Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 7 - Kurmanji Încîl

1 Sûr hatibûn çêkirin, deriyên dergehan ji aliyê min ve hatibûn lê xistin, gava dergevan, stranbêj û Lêwiyî hatin tayînkirin,

2 min birayê xwe Hananî û Hananyayê serekê bircê li ser Orşelîmê kir karmend. Ji ber ku ev zilam dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya.

3 Min ji wan re got: “Heta qêleqija rojê, bila dergehên Orşelîmê venebin. Gava ew nobedarî dikin, bila deriyan bigirin û zirzeyan bidin ber. Ji şêniyên Orşelîmê jî nobedaran tayîn bike. Bila hinek li holika nobedariyê, hinek jî li ber mala xwe nobetê bigirin.”


Kesên ji sirgûnê vegeriyan
( Ezra 2:1-70 )

4 Orşelîm berfireh û mezin bû, lê gelê tê de kêm bû û xanî hê jî nehatibûn avakirin.

5 Xwedê xist dilê min ku ji bo li gorî nifşên xwe bên hejmartin civandina pêşeng û peywirdaran û berhevkirina gel pêk bînim. Min secereya kesên ku berê derketine peyda kir. Tê de wiha hatibû nivîsandin:

6 Kesên herêma ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ew sirgûn kiribûn, vegeriyan Orşelîmê û Cihûdaya bajarên xwe.

7 Ew bi Zerûbbabîl, Yêşû, Nehemya, Ezarya, Raemya, Nahamanî, Mordexay, Bîlşan, Mîsperet, Bîgway, Nehûm û Baena re hatin. Hejmara wan Îsraêliyan wiha bû:

8 2.172 Paroşî,

9 372 Şefatyayî,

10 652 Arahî,

11 2.818 Pahat-Moaviyên ji ziriyeta Yêşû û Yoav,

12 1.254 Elamî,

13 845 Zattûyî,

14 760 Zakkayî,

15 648 Binnûyî,

16 628 Bêvayî,

17 2.322 Ezgadî,

18 667 Adonîqamî,

19 2.067 Bîgwayî,

20 655 Edînî,

21 98 Atêriyên ji ziriyeta Hîzqiya,

22 328 Haşûmî,

23 324 Bêsayî,

24 112 Harîfî,

25 95 Gîvonî,

26 188 Bêtlehemî û Netofayî,

27 128 Enatotî,

28 42 Bêtezmawetî,

29 743 Qîryat-Yearîmî, Kefîrayî û Beêrotî,

30 621 Ramayî û Gevayî,

31 122 Mîkmasî,

32 123 Bêt-Êlî û Eyî,

33 52 mirovên bajarê Neboyê yê din,

34 1.254 mirovên bajarê Elamê yê din,

35 320 Harîmî,

36 345 Erîhayî,

37 721 Lodî, Hadîdî û Onoyî

38 û 3.930 Senaayî.

39 Kahin: 973 Yedayayiyên ji mala Yêşû,

40 1.052 Îmmêrî,

41 1.247 Paşxûrî

42 û 1.017 Harîmî.

43 Lêwiyî: 74 Yêşûyiyên ji ziriyetên Hodewa û Qadmiyêl.

44 Stranbêj: 148 Asafî.

45 Dergevan: 138 Şallûmî, Atêrî, Talmonî, Eqqûvî, Hatîtayî û Şovayî.

46 Peywirdarên Perestgehê: Sîhayî, Hasûfayî, Tabbaotî,

47 Qêrosî, Sîayî, Padonî,

48 Levanayî, Hagavayî, Şalmayî,

49 Hananî, Gîddelî, Gaharî,

50 Reayayî, Resînî, Neqodayî,

51 Gazzamî, Ûzzayî, Pasêahî,

52 Bêsayî, Meûnîmî, Nefîşesîmî,

53 Baqbûqî, Haqûfayî, Harhûrî,

54 Baslîtî, Mehîdayî, Harşayî,

55 Barqosî, Sîserayî, Temahî,

56 Nesîahî û Hatîfayî.

57 Ziriyetên xulamên Silêman: Sotayî, Soferetî, Perîdayî,

58 Yaelayî, Darqonî, Gîddelî,

59 Şefatyayî, Hattîlî, Poxeret-Hassevayîmî û Amonî.

60 Hemû peywirdarên Perestgehê tevî kesên ji ziriyetên xulamên Silêman: 392.

61 Kesên ji bajarên Tel-Melah, Tel-Harşa, Kerûv, Addon û Îmmêrê hatin lê nekaribûn bidin kifşkirin ku ji kîjan ziriyet an malbatê ne û bi rastî Îsraêlî ne, ev in:

62 Delayayî, Toviyayî û Neqodayî.

63 Ji ziriyetên kahinan jî ev bûn: Hovayayî, Haqqosî û kurên Barzîllayê ku bi keçeke Barzîllayê Gîladî re zewicî û navê xezûrê xwe stand.

64 Ew li ziriyeta xwe geriyan lê qeydeke nivîskî nedîtin. Loma jî ne paqij hatin hesibandin û kahintî ji wan hat standin.

65 Walî ji wan re gotiye ku heta kahinekî ku Ûrîm û Tûmmîmê bi kar tîne derkeve, ji xwarina herî pîroz nexwin.

66 Hejmara tevahiya civakê 42.360 kes bû.

67 Herwiha 7.337 xulam û xadim, 245 stranbêjên jin û mêr,

68 736 hesp, 245 hêstir,

69 435 deve û 6.720 kerên wan jî hebûn.

70 Ji serekên binemalan hin kesan, ji bo vî karî diyarî pêşkêş kirin. Walî hezar darîk zêr, 50 tasik, 530 mîntanên kahinan da xezîneyê.

71 Ji serekên binemalan hin kesên din, ji bo xezîneya kar 20.000 darîk zêr û 2.200 mina zîv da.

72 Ji gelê mayî tiştên ku hatin dayîn, 20.000 darîk zêr, 2.000 mina zîv û 67 mîntanên kahinan.

73 Kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, hinek kesên ji gel, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelê Îsraêl li bajarên xwe bi cih bûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan