Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nehemya 13 - Kurmanji Încîl


Nûkirinên dawî yên Nehemya

1 Wê rojê wan Nivîsa Mûsa ji gel re xwend. Di nivîsê de hatibû gotin ku divê Emmonî û Moavî heta hetayê nekevin civaka Xwedê.

2 Çimkî tevî ku wan bi av û nên pêşwaziya Îsraêliyan nekiribûn, wan pere dabû Balam ku naletê li wan bike. Lê Xwedayê me ev nalet kir bereket.

3 Gava gelê Îsraêl şerîet bihîst, hemû kesên xerîb ji xwe veqetandin.

4 Beriya vê yekê, Êlyaşîvê Kahin ku ew danîbûn ser embarên Mala Xwedayê me û ji merivên Toviya bû,

5 ji Toviya re odeyeke mezin amade kir ku pêşkêşiyên dexil, gunî, taxim, pêşkêşiyên ji bo kahinan û dehyekên genim, şeraba nû û zeyt li gorî Şerîetê didan Lêwiyî, stranbêj û dergevanan, berê dixistin wê derê.

6 Ji ber ku di sî û du saliya Artahşastayê Padîşahê Babîlê de ez çûm ba padîşah, gava tevahiya van karan dibû, ez ne li Orşelîmê bûm. Piştî demekê min ji Padîşah destûrê xwest

7 û ez hatim Orşelîmê. Wê gavê min xerabiya Êlyaşîv fêm kir. Wî di Mala Xwedê de ji bo Toviya odeyek amade kiribû.

8 Ez gelek hêrs bûm. Min hemû taximên mala Toviya ji odeyê avêtin derve.

9 Paşê min ferman da û wan jî hemû ode paqij kirin. Min taximên Mala Xwedê, pêşkêşiya dexil û gunî careke din anî wir.

10 Herwiha min fêm kir ku parên Lêwiyiyan nedane wan û Lêwiyî û stranbêjên ku xizmet dikirin jî vegeriyane zeviyên xwe.

11 Min bi qirika peywirdaran girt û got: “Çima dev ji Mala Xwedê hatiye berdan?” Min careke din ew dan hev û danîn cihê wan.

12 Paşê tevahiya Cihûdayê, dehyeka dexil, zeyt û şeraba nû yê xwe anîn û xistin embaran.

13 Ji ber ku mirovên dilsoz dihatin hesibandin, min Şelemyayê Kahin, Sadoqê Nivîsende û Pedayayê Lêwiyî danî ser embaran. Min Hananê kurê Zakkûrê kurê Mattanya jî danî ba wan. Karên wan ew bû ku li birayên xwe parve bikin.

14 Ji bo vê yekê min bi bîr bîne ya Xwedayê min! Karên min ên ku min ji bo Mala Xwedayê xwe û xizmetên wê kirine, tune neke!

15 Di wan rojan de min li Cihûdayê dît ku hinek mirov di Roja Septê de di mehserê de tirî diguvaştin, lodên dexlê hildigirtin û li keran bar dikirin. Herwiha şerab, tirî, hejîr û her cure lod di Roja Septê de dibirin Orşelîmê û difirotin. Ji bo vê yekê min erzê wan şikand.

16 Sûrî jî li bajêr rûdiniştin. Wan masî û her cure mal dianîn û Roja Septê difirotin gelê Cihûda. Wan li Orşelîmê jî ev yek kir!

17 Ez ketim qirika pêşengên Cihûdayê û min got: “Ev karê we yê xerab çi ye ku we Roja Septê mirdar kir?

18 Ma bav û kalên we wiha nekir? Ma Xwedayê me tevahiya belayan bi ser me de, bi ser vî bajarî de neanî? Hûn jî bi mirdarkirina Roja Septê, hêrsa Xwedê li ser gelê Îsraêl zêdetir dikin.”

19 Beriya Septê, gava tarî ket ser dergehên Orşelîmê, min emir kir ku derî bên girtin. Min emir kir ku heta dawiya Septê venebin. Min beşek ji xulamên xwe jî danî ber deriyan ku Roja Septê bar nekevin hundir.

20 Bazirgan û kesên ku her cure mal difirotin, çend caran li derveyî Orşelîmê şeva xwe derbas kirin.

21 Lê min erzê wan şikand û got: “Hûn çima li ber sûran şeva xwe derbas dikin? Hûn careke din bikin, ezê zorê li we bikim.” Piştî wê gotinê, ew Roja Septê nehatin.

22 Min emir da Lêwiyiyan ku ji bo Roja Septê pîroz bikin, xwe paqij bikin, werin û li ber dergehan bisekinin. Ya Xwedayê min, ji bo vê yekê jî min bi bîr bîne û bi dilovaniya xwe ya mezin li ber min bikeve.

23 Di wan rojan de min hinek Cihû dîtin ku jinên Aşdodî, Emmonî û Moavî ji xwe re anîne.

24 Nîvê zarokên wan bi zimanê Aşdodiyan dipeyivî. Wan zimanê Cihûdayiyan nizanibû lê bi zimanê gelên din diaxivîn.

25 Min bi qirika wan girt û naletê li wan anî. Min li hinekan xist û porê wan anî xwarê. Li ser heqê Xwedê min sond bi wan da xwarin û ji wan re got: “Hûnê keçên xwe nedin kurên wan. Ji kurên xwe û ji xwe re keçên wan jî neyînin.

26 Ma Silêmanê Padîşahê Îsraêlê bi van tevgeran gunehkar nebû? Di nava gelek miletan de padîşahekî wekî wî tunebû. Ew hezkiriyê Xwedê bû û Xwedê ew li ser tevahiya gelê Îsraêl kir padîşah. Lê belê jinên xerîb kirin ku ew bixwe jî gunehan bike.

27 Ma em guhdariya we û vê xerabiya mezin bikin?! We jinên xerîb ji xwe re anî û bi vî awayî nedilsozî bi Xwedayê me kir.”

28 Kurekî Yoyadayê kurê Êlyaşîvê Serkahin hebû ku bi keça Sanballatê Horonî re zewicî bû. Min ew ji ba xwe qewitand.

29 Ya Xwedayê min wan bi bîr bîne. Wan kahintî tevî peymana kahin û Lêwiyiyan mirdar kirin.

30 Min gel ji tevahiya xerîban paqij kir û yek bi yek ji bo kahin û Lêwiyiyan wezîfe diyar kir.

31 Min di demên diyarkirî de ji bo pêşkêşiya daran û ji bo berê pêşî pêşkêşî peyda kirin. Ya Xwedayê min, bi qenciyê min bi bîr bîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan