Nehemya 10 - Kurmanji Încîl1 Kesên ku mor kirin ev in: Nehemyayê Waliyê kurê Haxalya û Sîdqiya. 2 Herwiha Seraya, Ezarya, Yêremya, 3 Paşxûr, Amarya, Malkiya, 4 Hattûş, Şevanya, Mallûk, 5 Harîm, Merêmot, Ovadya, 6 Daniyêl, Gînneton, Barûk, 7 Meşûllam, Aviya, Miyamîn, 8 Maezya, Bîlgay û Şemaya. Ev kahin bûn. 9 Lêwiyî: Yêşûyê kurê Azanya, ji kurên Hênadad Binnûy, Qadmiyêl 10 û birayên wan, Şevanya, Hodiya, Qelîta, Pelaya, Hanan, 11 Mîxa, Rehov, Haşavya, 12 Zakkûr, Şêrêvya, Şevanya, 13 Hodiya, Banî û Benînû. 14 Serekên gel: Paroş, Pahat-Moav, Elam, Zattû, Banî, 15 Bûnnî, Ezgad, Bêvay, 16 Adoniya, Bîgway, Edîn, 17 Atêr, Hîzqiya, Ezzûr, 18 Hodiya, Haşûm, Bêsay, 19 Harîf, Enatot, Nêvay, 20 Magpîaş, Meşûllam, Hêzîr, 21 Meşêzavêl, Sadoq, Yaddûa, 22 Pelatya, Hanan, Enaya, 23 Hoşêya, Hananya, Haşşûv, 24 Hallohêş, Pîlha, Şovêq, 25 Rehûm, Haşavna, Maesêya, 26 Ahiya, Hanan, Enan, 27 Mallûk, Harîm û Baena. 28 “Kesên din ên gel, kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelên welêt ên ku ji Şerîeta Xwedê veqetiyane, jinên wan, kur û keçên wan, kesên zana û fêmdar, 29 bi birayên xwe re, bi esilzadeyan re bûn yek. Ji bo ku di riya Şerîeta Xwedê de ku Xwedê bi riya Mûsayê xulamê xwe daye de herin û tevahiya emir, qanûn û rêbazên Rebê me Xudan pêk bînin sond xwarin. Naletê li wan kesan anîn ku van rêbazan pêk neyînin. 30 “Emê keçên xwe nedin gelên welêt û ji kurên xwe re keçên wan nexwazin. 31 “Gelên welêt heke eşya û her cure genim ji bo firotinê, Roja Septê bînin, Roja Septê yan jî rojeke din a pîroz jî be, ji wan nekirin. Emê sala heftan erdê xwe beyar bihêlin û hemû deynan bibexişînin. 32 “Ji bo xizmeta Mala Xwedayê me, em ji xwe re emir dikin ku emê her sal ji sisêyê yekê şekelê bidin. 33 Wê ji bo Nanê Xêrê, pêşkêşiya dexlê ya rojane û qurbana şewitandinê ya rojane, ji bo rojên Septê, cejnên Heyva Nû û cejnên kifşkirî yên din, ji bo pêşkêşiyên pîroz, pêşkêşiyên paqijiyê yên kefareta gelê Îsraêl û ji bo hemû karên Mala Xwedayê me bin. 34 “Li ser gorîgeha Xwedayê me Xudan, li gorî ku di Şerîetê de hatiye nivîsandin, ji bo şewatê û li gorî binemalên me ku her sal di demên diyarkirî de, ji bo goriyê daran bînin Mala Xwedayê me, kahin, Lêwiyî û gel bi hev re pişk avêt. 35 “Her sal emê berê pêşî yê axa me û her cure fêkiyên daran ji bo anîna Mala Xudan bînin. 36 “Li gorî Şerîeta hatiye nivîsandin, ji bo kahinên ku di Mala Xwedayê me de xizmetê dikin, emê kurên xwe û heywanên xwe yên pêşî, dewar û pezên xwe yên pêşî bînin Mala Xwedayê me. 37 “Emê hevîrê xwe, pêşkêşiyên rakirina dexil, her cure fêkiyên daran, şeraba nû û zeytê yên pêşî ji bo embarên Mala Xwedayê me bînin bidin kahinan. Emê dehyekên axa me ji bo Lêwiyiyan jî bînin. Çimkî di hemû bajarên me yên çewlikî de Lêwiyî dehyekan distînin. 38 Gava Lêwiyî dehyekan distînin, wê kahinê kurê Harûn bi Lêwiyiyan re be. Wê Lêwiyî dehyeka dehyekê derxin embar û xezîneya Mala Xwedayê me. 39 Îsraêlî û Lêwiyî, wê pêşkêşiya rakirina dexil, şeraba nû û zeyta wê bînin odeyên ku taximên Pîrozgehê, kahinên xizmetkar, dergevan û stranbêj li wir in. Êdî emê dev ji Mala Xwedayê xwe bernedin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey