Nehemya 12 - Kurmanji ÎncîlKahin û Lêwiyî 1 Kahin û Lêwiyiyên ku bi Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û Yêşû re ji sirgûnê hatin ev in: Kahin: Seraya, Yêremya, Ezra, 2 Amarya, Mallûk, Hattûş, 3 Şexanya, Rehûm, Merêmot, 4 Îddo, Gînneton, Aviya, 5 Miyamîn, Maedya, Bîlga, 6 Şemaya, Yoyarîv, Yedaya, 7 Sallû, Emoq, Hîlqiya û Yedaya. Ev di rojên Yêşû de serekên kahin û birayên wan bûn. 8 Lêwiyî: Yêşû, Binnûy, Qadmiyêl, Şêrêvya, Cihûda û Mattanyayê ku bi birayên xwe re berpirsiyarê li ser lavijên spasiyê bû. 9 Birayên wan Baqbûqya û Ûnnî, li gorî peywira xwe li pêşberî wan bûn. 10 Yêşû bavê Yoyaqîm bû. Yoyaqîm bavê Êlyaşîv, Êlyaşîv bavê Yoyada, 11 Yoyada bavê Yonatan, Yonatan jî bavê Yaddûa bû. 12 Di rojên Yoyaqîm de kahinên ku serekê binemalan bûn ev bûn: Ji Serayayiyan Meraya, ji Yêremyayiyan Hananya, 13 ji Ezrayiyan Meşûllam, ji Amaryayiyan Yehohanan, 14 ji Melîkuyiyan Yonatan, ji Şevanyayiyan Ûsiv, 15 ji Harîmiyan Edna, ji Merayotiyan Helqay, 16 ji Îddoyiyan Zekeriya, ji Gînnetoniyan Meşûllam, 17 ji Aviyayiyan Zikrî, ji Mînyamînî û Moadyayiyan Pîltay, 18 ji Bîlgayiyan Şammûa, ji Şemayayiyan Yehonatan, 19 ji Yoyarîviyan Mattenay, ji Yedayayiyan Ûzzî, 20 ji Sallayiyan Qallay, ji Emoqiyan Êver, 21 ji Hîlqiyayiyan Haşavya û ji Yedayayiyan Natanêl. 22 Li ser Lêwiyiyan, di rojên Êlyaşîv, Yoyada, Yohanan û Yaddûa de serekên binemalan û kahinan li ser Padîşahiya Daryûsê Parsê nivîsandin. 23 Serekên binemalên Lêwiyiyan heta rojên Yohananê kurê Êlyaşîv di Nivîsa Qewimînan de hatine nivîsandin. 24 Serekên Lêwiyiyan jî ev in: Haşavya, Şêrêvya, Yêşûyê kurê Qadmiyêl û birayên wan ên li pêşberî hev ku li gorî emrê Dawidê zilamê Xwedê pesin û şikirdariyê dikin. 25 Mattanya, Baqbûqya, Ovadya, Meşûllam, Talmon û Eqqûv dergevanên li ba embarên dergehan bûn. 26 Di rojên Yoyaqîmê kurê Yêşûyê kurê Yosadaq de û di rojên Nehemyayê Walî û Ezrayê Kahin û Nivîsende de ew hebûn. Pîrozkirina sûrên Orşelîmê 27 Di dema pîrozkirina sûrên Orşelîmê de, li ku derê Lêwiyiyek hebe peyda kirin û anîn Orşelîmê ku şahî û şikirdariyan bi zîl, çeng û tembûran bikin. 28 Komên stranbêjan ji hawirdora Orşelîmê, ji gundên Netofayiyan, 29 ji Bêtgîlgal û ji hawirdorên Geva û Ezmawetê berhev bûn. Çimkî stranbêjan li derdora Orşelîmê ji xwe re gund ava kiribûn. 30 Kahin û Lêwiyiyan xwe paqij kirin û paşê gel, dergeh û sûran jî paqij kirin. 31 Min serekên Cihûdayê derxistin ser sûran û du komên mezin tayîn kirin ku ref bi ref bimeşin û spas bikin. Yek ji wan ji aliyê rastê ve ber bi Dergehê Ziblê ve dimeşiya. 32 Li pey wan Hoşaya, nîvê serekên Cihûdayê, 33 Ezarya, Ezra, Meşûllam, 34 Cihûda, Binyamîn, Şemaya, Yêremya, 35 hinek ji kurên kahinan ku di destê wan de borî hebûn –Zekeriyayê kurê Yonatanê kurê Şemayayê kurê Mattanyayê kurê Mîxayayê kurê Zakkûrê kurê Asaf– 36 û birayên wî Şemaya, Ezarêl, Mîlalay, Gîlalay, Maey, Natanêl, Cihûda û Hananî bi amûrên muzîkê yên Dawidê zilamê Xwedê dimeşiyan. Ezrayê Nivîsende jî li pêşiya wan bû. 37 Li Dergehê Kaniyê ku li pêşberî wan bû, di hevraza sûran re, di derenceyên Bajarê Dawid re derketin. Ew di jora qesra Dawid re heta ber Deriyê Avê yê ku ber bi rojhilatê bû meşiyan. 38 Koma din a ku şikir dikirin, nîvê gel û ez li paş wan li ser aliyê çepê yê sûran, ji aliyê jor a Birca Tenûran heta Dîwarê Fireh meşiyan. 39 Ji ser Dergehê Efrayîmê û ji ba Dergehê Kevin, Dergehê Masiyan, Birca Hananêl û Birca Hammêayê heta ber bi Deriyê Pêz çûn û li ber Deriyê Parêzvanan sekinîn. 40 Ez nîvê peywirdarên ku bi min re bûn û herdu komên şikir dikirin, li Mala Xwedê sekinîn. 41 Kahinên ji wan –di destê wan de borî hebûn– ev bûn: Êlyaqîm, Maesêya, Mînyamîn, Mîxaya, Êlyoênay, Zekeriya, Hananya, 42 Maesêya, Şemaya, Êlezar, Ûzzî Yehohanan, Malkiya, Elam û Êzer. Stranbêj distrandin û Yîzrahya serekê wan bû. 43 Ji ber ku Xwedê ew bi şabûneke mezin şa kiribû, wan wê rojê bi şahiyeke mezin gelek qurban serjê kirin. Jin û zarok jî gelek şa bûn û şahiya Orşelîmê ji dûr ve hat bihîstin. 44 Wê rojê mirov danîn ser embarên pêşkêşî, berên pêşî û dehyekan ku parên ji zeviyên bajaran hatine û li gorî Şerîetê ji bo kahin û Lêwiyiyan in, li wir berhev bikin. Cihûda ji ber ku kahin û Lêwiyî nobedarî dikirin gelek şa dibû. 45 Wan xizmeta Xwedayê xwe û xizmeta paqijiyê kir. Stranbêj û dergevanan jî li gorî emrên Dawid û Silêmanê kurê wî kirin. 46 Çimkî di demên berê de, di rojên Dawid û Asaf de, serekê stranbêjan û stranên pesindanê ji bo Xwedê hebûn. 47 Di rojên Zerûbbabîl û di rojên Nehemya de tevahiya gelê Îsraêl parên rojane dan stranbêj û dergevanan. Wan par ji bo Lêwiyiyan veqetandin û Lêwiyiyan jî par ji bo ziriyeta Harûn veqetandin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey