşah re got: “Baş e. Xweyê min padîşah çawa gotibe, wê xulamê te wiha bike.” Ew demeke dirêj li Orşelîmê rûnişt.

39 Lê di dawiya sala sisêyan de, du xulamên Şîmî reviyan ba Axîşê kurê Maexayê Padîşahê Gatê. Gava ji Şîmî re hat gotin: “Va ye, xulamên te li Gatê ne”

40 Şîmî rabû kerê xwe palan kir ku here Gatê ba Axîş û li xulamên xwe bigere. Ew hat û xulamên xwe ji Gatê anîn.

41 Gava ji Silêman re gotin ku Şîmî ji Orşelîmê çûye Gatê û vegeriyaye,

42 Padîşah şand pey Şîmî û got: “Ma min bi navê Xudan, bi te sond neda xwarin? Ma min ji te re negotibû û li te şîret nekiribû ku roja derkevî û virde wêde herî, bizanibe ku tê esse bimirî? Te jî, ji min re gotibû: ‘Baş e, ezê bi ya te bikim.’

43 Madem wisa ye, te çima sonda xwe ya ku te bi navê Xudan xwar û emrê min pêk neanî?”

44 Padîşah ji Şîmî re got: “Bêguman tu hemû xerabiyên ku te li bavê min Dawid kirin ji dil dizanî. Ji ber xerabiyên te, wê Xudan xerabiya te bîne serê te.

45 Lê wê Silêmanê Padîşah pîroz be û textê Dawid li ber Xudan heta hetayê xurt bimîne.”

46 Padîşah emir da Benayayê kurê Yehoyada. Ew jî rabû çû û Şîmî kuşt. Padîşahî di destê Silêman de xurt bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan