Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nahûm 3 - Kurmanji Încîl

1 Wey li bajarê xwînrijandinê! Ew seranser bi derew û talankariyê tije ye, Dawiya nêçîrê tuneye.

2 Dengê qemçiyê, dengê teqereqa tekelan! Hesp dibezin û erebeyên şer dipengizin!

3 Siwar tên pêş! Şûrê birqavêj, rima birqonek, Gelek kuştî, komên miriyan, Dawiya laşan tuneye! Piyê wan bi laşên wan diterpilin!

4 Her tişt ji ber fihûşên wê fahîşeyê derket, Ji ber wê yara xweşik, kêşîner û sêrbaz, Ku wê bi fihûşa xwe milet firotin Û bi sêrbaziya xwe jî gelan.

5 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Nînewayê! Va ye ez li dijî te me, Ezê dawa te bavêjim ser rûyê te. Ezê tazîbûna te nîşanî miletan Û şerma te nîşanî padîşahiyan bidim.

6 Ezê kirêtiyan bavêjim ser te, Ezê te rezîl bikim û bidim temaşekirin.

7 Hemû kesên li te binêrin wê ji te birevin Û bêjin: ‘Nînewa xera bûye, Wê kê ji bo wan li xwe bixe? Ezê kê bibînim ku te teselî bike?’”

8 Ma tu ji No-Amonê çêtir î? Ew bajar li ber Nîlê bû, Li derdorê av hebûn. Sûrên wî derya, dîwarên wî jî av bûn.

9 Kûş û Misir qeweta wî bêsînor bû, Pût û Lîbya alîkarên wî bûn.

10 Dîsa jî ew hat sirgûnkirin, Gelê wî êsîr bû. Zarokên wî jî li serê her kuçeyê hatin perçekirin. Ji bo rûmetdarên wî pişk hat avêtin, Hemû mezinên wî hatin zincîrkirin.

11 Tê jî serxweş bibî, Tê xwe veşêrî, Tê ji ber dijminan li sitargehekê bigerî.

12 Hemû kelehên te wekî darhejîrên berê pêşî ne, Heke bê daweşandin, wê bikevin devê kesê dixwe.

13 Va ye, leşkerên te bûn wekî jinan. Dergehên welatê te bi firehî ji dijminan re vebûn, Agir zirzeyên dergehên te daqurtandin.

14 Ji bo dorpêçkirinê ji xwe re avê bikişîne, Kelehên xwe zexim bike. Bikeve nava heriyê û pê li gilê bike, Qalibên kelpîçan rake.

15 Li wir wê agir te daqurtîne, Wê şûr te helak bike. Wê wekî kuliyan te bixwe û daqurtîne. Loma tu xwe wekî kuliyan zêde bike, Wekî kuliyên ciwan zêde bibe!

16 Te bazirganên xwe ji stêrên ezmanan jî zêdetir kirin, Lê wê kulî te bişelînin bifirin û herin.

17 Parêzvanên te wekî kuliyan, Fermandarên te wekî refê kuliyan in. Ew di hênikahiya rojê de Xwe li ser sincan datînin, Dema roj hiltê direvin Û tu kes nizane li ku ne.

18 Ya Padîşahê Aşûrê! Şivanên te xilmaşî, Mezinên te xewar in. Gelê te belav bû çû çiyê Û kesek tuneye berhev bike.

19 Derman tuneye êşa te bikewîne, Birîna te baş nabe. Her kesê xebera te dibihîze ji bo te li çepikan dixe, Çimkî kesek maye ku xerabiya te ya herdemî lê nebûye?

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan