Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Nahûm 1 - Kurmanji Încîl

1 Peyama li dijî Nînewayê. Nivîsa dîtinî ya Nahûmê Êlqoşî.


Hêrsa Xwedê ya li dijî Nînewayê

2 Xudan, Xwedayekî xîretkêş û heyfgir e, Xudan heyfê bistîne û tije xezeb e. Xudan heyfa xwe ji neyarên xwe distîne Û kîndarê dijminê xwe ye.

3 Xudan zû hêrs nabe, Lê di hêzê de mezin e. Ew sûcdaran esse bêceza nahêle. Riya Xudan di bager û bahozê de ye Û ewr toza piyê wî ye.

4 Erzê deryayê dişikêne û wê ziwa dike, Ava hemû çeman ziwa dike. Başan û Karmel diçilmisin, Kulîlka Lubnanê jî diçilmise.

5 Li ber wî çiya dihejin û gir dihelin, Li pêşberî wî, ji cihê xwe rûyê erdê dilebitin, Dinya û hemû şêniyên wê jî.

6 Kî dikare li ber xezeba wî bisekine? Kî dikare li ber hêrsa wî xwe ragire? Hêrsbûna wî wekî êgir dirije Û bi destê wî zinar perçe dibin.

7 Xudan qenc e, Di roja teng de sitargeh e, Kesên xwe dispêrinê, diparêze.

8 Lê wê warê Nînewayê bi lehiyan bi tevahî xerab bike Û wê dijminên xwe ber bi tariyê ve biqewitîne.

9 Çima hûn li dijî Xudan şêwra xerabiyê dikin? Wê bi tevahî xerab bike Û tengasî careke din serî hilnede.

10 Wekî stiriyan li hev pêçayî, Wekî vexwariyan serxweş bûn, Wekî pûş, ew bi tevahî daqurtandin.


Gelê Cihûda ji Nînewayê rizgar dibe

11 Nînewa! Ji te şêwirmendê beredayî derket Ku li dijî Xudan xerabî dike.

12 Xudan wiha dibêje: “Tevî ku ew hêzdar û zêde ne jî, Wê wekî hiriyê bên birîn, Wê derbas bibin û nemînin. Ya gelê min! Min tu nizim kiribe jî, Ezê careke din te nizim nekim.

13 Niha ezê nîrê wî yê li ser te bişikênim, Ezê benên te biqetînim.”

14 Nînewa! Xudan fermana te daye! “Wê li ser navê te tu ziriyet ranebe. Ezê ji mala îlahên te pûtên te yên rijandî rakim û bavêjim. Ezê gora te çêkim, çimkî tu hatî nizimkirin.”

15 Va ye, lingê mizgînvan ku aştiyê dide bihîstin, Li ser çiyê ye! Cihûdayîno! Cejnên xwe bikin, Sozên xwe yên ji Xwedê re pêk bînin. Çimkî wê careke din di nav we re zilamên xerab derbas nebin. Ew bi tevahî hatine birîn û avêtin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan