Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 5 - Kurmanji Încîl


Nehemya alîkariya feqîran dike

1 Piştî demekê li ser birayên wan ên Cihû, gel û jinên wan kir hewar.

2 Hinekan digot: “Em bi kur û keçên me pir in. Divê em dexil bistînin bixwin ku em bijîn.”

3 Hinekan jî digot: “Ji ber xelayê divê em dexil bistînin, beramberî wê zevî, rez, bexçe û xaniyên xwe gerew deynin.”

4 Hinekên din digot: “Ji bo baca padîşah em li ser zevî, rez û bexçeyên xwe ketin bin deynan.

5 Goştê me wekî goştê canê birayên me ye. Kurên me, wekî kurên wan in, ne wisa ye? Lê niha em kur û keçên xwe dikin kole û hinek keçên me bûne carî! Tu tişt ji destê me nayê, zevî û rezên me yên kesên din in.”

6 Gava min ev hewar û gazin bihîstin, ez gelek hêrs bûm.

7 Bi dilê xwe şêwirîm, min pêşeng û peywirdar sûcdar kirin û got: “Tevahiya we ji birayên xwe faîzê distînin.” Min li dijî wan komeke mezin ava kir

8 û ji wan re got: “Heta ji destê me hat me birayên xwe yên Cihû kirîn ku ji bo miletên din hatibûn firotin. Hûn birayên xwe difiroşin ku em careke din wan bikirin?” Ew bêdeng man, gotineke ku bêjin nedîtin.

9 Min got: “Ev karê we ne baş e. Ma ne hewce ye, hûn di tirsa Xwedayê me de bimeşin ku miletên dijminên me tinazên xwe bi me nekin?

10 Herwiha ez, birayên min û xulamên min bi xwe jî, em bi deyn zîv û dexil didine wan. Hêvî dikim, em êdî vê faîzê biqedînin.

11 Îro rabin zevî, rez, bexçeyên zeytûnan û malên wan bidin wan. Bi ser de jî, ji sedî yekê faîza ku hûn ji bo zîv, dexil, şeraba nû û zeytê distînin, li wan vegerînin.”

12 Gotin: “Emê li wan vegerînin û tiştekî ji wan nexwazin. Çawa tu dixwazî, emê wisa bikin.” Min gazî kahinan kir û min ew dan sondê ku li gorî vê sozê tevbigerin.

13 Min dawa xwe weşand û got: “Her kesê ku vê sozê neyîne cih, bila Xwedê wî jî wisa daweşîne û bavêje, mal û milkê wî jî, ji destê wî bistîne.” Tevahiya civakê got: “Amîn” û pesnê Xudan da. Bi vî awayî gel li gorî vê sozê kir.

14 Herwiha ji roja ku ferman dane min ku ez bibim waliyê welatê Cihûda, ji bîst saliya Artahşastayê Padîşah heta sî û du saliya wî, ne min, ne jî hevalên min duwanzdeh salan xwarina walîtiyê nexwar.

15 Waliyên beriya min li ser gel bûn bar û ji wan, ji bilî nan û şerabê, 40 şekel zîv jî distandin. Xulamên wan jî bûbûn bela serê gel. Lê ji tirsa Xwedê, min wisa nekir.

16 Min jinûveavakirina sûran berdewam kir. Hemû xulamên min li ser kar bûn, me zeviyek jî nekirî.

17 Sed û pêncî kes li ser sifreya min hebûn. Hem Cihû û peywirdar, hem jî gelên ji derdora me dihatin ba me.

18 Ji bo min her roj gayek, şeş pezên bijare û mirîşk dihatin serjêkirin. Ji deh rojan carek, bi têra xwe şerab dihate amadekirin. Lê dîsa jî, ji ber ku barê koletiyê li ser gel giran bû, min dest neda xwarina walîtiyê.

19 Ya Xwedayê min! Her tiştê min di riya vî gelî de kiriye, ji bo min bi qencî bi bîr bîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan