Padîşah I, 12 - Kurmanji ÎncîlÎsraêla Bakur li dijî Rehovamê Padîşah serî radike ( Dîrok II, 10:1-19 ) 1 Rehovam çû Şexemê çimkî tevahiya gelê Îsraêl çûbû Şexemê ku wî bikin padîşah. 2 Gava Yarovamê kurê Nevat ev yek bihîst, biryar da ku ji Misrê vegere. Çimkî ew ji ber Silêmanê Padîşah reviyabû û xwe li wir girtibû. 3 Tevahiya civaka Îsraêl şand pey Yarovam û hemû bi hev re hatin ba Rehovam. Wan jê re got: 4 “Bavê te nîrekî giran xistiye stûyê me. Niha tu vê xulamiya bavê xwe ya dijwar û nîrê giran ku xistiye stûyê me sivik bike û emê ji te re xulamiyê bikin.” 5 Rehovam ji wan re got: “Niha herin û piştî sê rojan werin ba min.” Gel rabû çû. 6 Rehovamê Padîşah ji rîspiyên ku di dema Silêmanê bavê wî de şêwirmendî dikirin re got: “Hûnê şîreteke çawa li min bikin ku ez bersiva vî gelî bidim?” 7 Wan jê re got: “Heke îro tu ji vî gelî re bibî xulam û xulamiya wan bikî û bi peyvên xweş bersiva wan bidî, wê herdem ji te re bibin xulam.” 8 Lê wî dev ji şêwra rîspiyan berda û bi peywirdarên ciwan re şêwirî ku pê re mezin bûbûn. 9 Wî ji wan re got: “Gelo şêwra we çi ye? Ez bersiveke çawa bidim vî gelê ku ji min re dibêje: ‘Nîrê ku bavê te daniye ser me sivik bike’?” 10 Ciwanên ku pê re mezin bûbûn jê re got: “Ji wî gelê ku ji te re dibêje: ‘Bavê te nîr li ser me giran kir, tu nîrê me sivik bike’ re, wisa bêje: ‘Tiliya min a qilîçanê, ji navtenga bavê min stûrtir e! 11 Bavê min nîrê li ser we giran kir, ezê wî nîrî hê girantir bikim! Bavê min bi qemçiyan hûn terbiye kirin, lê ezê bi dûpişkan bikim!’” 12 Çawa ku padîşah gotibû: “Di roja sisêyan de dîsa werin ba min,” Yarovam bi tevahiya gel re, di roja sisêyan de hat ba Rehovam. 13 Padîşah bi dijwarî bersiv da gel û dev ji şîreta rîspiyan berda. 14 Wî li gorî şîreta ciwanan ji wan re got: “Bavê min nîrê li ser we giran kir, lê ezê wî nîrî hê girantir bikim. Wî bi qemçiyan hûn terbiye kirin, lê ezê we bi dûpişkan bikim.” 15 Padîşah guh neda gel. Xudan ev yek pêk anî ku peyva xwe bi riya Ahiyayê Şîloyî ji Yarovamê kurê Nevat re pêk bîne. 16 Dema ku tevahiya gelê Îsraêl dît padîşah li wan guhdarî nake, gel bersiv da padîşah û got: “Çi para me ji Dawid heye, Çi mîrasa me ji kurê Yêşa? Ya Îsraêl, bila herkes vegere konê xwe! Ya Dawid, tu jî hay ji mala xwe hebe.” Paşê gel vegeriya konên xwe. 17 Loma jî Rehovam bi tenê li ser gelê Îsraêl ê ku li bajarên Cihûdayê dima padîşahî kir. 18 Gava Rehovamê Padîşah Adoramê serkarê suxrevanan şand, tevahiya gelê Îsraêl ew da ber keviran û kuşt. Li ser vê yekê Rehovamê Padîşah yekser li erebeya xwe ya şer siwar bû û reviya Orşelîmê. 19 Ji wê rojê vir ve Îsraêl li dijî Mala Dawid serhildêr e. 20 Gava tevahiya gelê Îsraêl bihîst Yarovam vegeriyaye, wan şand pey wî û ew li ser tevahiya Îsraêlê kir padîşah. Ji bilî eşîra Cihûda tu kes li pey Mala Dawid neçû. Gotina Şemayayê Pêxember ( Dîrok II, 11:1-4 ) 21 Gava Rehovam hat Orşelîmê, ji tevahiya Mala Cihûda û eşîra Binyamîn sed û heştê hezar leşkerên bijare dan hev ku li dijî Mala Îsraêl şer bikin û dîsa padîşahiyê bidin Rehovamê kurê Silêman. 22 Lê gotina Xwedê ji Şemayayê zilamê Xwedê re hat û got: 23 “Ji Rehovamê kurê Silêmanê Padîşahê Cihûdayê û ji tevahiya Mala Cihûda û Binyamîn û kesên din re bêje: 24 ‘Xudan wiha dibêje: Hûnê ranebin! Hûnê li dijî birayên xwe gelê Îsraêl şer nekin! Vegerin, bila herkes here mala xwe. Çimkî ev bûyer ji min e.’” Li ser vê yekê wan guh da gotina Xudan. Wan li gorî gotina Xudan vegeriyan. Golikên zêrîn ên li Bêt-Êl û Danê 25 Yarovam li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê çêkir û li wir ma. Paşê ji wir çû û bajarê Penûêlê çêkir. 26 Yarovam di dilê xwe de got: “Wê padîşahî dîsa vegere Mala Dawid. 27 Heke ev gel ji bo serjêkirina qurbanan wekî berê dîsa here Mala Xudan a li Orşelîmê, dilê vî gelî wê vegere xweyên wan Rehovamê Padîşahê Cihûdayê. Wê min bikujin û vegerin ber bi Rehovamê Padîşahê Cihûdayê.” 28 Padîşah şêwirî û du golikên zêrîn çêkirin û ji gel re got: “Çûyîna Orşelîmê ji bo we zêde ye. Ya gelê Îsraêl, va ye ev in îlahên we yên ku hûn ji welatê Misrê deranîn!” 29 Yekî li Bêt-Êlê bi cih kir; yê din jî anî Danê. 30 Ev yek bû sedema gunehan. Ji bo perizîna li ber yekî ji wan, gel heta Danê diçû. 31 Herwiha Yarovam li bilindciyan perestgeh ava kirin û ji nav tevahiya gel kesên ne Lêwiyî bûn, kahin kifş kirin. 32 Yarovam di roja panzdehê meha heştan de, wekî cejna welatê Cihûda cejnek çêkir. Wî li gorîgeha çêkiriye qurban pêşkêş kirin. Ji golikên zêrîn ku li Bêt-Êlê çêkiriye re qurban pêşkêş kirin û ji bo bilindciyên ku li Bêt-Êlê ava kiriye, kahin danîn ser kar. 33 Di roja panzdehê meha heştan a ku wî bi xwe kifş kir de, ew çû gorîgeha li Bêt-Êlê çêkiribû. Wî ew roj kir cejneke ji bo gelê Îsraêl. Çû gorîgehê û bixûr şewitand. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey