Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ovadya 1 - Kurmanji Încîl


Wê Xwedê Edomê ceza bike
( Yêremya 49:7-22 )

1 Dîtiniya Ovadya: Reb Xudan li ser Edomê wiha dibêje: Me ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin ku dibêje: “Rabin em şerê Edomê bikin!”

2 Xudan ji Edomê re dibêje: “Va ye ezê te di nav miletan de biçûk bikim, Wê mirov te gelekî kêm bibînin.

3 Quretiya dilê te, tu xapandî! Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî, Ya kesê ku mala xwe li bilindciyan ava dike! Tu di dilê xwe de dibêjî: ‘Kî dikare min bîne xwarê?’

4 Tu wekî teyran bilind jî bibî, Tu hêlîna xwe di nav stêran de jî ava bikî, Ezê dîsa jî te ji wir bînim.” Ev e gotina Xudan.

5 “Heke diz an talankar bi şev bihatana pêşiya te, Wê tenê bi têra xwe bibirana? Heke kesên tirî diçinin, biketana rezê te, Wê çend weşî ji te re bihiştana? Xerakirina mezin li benda te ye!

6 Wê her tiştê Esaw bê talankirin, Wê xezîneyên wî yên veşartî bêne derxistin!

7 Hemû peymangirên te, Wê te ji axa te bajon. Mirovên tu bi wan ewle yî, Wê te bixapînin û zora te bibin. Kesên nanê te xwarin, Wê dafikan deynin pêşiya te. Lê wê haya te jî jê tunebe.”

8 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê şehrezayên li Edomê, Zanayên li çiyayên Esaw tune bikim.

9 Ya Têman, wê mêrxasên te bişikên, Wê hemû kesên li çiyayên Esaw helak bibin.

10 “Ji ber zordariya te li Aqûbê birayê xwe kiriye, Wê şerm li ser te be, Tê heta hetayê helak bibî!

11 Çimkî roja xerîb mal û milkên wî talan kirin, Roja biyanî ketin dergehên bajêr Û ji bo Orşelîmê pişk avêtin, Tu jî dûr sekinî û bûyî wekî wan.

12 Di wê roja xerab a birayê xwe de, Divê te bi şahî lê mêze nekira. Di wê roja wan a helakbûnê de, Divê tu li ser Cihûdayiyan şa nebûyayî. Di wê roja teng de, Divê te oxweşikê xwe nekira.

13 Di roja felaketa wî de, Divê tu neketayî dergehê gelê min. Di wê roja felaketa wî de, Divê te bi şahî li xerabiya wî mêze nekira. Di wê roja felaketa wî de, Divê te talanê mal û milkê wî nekira.

14 Divê ji bo kuştina revpêketiyên wî, Tu li ber devê riyan nesekiniyayî. Di wê roja teng de, Divê te kesên wî yên sax mane Nedana destê dijmin.”


Roja Xudan

15 “Roja Xudan a li dijî hemû miletan, nêzîk bû. Ya Edom, te çi kiribe, Wê hema wisa jî li te bê kirin. Wê kirinên te bên serê te.

16 Çawa we li çiyayê min ê pîroz, Ji tasa felaketê vexwar, Wê hemû milet jî wisa vexwin, vexwin, Heta tune bibin! Çawa ku qet nebûne.”


Serketina gelê Îsraêl

17 “Lê kesên filitîn, Wê li Çiyayê Siyonê bicivin Û wê ew der bibe cihekî pîroz. Wê Mala Aqûb dîsa bibe xweyê milkê xwe.

18 Mala Aqûb wê bibe agir, Mala Ûsiv wê bibe pêta êgir, Lê wê Mala Esaw bibe pûş. Wê bişewitînin û daqurtînin, Wê ji Mala Esaw kesek nemîne.” Çimkî Xudan wiha gotiye.

19 Gelê Negevê wê çiyayên Esaw, Gelê Şefêlayê wê welatê Filîstiyan ji xwe re bike milk. Cihûdayî wê axa Efrayîm û axa Sameryayê, Binyamînî jî wê Gîladê ji xwe re bikin milk.

20 Leşkerên Îsraêlî yên ji Kenanê hatine sirgûnkirin, Wê axa heta Sarêfatê, Sirgûnên Orşelîmî yên li Sefaradê, Wê bajarên li Negevê ji xwe re bikin milk.

21 Wê rizgarkarên gel herin Çiyayê Siyonê Ku serweriya çiyayên Esaw bikin Û padîşahî bibe ya Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan