Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 2 - Kurmanji Încîl


Nehemya diçe Orşelîmê

1 Di meha Nîsanê de ku bîst saliya Artahşastayê Padîşah e, her gava şerab li pêş wî bû, min şerab hilda û da padîşah. Li hizûra wî qet xemgîn nebûm.

2 Padîşah ji min re got: “Tu ne nexweşî, çima wisa xemgîn î? Gelo derdekî te heye?” Ez gelekî tirsiyam.

3 Min ji padîşah re got: “Bila padîşah her û her bijî! Bajarê goristana bav û kalên min wêran bûye û dergehên wê hatine şewitandin, ezê çawa xemgîn nebim?”

4 Padîşah ji min re got: “Tu çi dixwazî?” Min ji Xwedayê Ezmanan re dua kir

5 û ji padîşah re got: “Heke bi dilê te be û dilê te bi xulamê te xweş be, min bişîne Cihûdayê, bajarê ku goristana bav û kalên min li wir e, ezê bajêr ji nû ve ava bikim.”

6 Gava şahbanû li ba wî bû, padîşah ji min re got: “Rêwîtiya te wê çiqas bidome? Tê kengê vegerî?” Ji ber ku çûyîna min bi dilê wî bû, min jê re wextek diyar kir.

7 Paşê min ji padîşah re got: “Ezbenî heke bi dilê te be, bila name ji waliyên herêma rojavayê Feratê re bên nivîsandin ku gava ez bigihîjim Cihûdayê, ew rê bidin min.

8 Herwiha bila nameyek ji Asafê nobedarê daristana padîşah re jî bê nivîsandin. Bila ew daran bidin min ku kêranên ji bo dergehên birca li ba Malê, sûrên bajêr û xaniyê ku ezê lê bimînim bên çêkirin.” Ji bo ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min bû, padîşah daxwaza min qebûl kir.

9 Gava ez hatim ba waliyên herêma rojavayê Feratê, min nameyên padîşah dan wan. Padîşah bi min re siwar û fermandar şandibûn.

10 Sanballatê Horonî û Toviyayê Peywirdarê Emmonî ev yek bihîst. Hatina kesekî ku li qenciya gelê Îsraêl digere, ew gelekî aciz kirin.

11 Ez hatim Orşelîmê û li wir sê rojan mam.

12 Bi şev ez tevî hinek zilaman rabûm. Min tiştê ku Xwedayê min ji bo Orşelîmê bikim xistibû dilê min, ji tu kesî re negot. Min tenê heywanê ez lê siwar bûm, bir.

13 Bi şev di Dergehê Newalê re, ber bi Kaniya Ejderhayê û Dergehê Zibil re çûm. Min çavdêriya sûrên Orşelîmê yên hilweşiyayî û dergehên şewitî kir.

14 Ez çûm Dergehê Kaniyê û Hewza Padîşah. Lê ji bo heywanê ez lê siwar dibûm cihekî derbasbûnê tunebû.

15 Loma ez bi şev derbasî newalê bûm û min çavdêriya sûran kir. Ez zivirîm û ketim Dergehê Newalê ku vegerim malê.

16 Peywirdar nizanibûn ez çûme ku derê û ez çi dikim. Min ji Cihû, kahin, pêşeng, serek û kesên din ên kar dikin re behsa tiştekî nekiribû.

17 Min ji wan re got: “Hûn rewşa xerab a ku em tê de ne dibînin. Orşelîm wêran e û dergehên wê hatine şewitandin. Werin, em sûrên Orşelîmê ji nû ve ava bikin û ji nava vê riswatiyê derkevin.”

18 Min ji wan re got ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min e. Min gotinên ku padîşahê min ji min re gotibûn jî, ji wan re got. Wan got: “Em rabin û ji nû ve ava bikin.” Ji bo vî karê baş zend û bendê xwe ba dan.

19 Lê gava Sanballatê Horonî, Toviyayê Peywirdarê Emmoniyan û Geşemê Ereb ev yek bihîst, wan em kêm dîtin û henekên xwe bi me kirin. Wan got: “Hûn çi dikin? Ma hûn li dijî padîşah serî hildidin?”

20 Min bersiv da wan û got: “Yê ku me bi ser bixe, Xwedayê Ezmanan e. Em xulamên wî, rabûn ku ji nû ve ava bikin. Li Orşelîmê, wê ne para we, ne jî axa we hebe. Wê kes behsa navê we jî neke.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan