Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah I, 1 - Kurmanji Încîl


Demên dawî yên Dawidê Padîşah

1 Çaxê Dawidê Padîşah kal bûbû û bi salan ve çûbû, her çiqas kinc diavêtin ser jî germ nedibû.

2 Xulamên wî jê re got: “Ji bo xweyê me padîşah li keçeke xama bigerin. Bila ew li ba padîşah bimîne, hay jê hebe, di paşila wî de razê ku xweyê me padîşah germ bibe.”

3 Wan li seranserê welatê Îsraêl li keçeke delal geriyan. Avîşaga Şûnêmî dîtin û ew ji padîşah re anîn.

4 Keçik pir delal bû; bala xwe da ser padîşah û xizmeta wî kir. Lê padîşah qet dest neda wê.


Adoniyayê kurê Dawidê Padîşah dixwaze bibe padîşah

5 Adoniyayê kurê Haggîtê xwe qure kir û got: “Ez im ê ku bibe padîşah.” Ji xwe re erebe, siwarî û pêncî kes amade kirin ku li pêş wî bibezin.

6 Bavê wî tu caran erzê wî neşikandibû û jê re negotibû: “Te çima wiha kir?” Adoniya kurekî pir lihevhatî bû û piştî Avşalom hatibû dinyayê.

7 Adoniya bi Yoavê kurê Serûya û Aviyatarê Kahin re peyivî û wan da pey wî û alîkariya wî kirin.

8 Lê Sadoqê Kahin, Benayayê kurê Yehoyada, Natanê Pêxember, Şîmî, Rêyî û mêrxasên Dawid nedan pey Adoniya.

9 Adoniya li ber Zinarê Zoheletê yê li nêzîkî Eyn-Rogêlê; pez, dewar û golikên dermale serjê kirin û gazî hemû birayên xwe ku kurên padîşah bûn û gazî hemû zilamên Cihûdayê kir ku xulamên padîşah bûn.

10 Lê gazî Natanê Pêxember, Benaya, Silêmanê birayê xwe û mêrxasan nekir.


Destpêka serweriya Silêmanê Padîşah

11 Li ser vê yekê Natan, ji Bat-Şevaya diya Silêman re got: “Ma te nebihîst ku Adoniyayê kurê Haggîtê bûye padîşah? Gelo xweyê me Dawid jî nizane?

12 De were destûrê bide min ku ez şîretan li te bikim ji bo tu canê xwe û kurê xwe Silêman rizgar bikî.

13 Here ba Dawidê Padîşah û jê re bêje: ‘Xweyê min padîşah, ma te ji min re sond nexwar û negot: Piştî min kurê te Silêman wê padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne? Çima Adoniya bûye padîşah?’

14 Beriya ku tu axaftina xwe ya bi padîşah re biqedînî, ezê bêm hundir û gotinên te bidim erêkirin.”

15 Bat-Şeva rabû çû odeya padîşah. Padîşah gelek kal bûbû û Avîşaga Şûnêmî xizmeta wî dikir.

16 Bat-Şevayê xwe tewand û li ber padîşah deverû çû erdê. Padîşah got: “Keremke, tu çi dixwazî?”

17 Wê jê re got: “Ezbenî, te bi navê Xwedayê xwe Xudan, ji min re sond xwar û got: ‘Piştî min kurê te Silêman wê padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne.’

18 Va ye, niha Adoniya padîşahî dike û tu, xweyê min padîşah, bi vê yekê nizanî.

19 Wî gelek ga, golikên dermale û pez qurban kirin û gazî hemû kurên padîşah, Aviyatarê Kahin û Yoavê Fermandar kir, lê gazî xulamê te Silêman nekir.

20 Padîşahê min, çavên tevahiya gelê Îsraêl li te ye ku tu kesê piştî te li ser textê padîşahiyê rûne eşkere bikî.

21 Yan na piştî ku xweyê min padîşah mir û gihîşt bav û kalên xwe, ez û kurê xwe Silêman, emê bên sûcdarkirin.”

22 Gava ew bi padîşah re dipeyivî, Natanê Pêxember hat.

23 Ji padîşah re hat gotin: “Ezbenî, Natanê Pêxember hat.” Natan hat pêşberî padîşah, li ber wî deverû çû erdê.

24 Natan got: “Xweyê min padîşah, gelo te gotiye: ‘Piştî min wê Adoniya padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne’?

25 Ji ber ku ew îro hat; gelek ga, golikên dermale û pez qurban kirin û gazî hemû kurên padîşah, fermandarên artêşê û Aviyatarê Kahin kir. Ew niha dixwin, vedixwin û dibêjin: ‘Her bijî Padîşah Adoniya!’

26 Lê wî gazî min, Sadoqê Kahin, Yehoyadayê kurê Benaya û xulamê te Silêman nekir.

27 Gelo xweyê min padîşah wisa kir? Te bêyî me kesê piştî te li ser textê te rûne, eşkere kir?”

28 Dawidê Padîşah bersiv da û got: “Gazî Bat-Şevayê bikin!” Ew jî hat ba padîşah û li ber sekinî.

29 Padîşah sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku canê min ji her tengasiyê rizgar kiriye,

30 wekî ku min bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re sond xwariye û gotiye, bi rastî ezê îro jî wiha bikim: Piştî min, wê Silêmanê kurê te padîşahiyê bike û wê di cihê min de, li ser textê min rûne.”

31 Bat-Şevayê xwe li ber padîşah tewand, deverû çû erdê û got: “Bila xweyê min Dawidê Padîşah her û her bijî!”

32 Dawid berdewam kir û got: “Gazî Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember û Benayayê kurê Yehoyada bikin bila bên ba min.” Gava ew hatin ba padîşah,

33 ji wan re got: “Xulamên xweyê xwe bînin, Silêmanê kurê min jî li hêstira min siwar bikin û wî bibin Gîhonê.

34 Bila li wir, Sadoqê Kahin û Natanê Pêxember wî rûn bikin û wekî padîşahê gelê Îsraêl kifş bikin. Li boriyê bixin û bêjin: ‘Her bijî Silêmanê Padîşah!’

35 Paşê bidin pey wî, wê were û li ser textê min rûne. Çimkî wê li cihê min bibe padîşah. Min ew li ser gelê Îsraêl û gelê Cihûda kir serwer.”

36 Benayayê kurê Yehoyada got: “Amîn! Bila Xudan Xwedayê xweyê min padîşah ji vê yekê razî be!

37 Çawa ku Xudan bi xweyê min padîşah re bû, bila bi Silêman re jî wiha be û bila textê wî, ji textê xweyê min Dawidê Padîşah mezintir bike.”

38 Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember, Benayayê kurê Yehoyada, Kerêtî û Peletiyên parêzvan hatin, Silêman li hêstira Dawidê Padîşah siwar kirin û ew birin Gîhonê.

39 Sadoqê Kahin ji Konê Pîroz qiloçê zeytê hilda û Silêman rûn kir. Li boriyan xistin û tevahiya gel got: “Her bijî Silêmanê Padîşah!”

40 Tevahiya gel da pey wî, li bilûran xistin û şabûneke mezin kirin. Ji dengê wan, erd dihejiya.

41 Adoniya û hemû mêvanên wî, gava xwarina xwe qedandin, ev deng bihîstin. Dema Yoav dengê boriyan bihîst, pirsî û got: “Ev çi deng e ku ji bajêr tê?”

42 Hê ew bi xeberdan bû, Yonatanê kurê Aviyatarê Kahin hat. Adoniya got: “Bikeve hundir, çimkî tu mirovekî camêr î û mizgîniyê tînî.”

43 Yonatan li Adoniya vegerand û got: “Mixabin, xweyê me Dawidê Padîşah, Silêman kir padîşah!

44 Padîşah, Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember, Benayayê kurê Yehoyada, Kerêtî û Peletiyên parêzvan pê re şandin û ew li hêstira padîşah siwar kirin.

45 Sadoqê Kahin û Natanê Pêxember, li Gîhonê ew rûn kirin û kirin padîşah. Bi şahî ji wir derketin, çingînî bi bajêr ket! Dengê tê bihîstin ev deng e.

46 Silêman jî êdî li ser textê padîşahiyê rûniştiye.

47 Herwiha xulamên padîşah hatin ku xweyê me Dawidê Padîşah pîroz bikin. Wan got: ‘Bila Xwedayê te, navê Silêman ji navê te bilindtir û textê wî jî, ji textê te mezintir bike.’ Padîşah jî li ser nivînên xwe deverû çû erdê.

48 Paşê padîşah wiha got: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ku wî îro kesekî danî ser textê min û min jî ev bi çavê serê xwe dît.’”

49 Li ser vê yekê hemû mêvanên Adoniya lerizîn û ji tirsa belav bûn.

50 Adoniya ji Silêman tirsiya, çû xwe li qiloçên gorîgehê girt.

51 Ji Silêman re hat gotin: “Va ye, Adoniya ji Silêmanê Padîşah ditirse û xwe li qiloçên gorîgehê digire. Ew dibêje: ‘Bila Silêmanê Padîşah îro sond bixwe ku vî xulamê xwe bi şûr nekuje.’”

52 Silêman got: “Heke ew camêr be, jixwe mûyekî serê wî jî zirarê nabîne. Lê dilxerabî pê re hebe, wê bê kuştin.”

53 Li ser vê yekê Silêmanê Padîşah zilam şandin, ji gorîgehê anîn jêr. Adoniya xwe li ber Silêmanê Padîşah tewand. Silêman jê re got: “Rabe here mala xwe!”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan