Mîxa 7 - Kurmanji ÎncîlLavija şînê ya Mîxayê Pêxember 1 Wey li min! Ez bûm wekî kesê piştî berhevkirina fêkiyên havînê Û piştî çinîn û efarekirina tirî, gûşiyek jî nabîne. Hejîrên beriya havînê neman ku dilê min diçê! 2 Li welêt dilsozê Xwedê tuneye, kesê dilrast nema. Her kes ji bo xwînrijandinê kemînê datîne, Bira li pêş birayê xwe dafik datîne. 3 Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin. 4 Çêtirê wan wekî zîwanê ye, Herî dilrastê wan mîna stiriyan e. Lê çawa ku pêxemberên wan ew hişyar kirin, Roja cezakirina wan hat. Niha şaş û metel in. 5 Bawerî bi cîranê xwe neyînin, Bi dostê xwe ewle nebin. Li ba jina ku di paşila we de radize, Hay ji devê xwe hebin. 6 Çimkî kur bavê xwe rezîl dike, Keç li dijî diya xwe, bûk li dijî xesûya xwe derdikeve. Dijminê mirov maliyên wî bi xwe ne. Bawerî û rizgarî 7 Lê ezê berê xwe bidim Xudan, Ezê li benda Xwedayê rizgariya xwe bim. Xwedayê min wê min bibihîze. 8 Ya dijminê min! Gava bikevim şa nebe, ezê dîsa rabim! Çaxê ez li taristanê jî rûnim, Wê Xudan bibe ronahiya min. 9 Ji ber ku min li dijî wî sûc kir, Heta li doza min binêre û mafê min bistîne, Ezê li ber hêrsa Xudan xwe ragirim. Wê min derxe ronahiyê, Ezê edaleta wî bibînim. 10 Wê gavê wê dijmin min bibîne, Wê ew kesê ku ji min re gotiye: “Ka Xwedayê te Xudan li ku ye?!” şerm bike. Ezê ketina wan bi çavê xwe bibînim, Wê wekî heriya kuçeyan biperçiqin. Vegera Orşelîmê 11 Roj tê ku wê sûrên te bên avakirin, Wê rojê wê sînorên te gelek berfireh bibin. 12 Wê rojê ji Aşûrê heta bajarên Misrê, Ji Misrê heta Çemê Feratê, Ji deryayê heta deryayê û ji çiyê heta çiyê, Wê ber bi te ve werin. 13 Lê ji ber xerabiyên şêniyên wir, Wê welatên wan wêran bibin. Dua û spasî 14 Ya Xwedê! Bi gopalê xwe Ji gel û keriyê xwe re şivantiyê bike Ku li daristanê û li welatê berdar tenê dimîne. Wekî dema berê, bila niha jî li Başan û Gîladê biçêrin. 15 Wekî wan rojên ku te em ji welatê Misrê deranîn, Kerametan nîşanî gelê xwe bide! 16 Wê milet vê yekê bibînin Û tevî hemû xurtiya xwe şerm bikin. Wê destê xwe deynin ber devê xwe, Wê guhê wan ker bibe. 17 Wekî mar û heywanên li erdê dişêlin wê axê bialêsin. Wê bilerizin, ji asêgehên xwe derkevin Û li ber Xwedayê me Xudan bikevin sawê. Wê ji te bitirsin. 18 Ma îlahekî wekî te heye ku sûcan dibexişîne Û serhildanên saxmayiyên gelê xwe efû dike?! Ji ber ku tu bi dilovaniyê şa dibî, Tu heta hetayê bi hêrs namînî. 19 Tê dîsa li ber me bikevî, Tê neheqiyên me, di bin lingan de biperçiqînî. Tê tevahiya gunehên me, bavêjî binê deryayê. 20 Çawa ku rojên berê te ji bav û kalên me re sond xwariye, Tê ji Aqûb re dilsoz, ji Îbrahîm re dilovan bî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey