Padîşah I, 16 - Kurmanji Încîl1 Gotina Xudan bi riya Yêhûyê kurê Hananî ji Baeşayê Padîşahê Îsraêlê re hat û got: 2 “Tu ne tiştek bûyî, min tu rakirî û li ser gelê xwe Îsraêl kirî serwer. Lê ew di riya Yarovam de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin. Gunehên we ez hêrs kirim. 3 Loma jî çawa min anî serê Mala Yarovamê kurê Nevat, ezê te û mala te jî helak bikim. 4 Ji malbata Baeşa kesên li bajêr bimirin wê kûçik bixwin, kesên li çolê bimirin wê teyrên ezmanan bixwin.” 5 Qewimînên din ên padîşahiya Baeşa, hemû kirinên wî û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. 6 Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Tîrsayê hat veşartin. Kurê wî Ela li cihê wî bû padîşah. 7 Herwiha ji ber her xerabiyên Baeşa yên di çavê Xudan de, gotina Xudan bi riya Yêhûyê Pêxemberê kurê Hananî, ji wî û mala wî re hat. Çimkî Baeşa bi xerabiyên xwe Xudan hêrs kiribû û bûbû wekî Mala Yarovam. Wî jî ev mal ji holê rakiribû. Elayê Padîşahê Îsraêla Bakur 8 Di bîst û şeş saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Elayê kurê Baeşa li Tîrsayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî du salan padîşahî kir. 9 Xulamê wî Zîmriyê fermandarê nîvê erebeyên wî yên şer, fen lê kir. Ela wî çaxî li Tîrsayê li mala Arsayê berpirsê qesrê vexwaribû û serxweş bûbû. 10 Zîmrî ket hundir, Ela kuşt û li cihê wî bû padîşah. Wî çaxî bîst û heft saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê bû. 11 Gava Zîmrî bû padîşah û hat ser têxt, koka tevahiya Mala Baeşa anî. Tu mêrekî ji meriv û hevalên wî nehiştin. 12 Zîmrî koka tevahiya Mala Baeşa anî, wekî Xudan bi peyva xwe bi riya Yêhûyê Pêxember ji Baeşa re gotibû. 13 Baeşa û Elayê kurê wî ji ber ku guneh kir û bi gelê Îsraêl guneh da kirin û ji ber pûtên xwe, Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kir. 14 Qewimînên din ên padîşahiya Ela û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. Zîmriyê Padîşahê Îsraêla Bakur 15 Di sala bîst û heftan a Asayê Padîşahê Cihûdayê de, Zîmrî bû padîşah. Zîmrî li Tîrsayê bi tenê heft rojan padîşahî kir. Artêşa Îsraêlê nêzîkî bajarê Gîbbetona Filîstiyan artêşgeh ava kiribû. 16 Gava şervanên li artêşgehê bû bihîst ku Zîmrî fen kiriye û padîşah kuştiye, wan hema wê rojê Omriyê Fermandar li wê derê li ser Îsraêlê kir padîşah. 17 Omrî û hemû Îsraêliyên pê re, ji Gîbbetonê rabûn û çûn Tîrsayê dorpêç kirin. 18 Gava Zîmrî dît bajar tê standin, ket birca qesrê, qesir bi ser xwe de şewitand û hema li wir jî mir. 19 Çimkî wî guneh û tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin, di riya Yarovam de meşiya û ji bo gunehê wî ku bi gelê Îsraêl dabû kirin. 20 Qewimînên din ên padîşahiya Zîmrî û fenekiya wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. Omriyê Padîşahê Îsraêla Bakur 21 Gelê Îsraêl bû du beş. Nîvê gel ji bo ku Tîvniyê kurê Gînat bike padîşah li pey wî çû û nîvê mayî jî da pey Omrî. 22 Gelê ku xwe li Omrî girtibû, li dijî gelê ku xwe li Tîvniyê kurê Gînat girtibû bi ser ket. Tîvnî mir û Omrî bû padîşah. 23 Di sî û yekemîn saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Omrî li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî duwanzdeh salan padîşahî kir ku şeş salên padîşahiyê li Tîrsayê derbas bû. 24 Omrî du telant zîv da kesekî bi navê Şemer û Girê Sameryayê jê kirî. Wî li ser gir bajarekî ava kir. Ji ber ku navê xweyê berê yê wî girî Şemer bû, Omrî navê bajêr kir Samerya. 25 Omrî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin û ji her kesên beriya xwe zêdetir xerabî kir. 26 Ew di hemû riyên Yarovamê kurê Nevat de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin. Bi vî awayî Îsraêliyan Xwedayê Îsraêl Xudan, bi pûtên xwe hêrs kiribû. 27 Qewimînên din ên padîşahiya Omrî, kirin û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. 28 Omrî mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Sameryayê hat veşartin. Kurê wî Ahav li cihê wî bû padîşah. Ahavê Padîşahê Îsraêla Bakur 29 Ahavê kurê Omrî, di sî û heşt saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî li Sameryayê li ser Îsraêlê bîst û du salan padîşahî kir. 30 Ahavê kurê Omrî ji hemû kesên beriya xwe zêdetir tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. 31 Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî. 32 Wî li perestgeha Baal ku li Sameryayê çêkiriye, ji bo Baal gorîgehek çêkir. 33 Ahav pûtê Aşêrayê jî çêkir. Wî ji tevahiya padîşahên Îsraêlê yên berê zêdetir, Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kir. 34 Di padîşahiya Ahav de Hiyêlê Bêt-Êlî bajarê Erîhayê ji nû ve ava kir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Yêşûyê kurê Nûn gotibû, gava wî hîmê bajêr danî, kurê wî yê mezin Avîram û gava dergehên bajêr danî, kurê wî yê biçûk Segûv mir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey