Nehemya 1 - Kurmanji ÎncîlDuaya Nehemya 1 Gotinên Nehemyayê kurê Haxalya ev in: Di sala bîstan a padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ku meha Kîslevê ye, gava ez li Birca Sûsayê bûm, 2 birayekî min ê Hananî bi hinek Cihûdayiyan re hat. Min li ser Cihûdayiyên filitî yên ji sirgûnê saxmayî û li ser Orşelîmê pirsî. 3 Ji min re got: “Rewşa kesên li vê herêmê ku ji sirgûnê sax mane, pir xerab e û di nava riswatiyê de ne. Sûrên Orşelîmê hatine hilweşandin û dergehên wê jî hatine şewitandin.” 4 Gava min ev bihîstin, ez rûniştim û giriyam. Min bi rojan şîn kir. Min rojî girt û ji Xwedayê Ezmanan re dua dikir. 5 Min digot: “Ya Xwedayê Ezmanan Xudan! Ya Xwedayê mezin û biheybet ê ku tu bi kesên ji te hez dikin û emrên te pêk tînin re bi dilsozî peymanê pêk tînî. 6 Guhdar be! Çavê xwe veke! Duaya vî xulamê xwe bibihîze ku ez îro, bi şev û roj li hizûra te ji bo Îsraêliyên xulamên te dikim. Ez li gunehên gelê Îsraêl, li gunehên ku me li dijî te kirine mikur hatim. Min jî, bav û kalên min jî guneh kiriye. 7 Me li dijî te gelek xerabî kirin. Me emir, qanûn û rêbazên te yên ku te dan Mûsayê xulamê xwe, pêk neanî. 8 “Gotina ku te ji Mûsayê xulamê xwe re got, bi bîr bîne. Te gotibû: ‘Heke hûn bi min re nedilsoz bin, ezê we li nav gelan belav bikim. 9 Lê heke hûn li min vegerin, emrên min bikin û pêk bînin, ezê kesên we yên hatine sirgûnkirin, li binê ezmanan jî bin, ji wir berhev bikim û bînim cihê ku ji bo navê min bi cih bibe, min hilbijartiye.’ 10 “Ew gel û xulamên te ne ku te ew bi qeweta xwe ya mezin û destê xwe yê hêzdar rizgar kiriye. 11 Ya Reb! Guhdariya duaya xulamê xwe û duaya xulamên xwe yên ku ji tirsa navê te dilşa dibin, bike. Îro karê xulamê xwe bi ser bixe û bike ku padîşah pêşniyara min qebûl bike.” Wê çaxî ez meygerê padîşah bûm. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey