Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nahûm 2 - Kurmanji Încîl


Ketina Nînewayê tê

1 Yê ku wêran dike li dijî te derket, Kelehê biparêze, hay ji rê hebe! Pişta xwe girê bide, tevahiya hêza xwe bide hev.

2 Çimkî Xudan wê rewnaqiya Aqûb Û Îsraêlê bigihîjîne rewnaqiya berê. Çimkî wêrankeran ew wêran kirin Û rezên wan xera kirin.

3 Mertalên mêrxasên wî hatin sorkirin, Şervan cilên sor li xwe kirin. Di roja amadekirina wan de, Hesinên pola yên erebeyên şer wekî êgir dibiriqin Û rimên çamê dihejin.

4 Erebeyên şer wekî dînan li kolanan dibezin, Li meydanan di ser hev de diçin û tên. Wekî xetîreyan xuya dibin, Wekî brûskan dipekin.

5 Emrê leşkerên bijare hate dayîn, Lê gava tên diterpilin. Ew ber bi sûrên bajêr ve dibezin Û sûran xurt û qeyîm dikin.

6 Deriyên çeman vebûn Û qesir dihele.

7 Ferman pêk hat, Bajar sirgûn bû û hat birin. Xizmetkarên bajêr wekî kevokan şînê dikin Û li singê xwe dixin.

8 Nînewa bû wekî hewza ji avê vala dibe. Dibêjin: “Bisekinin, bisekinin!” Lê tu kes li pişt xwe nazivire.

9 Zêr talan bikin! Zîv talan bikin! Dawiya serwetê tuneye, Her cure tiştên hêja zêde ne!

10 Vala, vikîvala, wêran! Dil dihelin, çok dilerizin. Hemû hinav diêşin û hemû rû diçilmisin.

11 Ka li ku ye warê şêran? Li ku ye şikefta şêrên ciwan Ku şêr bi ferxên xwe re diçû û dihat Û tu kes ew neditirsandin?

12 Şêr ji bo ferxên xwe, bi têra xwe goşt perçe kir, Ji bo şêrên mê kuşt, Şikeftên xwe bi nêçîrê tije kirin, Warên xwe bi goşt dagirtin.

13 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Va ye ez li dijî te me, Ezê erebeyên te yên şer di nav dûyê de bişewitînim Û şûr wê şêrên te yên ciwan daqurtînin. Ezê ji ser rûyê erdê nêçîra te rakim Û êdî wê dengê qasidên te neyê bihîstin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan