Nehemya 8 - Kurmanji Încîl1 Piştî ku Îsraêlî li bajarên xwe bûn, di meha heftan de tevahiya gel çawa ku yek mirov bin, li meydana pêşberî Dergehê Avê civiya. Wan ji Ezrayê Nivîsende, Nivîsa Mûsa ya Şerîetê xwest ku Xudan tê de li gelê Îsraêl emir kiribû. 2 Di roja pêşî ya meha heftan de Ezrayê Kahin, Nivîsa Şerîetê anî pêşberî civakê. Jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike li wir bû. 3 Wî li meydana pêşberî Dergehê Avê, ji jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike re ji serê sibê heta nîvro jê xwend. Tevahiya gel guh da Nivîsa Şerîetê. 4 Ezrayê Nivîsende li ser bilindciyekî darîn sekinî ku ji bo vî karî hatibû çêkirin. Li kêleka wî, li aliyê rastê Mattîtya, Şema, Enaya, Ûriya, Hîlqiya û Maesêya bûn. Li aliyê wî yê çepê Pedaya, Mîşaêl, Malkiya, Haşûm, Haşbaddana, Zekeriya û Meşûllam sekinî bûn. 5 Ezra li ber çavê tevahiya gel nivîsê vekir. Cihê wî ji tevahiya cihê gel bilindtir bû. Dema wî ew vekir, tevahiya gel rabû ser piyan. 6 Ezra Xwedayê mezin Xudan pîroz kir û tevahiya gel destê xwe hilda û got: “Amîn, amîn.” Paşê xwe tewandin deverû çûn erdê û perizîn Xudan. 7 Yêşû, Banî, Şêrêvya, Yamîn, Eqqûv, Şabbetay, Hodiya, Maesêya, Qelîta, Ezarya, Yozavad, Hanan û Pelaya ku Lêwiyî bûn, Şerîetê ji gel re şirove kirin. Wê gavê gel di cihê xwe de sekinî bû. 8 Ji Nivîsa Şerîeta Xwedê bi awayekî eşkere xwendin. Wan wateya wê gotin ku tişta hatiye xwendin bê fêmkirin. 9 Nehemyayê Walî, Ezrayê Kahin û Nivîsende û Lêwiyiyên ku hînî gel dikirin ji tevahiya gel re got: “Îro ji Xwedayê we Xudan re pîroz e. Şînê nekin û negirîn.” Çimkî tevahiya gel gava guhdariya gotinên Şerîetê dikir digiriya. 10 Nehemya ji wan re got: “Herin xwarinên bi rûn bixwin, tiştên şîrîn vexwin û ji wan kesan re bişînin ku haziriya xwe nekirine. Çimkî îro ji bo Rebê me pîroz e. Xemgîn nebin, çimkî hêza we şahiya Xudan e.” 11 Lêwiyiyan got: “Aram bin, ji ber ku îro pîroz e, xemgîn nebin” û bi vî awayî tevahiya gel aş kirin. 12 Loma tevahiya gel vegeriyan malên xwe ku bixwin, vexwin, paran bişînin û şahiyên mezin bikin. Çimkî wan hemû gotin fêm kiribûn ku ji wan hatibûn xwenden. 13 Di roja diduyan de, serekên binemalên tevahiya gel, kahin û Lêwiyî ji bo ku gotinên Şerîetê baştir fêm bikin, li ba Ezrayê Nivîsende li hev civiyan. 14 Wan di Şerîeta ku Xudan bi riya Mûsa dabû de dît ku divê gelê Îsraêl di cejna meha heftan de li holikan rûne. 15 Divê ew ji hemû gundan û Orşelîmê re bêjin: “Çawa ku hatiye nivîsandin, derkevin ser çiyê, çiqlên darzeytûn, darzeytûnên bejî, darên mêrsînê, darên xurmeyan û darên din ên pelgur bînin û holikan çêkin.” 16 Gel rabû çû ew anîn û li ser xaniyên xwe, li hewşên xwe, li hewşên Mala Xwedê, li meydana Dergehê Avê û li meydana Dergehê Efrayîmê ji xwe re holik çêkirin. 17 Tevahiya civaka kesên ji sirgûnê vegeriyan holik çêkirin û di holikan de rûniştin. Gelê Îsraêl ji rojên Yêşûyê kurê Nûn heta wê rojê wisa nekiribû. Loma şabûneke gelek mezin çêbû. 18 Ezra her roj, ji roja pêşî heta roja dawî ji Nivîsa Şerîeta Xwedê xwend. Heft rojan cejn kirin. Di roja heştan de, li gorî rê û rêbazan civîna mezin hat çêkirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey