Mîxa 6 - Kurmanji ÎncîlDadbarkirina Xwedê 1 Guh bidin gotina Xudan! Rabin li ber çiyayan doza xwe bikin, Bila gir dengê we bibihîzin. 2 Çiyano! Ya bingehên domdar ên dinyayê! Doza Xudan bibihîzin! Çimkî Xudan ji gelê xwe dozdar e, Ji gelê Îsraêl gilîdar e. 3 Xudan dibêje: “Ya gelê min! Min çi bi te kiriye? Min bi çi awayî tu westandî? Bersiva min bide! 4 Yê ku ji welatê Misrê tu deranî ez im, Min tu ji warê koletiyê rizgar kirî. Min Mûsa, Harûn û Miryem li pêş te şandin. 5 Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.” 6 Ez bi çi herim hizûra Xudan, Bi çi awayî li ber Xwedayê Jorîn herim ser çokan? Gelo ez bi qurbanên şewitandinê Û bi golikê yeksalî derkevim ber wî? 7 Gelo wê Xudan bi hezaran beran An hezar çemên bi zeytê diherikin kêfxweş bibe? Ma ez ji bo gunehê xwe kurê xwe yê pêşî, Ji bo sûcê canê xwe, berê bedena xwe bidimê? 8 Mirovo! Xudan ya qenc û ya ji te dixwaze, gotiye. Ma wî nexwest ku tu edaletê pêk bînî, Ji dilovaniyê hez bikî Û bi nefsbiçûkî bi Xwedayê xwe re bimeşî? Sûc û cezayê Orşelîmê 9 Guhdar bin! Dengê Xudan gazî bajêr dike. Tirsa ji navê te şîret e. Ew dibêje: “Ya gel û civîna bajêr, guh bidin! 10 Xezîneyên xerabiyên li mala xeraban Û pîvana neheq bi bîr nayînim? 11 Ma ez mêzîna xerab Û tûrikê kevirên bihîle pak dihesibînim? 12 Dewlemendên we zordar in, Şêniyên we derewan dikin. Di devên wan de zimanê xapînok heye. 13 Ji ber gunehên we, min destpê kir Ku we ceza û wêran bikim. 14 Hûnê bixwin lê têr nebin, Wê zikê we vala û birçî bimîne. Hûnê berhev bikin, lê nikaribin veşêrin, Yê we veşart jî, ezê bidim ber şûran. 15 Hûnê biçînin lê hilneyînin, Hûnê zeytûnan biperçiqînin lê zeytê li xwe nedin, Hûnê tirî biguvêşin, lê şerabê venexwin. 16 We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey