Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah I, 11 - Kurmanji Încîl


Silêmanê Padîşah ji Xwedê dûr dikeve

1 Silêmanê Padîşah tevî keça Firewn, ji gelek keçên xerîb hez kir ku di nav wan de Moavî, Emmonî, Edomî, Saydayî û Hîtîtî jî hebûn.

2 Ew ji wan miletan bûn ku Xudan ji gelê Îsraêl re gotibû: “Hûnê nekevin nav wan û ewê jî nekevin nav we. Çimkî wê dilên we bizivirînin îlahên xwe.” Silêman bi hezkirin bi wan ve girêdayî bû.

3 Heft sed jinên Silêman hebûn ku keçên padîşahan bûn, sê sed cariyeyên wî jî hebûn û jinên wî dilê wî ji rê derxist.

4 Diyar bû ku jinên Silêman di kalîtiya wî de dilê wî ber bi îlahan ve ji rê derxistin û çawa ku Dawidê bavê wî dilê xwe bi tevahî spartibû, wî bi tevahî dilê xwe nespart Xwedayê xwe Xudan.

5 Silêman perizî Eştoreta îlaha Saydayiyan û da pey Molekê îlahê kirêt ê Emmoniyan.

6 Silêman tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî wekî Dawidê bavê xwe nekir û bi tevahî li pey Xudan neçû.

7 Wê gavê Silêman li çiyayê rojhilatê Orşelîmê, bilindciyên perizînê çêkirin ku biperize Kemoşê îlahê kirêt ê Moavê û Molekê îlahê kirêt ê Emmoniyan.

8 Wî ji bo hemû jinên xwe yên xerîbî ku ji bo îlahên xwe bixûr dişewitandin û qurban serjê dikirin wisa kir.

9 Xudan li Silêman hêrs bû. Çimkî dilê wî ji riya Xwedayê Îsraêl Xudan derket ku du caran lê xuya bûbû û

10 emir kiribû û gotibû: “Li pey îlahan neçe!” Lê Silêman emrên Xudan bi cih neanî.

11 Xudan ji Silêman re got: “Madem te ev tişt bi qestî kir û te peymana min û qanûnên min ên ku min spartibûn te, bi cih neanîn, ezê esse padîşahiyê ji destê te derxim û bidim xulamê te.

12 Lê ji bo qedrê bavê te Dawid ezê vê yekê di rojên te de nekim. Ezê wê ji destê kurê te derxim.

13 Lê ezê bi tevahî ji destê wî dernexim. Ji bo qedrê xulamê xwe Dawid û Orşelîma ku min hilbijartiye, ezê eşîrekê bidim wî.”


Dijminên Silêmanê Padîşah

14 Xudan Hadadê Edomî li dijî Silêman derxist. Ew li Edomê ji ziriyeta padîşah bû.

15 Çimkî gava Dawid li Edomê bû, Yoavê Fermandar ku ji bo miriyan binax bike çûbû wir, hemû zilamên Edomî kuştibûn.

16 Yoav û hemû Îsraêlî şeş mehan li wê derê man û di wî wextî de qira hemû mêrên Edomî anîn.

17 Lê Hadad û hin Edomiyên ji xulamên bavê wî, pê re reviyan Misrê. Hadad hê zaro bû.

18 Ew ji Mîdyanê rabûn û hatin Paranê û bi xwe re ji Paranê zilam hildan û hatin Misrê ba Firewnê Padîşah. Wî erd, xanî û xwarin da Hadad.

19 Hadad ket çavê Firewn. Firewn xwişka jina xwe Şahbanû Tahpenêsê da wî.

20 Ji xwişka Tahpenêsê kurê wî Genûvat çêbû. Tahpenêsê li mala Firewn ew mezin kir û Genûvat li mala Firewn bi zarokên Firewn re mezin bû.

21 Çaxê Hadad li Misrê bihîst ku Dawid miriye û gihîştiye bav û kalên xwe û bi ser de Yoavê Fermandar jî miriye, wî ji Firewn re got: “Bihêle ez herim welatê xwe.”

22 Firewn jê re got: “Li ba min çi kêmahiya te heye ku tu dixwazî herî welatê xwe?” Wî got: “Tuneye, lê bihêle ez herim.”

23 Xwedê dijminekî din li dijî Silêman rakir. Ew jî Rezonê kurê Êlyada ku ji xweyê xwe Hadadezerê Padîşahê Sovayê reviyabû.

24 Dema Dawid li Sovayiyan xist, Rezon zilam li ba xwe berhev kirin û bû serekê rêbiran. Ew çûn Şamê û li wir rûniştin. Wan ew li Şamê kirin padîşah.

25 Ligel tevahiya xerabiyên Hadad, di hemû rojên Silêman de Rezon jî bû dijminê gelê Îsraêl. Wî ji gelê Îsraêl nefret kir û li ser Aramê padîşahî kir.


Yarovamê kurê Nevat a li dijî Silêmanê Padîşah serî radike

26 Yarovamê kurê Nevatê Efrayîmî yê Serêdayî xulamê Silêmanê li dijî padîşah serî hilda. Diya wî jinebiyeke bi navê Serûa bû.

27 Sedema ku wî serî li dijî padîşah rakir ev bû ku Silêman Mîllo çêkiribû û sûra Bajarê Dawidê bavê xwe temîr kiribû.

28 Herwiha Yarovam wêrek û jêhatî bû. Silêman dît ku zilamê ciwan bikêrhatî ye, wî ew danî ser hemû karên giran ên Mala Ûsiv.

29 Rojekê dema ku Yarovam ji Orşelîmê derket, Ahiyayê Pêxemberê ji Şîloyê rastî wî hat. Ahiya kincekî nû li xwe kiribû. Herdu jî li çolê bi tenê bûn.

30 Ahiya bi kincê xwe yê nû girt, ew çirand û kir duwanzdeh perçe.

31 Ji Yarovam re got: “Ji xwe re deh perçeyan hilde; çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê ji destê Silêman padîşahiya wî derxim û ezê deh eşîran bidim te.

32 Lê ji bo qedrê xulamê xwe Dawid û Orşelîma bajarê ku min ji hemû eşîrên Îsraêl hilbijartiye, wê eşîrek jê re be.

33 Çimkî wan dev ji min berda, perizîn Eştoreta îlaha Saydayiyan, Kemoşê îlahê Moaviyan û Molekê îlahê Emmoniyan. Wekî bavê wî Dawid tiştên di çavê min de rast in kirin, nekirin. Wan qanûn û rêbazên min pêk neanîn û di riya min de nemeşiyan.

34 Ezê hemû padîşahiyê ji destê wî dernexim. Lê ji bo qedrê xulamê xwe Dawidê ku min hilbijart û emir û qanûnên min bi cih dianî, ezê wî di hemû rojên jiyana wî de bikim serwer.

35 Ezê padîşahiyê ji destê kurê wî derxim û deh eşîran bidim destê te.

36 Ezê eşîrekê bidim kurê wî ku li ber min ji bo xulamê min Dawid qendîleke herheyî hebe. Li Orşelîma bajarê ku min ji bo xwe hilbijartiye, ji bo ku navê min tê de be.

37 Herçî tu yî, ezê te bikim Padîşahê welatê Îsraêl. Tê li gorî dilê xwe serweriyê bikî.

38 Heke tu jî çawa ku xulamê min Dawid hemû tiştên ez emir dikim guhdarî bikî, di riya min de bimeşî, tiştên di çavên min de rast in bikî û emir û qanûnên min bi cih bînî, ezê bi te re bim û wekî min ji bo Dawid kir, ezê ji bo te jî xanedaneke saxlem ava bikim û welatê Îsraêl bidim te.

39 Ji ber vê ezê ziriyeta Dawid nizim bikim, lê ne herdem.’”


Mirina Silêmanê Padîşah
( Dîrok II, 9:29-31 )

40 Silêman xwest ku Yarovam bikuje lê Yarovam reviya çû Misrê ba Şîşaqê Padîşahê Misrê. Heta mirina Silêman ew li Misrê ma.

41 Qewimînên din ên padîşahiya Silêman, hemû kirin û şehrezabûna wî di Nivîsa Qewimînên Silêman de hatin nivîsandin.

42 Silêman li Orşelîmê li ser tevahiya gelê Îsraêl çil salan padîşahî kir.

43 Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawidê bavê xwe hat veşartin. Kurê wî Rehovam li cihê wî bû padîşah.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan