Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 3 - Kurmanji Încîl


Lêkirina sûran

1 Êlyaşîvê Serkahin û kahinên din rabûn, Dergehê Pêz ji nû ve ava kirin. Wan ew pîroz kir û deriyên wî bi cih kirin. Dîwarê ku ji Dergehê Pêz destpê dike û heta Birca Hammêa û Birca Hananêlê diçe, pîroz kirin.

2 Erîhayiyan beşê li ba wan lê kir. Zakkûrê kurê Îmrî jî beşê din ji nû ve ava kir.

3 Senaayiyan Dergehê Masiyan ava kir. Kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.

4 Merêmotê kurê Ûriyayê kurê Haqqos beşê din nû kir. Meşûllamê kurê Berekyayê kurê Meşêzavêl beşê din ji nû ve ava kir. Sadoqê kurê Baena beşê din ji nû ve ava kir.

5 Teqoayiyan beşê din nû kir, lê kesên esilzade nexwest tevli karê xweyiyên xwe bibin.

6 Yoyadayê kurê Pasêah û Meşûllamê kurê Besodya Dergehê Kevin ji nû ve ava kir. Wan kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.

7 Melatyayê Gîvonî û Yadonê Mêronotî ku mirovên Gîvonî û Mîspayî ne, beşê din ji nû ve ava kir. Ew bajar di bin serweriya waliyê herêma rojavayê Feratê de bûn.

8 Ûzziyêlê kurê Harhaya ku zêrker bû, beşê din ji nû ve ava kir. Hananyayê etar, beşê din ji nû ve ava kir. Wan sûrên Orşelîmê heta Dîwarê Fireh ava kirin.

9 Refayayê kurê Hûr ku serekê nîvê Orşelîmê bû, beşê din ji nû ve ava kir.

10 Yedayayê kurê Harûmaf beşê din ê li pêşberî deriyê mala xwe ji nû ve ava kir. Hattûşê kurê Haşavneya, beşê li din ji nû ve ava kir.

11 Malkiyayê kurê Harîm û Haşşûvê kurê Pahat-Moav, beşê din û Birca Tenûran ji nû ve ava kirin.

12 Şallûmê kurê Hallohêş ku serekê nîvê Orşelîmê bû, bi keçên xwe re beşê din ji nû ve ava kir.

13 Hanûn û şêniyên Zanoahê Dergehê Newalê ji nû ve ava kir. Wan ew û beşê li ser dîwêr heta Dergehê Ziblê bi qasî hezar gazî ji nû ve ava kirin û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.

14 Malkiyayê kurê Rêxavê serekê navçeya Bêthakkeremê, Dergehê Ziblê ji nû ve ava kir. Wî ew ava kir û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.

15 Şallûnê kurê Kol-Hozeyê serekê bajarê Mîspayê, Dergehê Kaniyê ji nû ve ava kir. Serê wî nixumand û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin. Herwiha wî dîwarê Hewza Şelahê ya li ber bexçeyê padîşah, heta bi derenceyên ku xwe ji Bajarê Dawid berdidin, ji nû ve ava kir.

16 Ji wir wêdetir Nehemyayê kurê Ezbûqê serekê nîvê navçeya Bêtsûrê, ji pêşberî goristana Mala Dawid, heta hewza çêkirî û Mala Mêrxasan ji nû ve ava kir.

17 Ji wir wêdetir Rehûmê kurê Banî û Lêwiyiyên din ji nû ve ava kir. Li ba wî Haşavyayê serekê nîvê navçeya Qeîlayê, beşê aliyê xwe ji nû ve ava kir.

18 Ji wir wêdetir, Bawayê kurê Hênadadê serekê nîvê din ê bajarê Qeylayê û birayên wan ji nû ve ava kir.

19 Li ba wî Êzerê kurê Yêşû ku serekê bajarê Mîspayê bû, beşê din ji nû ve ava kir ku ji hevraz heta goşeyê, heta ber cebilxaneyê ve diçû.

20 Ji wir wêdetir Barûkê kurê Zakkay beşê din ji nû ve ava kir ku ji Goşeyê heta ber deriyê mala Êlyaşîvê Serkahin diçû.

21 Ji wir wêdetir Merêmotê kurê Ûriyayê kurê Haqqos beşê ku ji ber deriyê mala Êlyaşîv heta dawiya mala Êlyaşîv diçû, ji nû ve ava kir.

22 Ji wir wêdetir kahinên li derdorê dijiyan, ji nû ve ava kir.

23 Ji wir wêdetir Binyamîn û Haşşûv beşê li hemberî malên xwe ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Ezaryayê kurê Maesêyayê kurê Enanya ber mala xwe ji nû ve ava kir.

24 Ji wir wêdetir Binnûyê kurê Hênadad, beşê ji mala Ezarya heta cihê ku Sûr li xwe difetile, heta ber bi goşeyê beşekî din, ji nû ve ava kir.

25 Palalê kurê Ûzay, pêşberî goşeyê û birca ji qesra padîşah a jorîn ku ber bi derve, li kêleka hewşa parêzvanan ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Pedayayê kurê Paroş

26 û peywirdarên Perestgehê yên li Ofelê rûdiniştin, beşê heta li hember Dergehê Avê yê ku li aliyê rojhilatê û heta birca ber bi derve derketiye ji nû ve ava kir.

27 Ji wir wêdetir Teqoayiyan beşê li pêşberî birca mezin ku ber bi derve ve diçe, heta bi dîwarê Ofelê ji nû ve ava kir.

28 Kahinan serê Dergehê Hespan ji nû ve ava kir, her kesî pêşiya mala xwe ji nû ve ava kir.

29 Ji wir wêdetir Sadoqê kurê Îmmêr pêşberî mala xwe ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir nobedarê Dergehê Rojhilat, Şemayayê kurê Şexanya ji nû ve ava kir.

30 Ji wir wêdetir Hananyayê kurê Şelemya û kurê şeşan ê Salaf, Hanûn beşê din ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Meşûllamê kurê Berekya pêşberî odeya xwe ji nû ve ava kir.

31 Ji wir wêdetir Malkiyayê zêrker, heta ber bi mala peywirdarên Perestgehê û bazirganan a li pêşberî Dergehê Mîfqadê û heta odeya goşeya jora li sûrê ji nû ve ava kir.

32 Navbera serejêra goşeyê û Dergehê Pêz, zêrker û bazirganan ji nû ve ava kir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan