Nehemya 4 - Kurmanji ÎncîlKesên li dijî lêkirina sûran 1 Gava Sanballat bihîst ku em sûran lê dikin, gelek aciz û hêrs bû. Wî henekên xwe bi Cihûyan kirin. 2 Li ber birayên xwe û artêşa Sameryayê got: “Ev Cihûyên ketî çi dikin? Wê her tiştan ji nû ve ava bikin? Gelo wê qurban serjê bikin? Wê di rojekê de biqedînin? Wê di nav komên molozan de ma wê keviran jîndar bikin? Hemû şewitî ne!” 3 Toviyayê Emmonî li ba wî bû û got: “Ka li dîwarokê wan ê kevir binêre! Roviyek jî here ser, wê hilweşe!” 4 Loma min wiha dua kir û got: “Ya Xwedayê me bibihîze! Çimkî me biçûk dibînin. Tinazên wan bîne serê wan. Wekî talên bide destê warê sirgûnê. 5 Neheqiyên wan nenixême, bila gunehên wan li ber te neyên rakirin. Çimkî wan li pêşberî avakaran, tu hêrs kirî.” 6 Paşê me lêkirina sûran berdewam kir. Heta nîvê bilindahiya wan, me tevahiya sûran lê kir. Çimkî gel ji bo xebatê dilxwaz bû. 7 Gava Sanballat, Toviya, Ereb, Emmonî û Aşdodiyan dît ku lêkirina sûrên Orşelîmê baş dimeşe û cihên hilweşandî têne dagirtin, gelekî hêrs bûn. 8 Hemû bi hev re fen û fût çêkirin ku werin, şerê Orşelîmê bikin û tevlihevî derxin. 9 Lê me ji Xwedayê xwe re dua kir û ji bo wan me bi şev û rojan nobedar danîn. 10 Lê Cihûdayiyan digot: “Hêza barkêşan kêm dibe. Ewqas moloz hebin, em nikarin sûran lê bikin.” 11 Dijminên me digot: “Heta em bikevin nav wan, wan bikujin û karê dikin bidin sekinandin, wê fêm nekin û nebînin.” 12 Cihûyên li ba wan diman jî hatin, deh caran em hişyar kirin û gotin: “Divê hûn vegerin ba me, yan na wê ji her aliyê êrîşê we bikin.” 13 Li ser vê yekê li pişt sûran, li cihên herî jêrîn û li cihên vekirî min, gel tevî şûr, rim û kevanan danîn û li gorî binemalan min ew bicih kirin. 14 Piştre min li van tiştan nihêrî, rabûm û min ji pêşeng, peywirdar û gel re got: “Ji wan netirsin! Rebê mezin û biheybet bi bîr bînin û ji bo bira, kur, keç, jin û malên xwe şer bikin.” 15 Gava dijminên me bihîst ku fena wan li me eşkere bûye û Xwedê betal kiriye, her kesê ji me vegeriya sûran ku karê xwe bike. 16 Piştî wê rojê nîvê xulamên min kar dikin û nîvê mayî rahiştin rim, mertal, kevan û zirxan. Serek li pişt tevahiya Mala Cihûda bûn 17 ku avakarên sûran biparêzin. Barkêş bi destekî xwe barê xwe, bi destê din jî çek hildigirtin. 18 Avakar, şûrê xwe girê dabûn û dixebitîn. Borîvan jî li ba min bû. 19 Min ji pêşeng, peywirdar û gel re got: “Kar gelek e û belavela ye. Em li ser sûran ji hev dûr in. 20 Gava we dengê boriyan bihîst, li ba me bicivin. Wê Xwedayê me ji bo me şer bike.” 21 Bi vî awayî me kar dikir, nîvî ji wan, ji serê sibê heta stêrên şevê, rim hildigirtin. 22 Wê gavê min ji gel re got: “Her kes bila şeva xwe, bi xulamê xwe re, li Orşelîmê derbas bike. Bila bi şev nobetê bigirin, bi roj jî bixebitin.” 23 Ne min, ne birayên min, ne xulamên min, ne jî nobedarên min, tu kes ji me cil û bergên xwe dernedixistin. Çekê her kesî di destê wî de bû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey