Nehemya 9 - Kurmanji ÎncîlGelê Îsraêl li gunehên xwe mikur tê 1 Di bîst û çarê vê mehê de gelê Îsraêl civiya û rojî girt. Wan çûx li xwe pêça û xwelî li xwe kir. 2 Kesên ziriyeta Îsraêl ji tevahiya xerîban veqetiyan, rabûn û li gunehên xwe û neheqiyên bav û kalên xwe mikur hatin. 3 Li cihê ku sekinîbûn rabûn ser xwe, ji çarîka rojê, ji Nivîsa Şerîeta Xwedayê xwe Xudan xwend. Ji çarîka wê rojê li sûcên xwe mikur hatin û ji Xudan re deverû çûn erdê. 4 Yêşû, Banî, Qadmiyêl, Şevanya, Bûnnî, Şêrêvya, Banî û Kenaniyê ku Lêwiyî bûn derketin ser bilindciyên ku ji bo Lêwiyiyan in û bi dengekî bilind ji Xwedayê xwe Xudan re kir hewar. 5 Yêşû, Qadmiyêl, Banî, Haşavneya, Şêrêvya, Hodiya, Şevanya û Petahyayê ku Lêwiyî bûn gotin: “Rabin ser piyan û ji herheyiyê heta hetayê Xwedayê xwe Xudan pîroz bikin. Bila navê te yê birûmet pîroz be ku li ser her pesin û bereketkirinê re ye. 6 “Tu, tenê tu Xudan î. Te ezmanan, ezmanên ezmanan, tevahiya nexşên wan, erd û hemû tiştên di wan de, derya û hemû tiştên tê de te afirandin. Tu can didî tevahiya wan. Hemû nexşên ezmanan li ber te deverû dibin. 7 “Xudano, tu ew Xwedayî ku te Avram hilbijart. Te ew ji bajarê Ûra Kildaniyan derxist û te navê Îbrahîm lê danî. 8 Te dilê wî li pêş xwe dilsoz dît û te pê re peyman çêkir ku welatên Kenaniyan, Hîtîtiyan, Amoriyan, Perîzziyan, Yevûsiyan û Gîrgaşiyan bide ziriyeta wî. Te soza xwe bi cih anî. Çimkî tu rast î. 9 “Li Misrê te tengasiya bav û kalên me dît. Li kêleka Derya Sor te hewara wan bihîst. 10 Te li dijî Firewn, tevahiya xulamên wî û tevahiya gelê welatê wî nîşan û keramet pêk anîn. Çimkî te dizanibû wan çiqas zilm û zorî li ser wan kir. Herwekî îro, te nav û dengê xwe belav kir. 11 Li ber wan te derya kir du şeq ku di nav deryayê re, li ser erdê ziwa derbas bûn. Wekî kevirekî, te kesên ew diqewirandin, avêtin binê ava boş. 12 Bi rojê bi riya stûna ewran û bi şevê bi riya stûna êgir te rê nîşanî wan da ku riya tê de bimeşin, ji bo wan ronî be. 13 “Tu daketî ser Çiyayê Sînayê û bi wan re ji ezmanan peyivî. Te rê û rêbazên dirust û Şerîeta rast, qanûn û emrên qenc dane wan. 14 Te agahiya Roja Septê, roja xwe ya pîroz da wan. Te bi riya xulamê xwe Mûsa ji bo wan emir, qanûn û şerîetek danî. 15 Dema ew birçî bûn, te ji ezmanan nan da. Dema tî bûn te ji zinêr av derxist. Te ji wan re got: ‘Bikevin welatê ku min soz dabû we û bikin milk!’ 16 “Lê bav û kalên me, quretî û serhişkî kirin. Wan guh nedan emrên te. 17 Wan nexwest guhdariyê bikin. Wan karên nedîtî ku te di nav wan de kiribûn, ji bîr kirin. Wan serhişkî kir û serekek ji xwe re peyda kir ku vegerin Misrê û koletiya xwe. Lê tu Xwedayê bexişkar, keremdar û dilrehm î. Tu zû hêrs nabî û dilovaniya te zêde ye. Te ew bernedan. 18 Gava ji xwe re golikekî rijandî çêkir, got: ‘Xwedayê ku tu ji Misrê deraniye ev e’ û çêrên gelek mezin jî kirin, 19 te bi rehma xwe ya mezin ew li beriyê nehiştin. Stûna ewran a ku bi rojê rê dida û stûna êgir ya ku bi şevê riya wan ronî dikir, ew bi tenê nehiştin. 20 Ji bo hîn bibin te Ruhê xwe yê qenc da wan. Te ji devê wan man texsîr nekir. Dema tî bûn te av da wan. 21 Te çil salan ew li beriyê têr kirin, tu kêmahiya wan tunebû. Cilên wan kevin nebûn û lingên wan newerimî. 22 “Te gel û padîşahiyan da wan. Li her alî te li wan parve kirin û bi vî awayî wan welatê Sîhonê Padîşahê Heşbonê û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk. 23 Te kurên wan wekî stêrên ezmanan zêde kirin û ew xistin welatê ku te ji bav û kalên wan re gotibû wê herin wir. 24 Kurên wan ketin welatê Kenanê û ji xwe re kirin milk. Te li ber wan bi Kenaniyên ku li welêt rûniştin serî da tewandin. Te ew, padîşahên wan û gelên welêt da destên wan ku ew li gorî dilê xwe tevbigerin. 25 Wan bajarên bisûr û axa berdar desteser kirin. Wan malên bi her tiştên baş dagirtî –rez, bîrên kolayî, bexçeyên zeytûnan û darên ku bi têra xwe fêkî didin ji xwe re kirin milk. Xwarin, têr bûn û xurt bûn. Bi başiya te ya mezin kêfxweş bûn. 26 “Lê belê guhdariya te nekirin û li dijî te serî hildan. Şerîeta te avêtin pişt guhên xwe. Pêxemberên te yên ku ji bo ew li te vegerin, şahidiyê dikirin, kuştin. Çêrên gelek mezin jî kirin. 27 Loma te ew dan destê dijminên wan, wan ew tengezar kirin. Di dema tengasiyên xwe de ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst. Li gorî rehma xwe ya mezin, te xilaskar dan wan, wan jî ew ji destên dijminên wan rizgar kirin. 28 “Lê dema ku rihetî dîtin dîsa li ber te xerabî kirin. Ji ber vê yekê te ew di destê dijminên wan de hiştin û li ser wan hikim kirin. Dema ew vegeriyan û ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst û li gorî rehma xwe, gelek caran ew rizgar kirin. 29 “Ji bo ku tu wan vegerînî ser Şerîeta xwe te ew hişyar kirin. Lê wan quretî kir û guhdariya emrên te nekirin. Wan li dijî hikmên te ku mirov bi kirina wan dijî, guneh kirin. Wan serhişkî kir, pişta xwe da te û guhdariya te nekir. 30 Lê te li hember wan bi salan sebir kir û te bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên xwe ew hişyar kirin. Lê wan guh neda loma te ew da destê gelên welatan. 31 Lê belê ji ber rehma xwe ya mezin te ew bi tevahî tune nekirin, te ew bernedan. Çimkî tu Xwedayê dilrehm û keremdar î. 32 “Ya Xwedayê me! Ya Xwedayê mezin ê hêzdar û biheybet ku peyman û dilsoziyê diparêze, ji roja padîşahiya Aşûriyan heta îro, padîşahên me, serekên me, kahinên me, pêxemberên me, bavkalên me û tevahiya gelên me, tengasiya ku hatiye serê me, bila li ber çavên te kêm xuya nekin. 33 Lê di tiştên têne serê me de tu rast î. Tu dilsoz bûyî, lê me xerabî kir. 34 Padîşahên me, serekên me, kahinên me û bavkalên me Şerîeta te negirtin û guhdariya emir û şîretên te nekirin. 35 Li welatê wan, di nav qenciyên ku te zêde da wan de û li welatê berfireh û berdar de ku te xistibû destê wan, ji te re xulamî nekirin û dev ji karên xwe yên xerab bernedan. 36 “Va ye em îro kole ne. Li welatê te dabû bav û kalên me ku em berê wî bixwin û qenciya wî bibînin, em îro tê de kole ne. 37 Ji ber gunehên me, berdariya welêt ji padîşahên te danî ser serê me re çû. Me û heywanên me li gorî dilê xwe bi kar tînin. Em di nav tengasiyeke mezin de ne. Gel peymanê dipejirîne 38 “Her dem li ser vê yekê em peymaneke xurt çêdikin û dinivîsin. Serekên me, Lêwiyiyên me û kahinên me peymanê mor dikin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey