Padîşah I, 10 - Kurmanji ÎncîlŞahbanûya Sebayê serdana Silêmanê Padîşah dike ( Dîrok II, 9:1-12 ) 1 Şahbanûya Sebayê navdariya Silêman a ku ji ber navê Xudan bû, bihîst. Li ser vê yekê ew hat ku wî bi pirsên giran biceribîne. 2 Tevî karwanekî pir mezin, bi deveyên biharatê û heta bêjî bes bi zêr û kevirên hêja barkirî hat Orşelîmê. Gava hat ba Silêman, çi di dilê wê de hebû jê re got. 3 Silêman bersiv da tevahiya pirsên wê. Ji bo padîşah tu tiştekî veşartî ku bersivê nede wê tunebû. 4 Dema Şahbanûya Sebayê hemû şehrezayiya Silêman, qesra ku çêkiriye, 5 xwarina sifra wî, rûniştina karmendên wî, xizmeta xizmetkarên wî ku bi cil û bergên taybet dikirin, meyger û qurbanên şewitandinê yên ku li Mala Xudan pêşkêş dikirin dîtin, ji şaş û metelbûnê devê wê vekirî ma. 6 Wê ji padîşah re got: “Gotinên ku min li welatê xwe ji bo karên te û şehrezayiya te bihîstibû rast in. 7 Lê heta ku ez nehatim û min bi çavên xwe nedît, min bawer nekir. Bi rastî nîvî tenê jî, ji min re nehatibû gotin. Şehrezayî û dewlemendiya te ji ya ku min bihîstiye gelekî zêdetir e. 8 Xwezî bi zilamên te û bi van xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya te dibihîzin. 9 Xwedayê te Xudan pîroz be ku ji te razî ye û tu daniye ser textê gelê Îsraêl! Ji ber ku Xudan heta hetayê ji gelê Îsraêl hez dike, wî tu kirî padîşah ku tu serweriya heq û rastiyê pêk bînî.” 10 Şahbanûya Sebayê sed û bîst telant zêr, gelek biharat û kevirên hêja dan padîşah. Wê ewqas pir biharat dabû Silêmanê Padîşah ku careke din ewqas biharat nehat. 11 Herwiha gemiyên Hîram ji Ofîrê zêr dianîn. Wan gelek darên almûgê û kevirên hêja jî anîn. 12 Padîşah ji darên almûgê ji bo Mala Xudan û Qesra Padîşah destek û ji bo stranbêjan çeng û tembûr çêkirin. Heta îro jî ewqas zêde darên almûgê nehatine dîtin. 13 Silêmanê Padîşah her daxwaza Şahbanûya Sebayê pêk anî. Wî li gorî comerdiya padîşahiya xwe, her tiştên ku xwest dayê. Paşê şahbanû bi xizmetkarên xwe re vegeriya welatê xwe. Dewlemendiya Silêmanê Padîşah ( Dîrok II, 1:14-17 ; 9:13-28 ) 14 Giraniya zêrê di salekê de ji Silêman re hatibû, 666 telant bû. 15 Herwiha zêrên ji zilamên danûstandinê dikirin û ji bazirganiya taciran û ji tevahiya padîşahên Erebistanê û yên ji waliyên welêt hatibûn ne di nav vê de bû. 16 Silêmanê Padîşah ji zêrê kutayî du sed mertalên mezin çêkirin. Ji bo her mertalekî mezin şeş sed şekel zêr çû. 17 Ji zêrê kutayî sê sed mertalên biçûk çêkirin; ji bo her mertalekî sê mina zêr çû û padîşah ew xistin Mala Daristana Lubnanê. 18 Padîşah ji diranê fîlan textekî mezin çêkir û her dera wî bi zêrê xas kiras kir. 19 Şeş pêlikên text hebûn û ji paş ve serê text gilover bû. Di herdu aliyên cihê rûniştinê de mildank û li ba mildankan du peykerên şêran hebûn. 20 Li ser şeş pêlikan, li herdu aliyan duwanzdeh şêr hebûn. Li tu welatekî tiştekî wisa nehatiye çêkirin. 21 Hemû tasikên Silêmanê Padîşah ên ji bo vexwarinê ji zêr bûn û hemû taximên Mala Daristana Lubnanê ji zêrê xas bûn. Tu tişt ji zîv tunebû. Çimkî di dema Silêman de zîv ne tiştek bû. 22 Komek gemiyên Silêmanê Padîşah li Tarşîşê hebûn ku bi koma gemiyên Hîram re li ser deryayê bûn. Koma gemiyên Tarşîşê ji sê salan carekê dihatin û bi xwe re zêr, zîv, diranê fîlan û du cureyên meymûnan dianîn. 23 Silêmanê Padîşah bi dewlemendî û şehrezabûna xwe, di ser hemû padîşahên dinyayê re bû. 24 Ji bo ku şehrezabûna Xwedê xistiye dilê Silêman bibihîzin, tevahiya dinya dixwest wî bibîne. 25 Her yek ji wan sal bi sal, wekî diyarî taximên zêr û zîv, çek, xiftan, biharat, hesp û hêstir jê re dianîn. 26 Silêman hesp û erebeyên şer berhev kirin. Hezar û çar sed erebe û duwanzdeh hezar hespên wî hebûn. Wî hinek ji wan li bajarên ku ji bo erebeyan hatibûn terxankirin û hinek jî li Orşelîmê li ba xwe bi cih kirin. 27 Padîşah bi qasî keviran zîv anî Orşelîmê û darên sedrê wekî darhejîrên Şefêlayê zêde kirin. 28 Hespên Silêman ji Misrê û Qewêyê dihatin. Bazirganên padîşah ew bi xwe ji Qewêyê dikiriyan. 29 Erebeyeke şer bi şeş sed şekel zîvî, hespek jî bi sed û pêncî şekel zîvî ji Misrê dihatin anîn. Bazirganan ew difirotin hemû padîşahên Hîtîtî û Aramiyan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey