Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 6 - Kurmanji Încîl


Fen û fûtên li dijî Nehemya

1 Sanballat, Toviya, Geşemê Ereb û dijminên me yên din bihîst ku min sûr ava kiriye û cihekî qelişî jî tê de nemaye. Lê heta wê demê min derî bi dergehan ve nekiribûn.

2 Sanballat û Geşem ji min re xeber şand û got: “Were, em li gundekî Deşta Onoyê hev bibînin.” Lê fikra wan ew bû ku xerabiyê bi min bikin.

3 Min xeber şand û got: “Ez karekî mezin dikim, nikarim bêm. Çima ez dev ji kar berdim, bêm ba we û di vê navberê de kar bisekine?”

4 Li ser vê gotina min, wan çar caran xeber ji min re şand û min li gorî vê gotinê bersiva wan da.

5 Sanballat cara pêncan qasidê xwe şand ba min. Di destê wî de nameyeke vekirî hebû.

6 Tê de wiha hatibû nivîsandin: “Di nav gelan de tê gotin –Geşem jî dibêje– ku tu û Cihû difikirin serî hildin û ji bo vê yekê ye ku tu sûran lê dikî. Li gorî van gotinan tu dixwazî bibî padîşahê wan.

7 Ji bo ku bêjin: ‘Li Cihûdayê padîşah heye’ û li Orşelîmê bidin bihîstin, te pêxember jî tayîn kirine. Niha wê ev yek ji padîşah re bê gotin. Loma were em bi hev bişêwirin.”

8 Min xeber jê re şand û got: “Tiştekî tu dibêjî neqewimiye. Tu van tiştan bi xwe çêdikî.”

9 Çimkî tevahiya wan gotin ku divê ew dev ji kar berdin û kar nekin. Bi vî awayî xwestin me bitirsînin. Lê min ev dua kir û got: “Xwedêyo, destê min hêzdar bike!”

10 Rojekê ez çûm mala Şemayayê kurê Delayayê kurê Mehêtavêl ku xwe li malê veşartibû. Wî ji min re got: “Li Mala Xwedê, li hundirê Perestgehê em hev bibînin, lê em deriyê Perestgehê bigirin. Çimkî wê ji bo kuştina te werin! Belê wê bi şev ji bo kuştina te werin.”

11 Min got: “Ma mêrekî wekî min direve? Kesekî wekî min ji bo sax bimîne, dikeve Perestgehê? Ez nakevimê.”

12 Min fêm kir ku Xwedê ew neşandiye. Ji ber ku Toviya û Sanballat bi pere ew girtibû, wî wekî pêxemberekî ev gotin li dijî min gotibûn.

13 Ji bo vî karî, pere dabûn wî. Ji bo ez bitirsim, bi ya wî bikim û guneh bikim. Wan xwest navê min xerab bikin û tinazê xwe bi min bikin.

14 “Ya Xwedayê min! Toviya, Sanballat, Noedyaya Pêxember û pêxemberên din ên dixwazin min bitirsînin, li gorî van karên wan bi bîr bîne.”


Lêkirina sûran diqede

15 Jinûveavakirina sûran di pêncî û du rojan de ango di bîst û pêncê Êlûlê de qediya.

16 Gava tevahiya dijminên me bihîst, hemû miletên li derdora me tirsiyan. Bi vî awayî bi tevahî baweriya xwe winda kirin. Çimkî pê hesiyan ku ev kar ji aliyê Xwedayê me ve hatiye kirin.

17 Herwiha di wan rojan de, pêşengên Cihûdayê gelek caran ji Toviya re name dişandin. Nameyên Toviya jî, ji wan re diçûn.

18 Li Cihûdayê gelek mirov ji bo wî sond xwaribûn. Çimkî ew zavayê Şexanyayê kurê Arah bû. Yehohananê kurê wî jî, keça Meşûllamê kurê Berekya ji xwe re anîbû.

19 Pêşangan li ber min behsa qenciyên Toviya dikirin û gotinên min jê re dibirin. Toviya, ji bo min bitirsîne name dişandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan