Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Mîxa 5 - Kurmanji Încîl

1 “Ya bajarê artêşan, niha artêşa xwe bide hev! Wan em dorpêç kirin, Wê bi darekî li rûyê serwerê gelê Îsraêl bixin.


Wê serwer ji Bêtlehemê derkeve

2 “Lê tu, Bêtlehema Efrata! Tu di nav binemalên Cihûda de biçûk î, Lê ji bo min wê serwerê gelê Îsraêl ji nav te derkeve. Koka wî ji demên berê û rojên qedîm ve ye.”

3 Loma heta jina bizaro wî bîne dinyayê, Wê Xudan wan bide dest. Paşê wê merivên wî yên din vegerin nav gelê Îsraêl.

4 Wê bê û bi hêza Xudan Û bi rewnaqiya Xwedayê xwe Xudan Şivantiya gelê xwe bike. Wê gel di nav ewlehiyê de bijî, Çimkî wê seranserê dinyayê Mezinahiya wî qebûl bike

5 Û wê aştiyê bîne. Heke Aşûrî bên welatê me û pê li bircên me bikin, Emê heft şivan û heşt serekan derxin pêş wan.


Rizgarî û wêranbûn

6 Wê welatê Aşûrê bi şûr Û welatê Nemrûd bi şûrên tazî şivantiyê bikin. Heke Aşûrî derbasî sînorê me bibin û pê li welatê me jî bikin, Wê ev rêber me rizgar bikin.

7 Wî çaxî saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Wê bibin wekî xunava Xudan şandiye Û barana ku av dide şînahiyê. Wê xwe nespêrin kesekî Û li benda alîkariya mirovan nemînin.

8 Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.

9 Erê, hûnê dijminên xwe bi destê xwe têk bibin. Wê tevahiya neyarên we ji holê rabin.

10 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê hespên we ji nav we rakim, Ezê erebeyên we yên şer tune bikim.

11 Ezê bajaran ji nav welatê we rakim Û tevahiya sûrên we hilweşînim.

12 Ezê sêrbaziyê ji nav destên we rakim, Wê di nav we de falbaz nebin.

13 Ezê kevirbelên we û pûtên we yên qewartî ji nav we rakim, Hûnê êdî neperizin pûtên ku we bi destên xwe çêkirine.

14 Ezê ji nav we pûtên Aşêrayê bavêjim, Ezê bajarên we helak bikim.

15 Herwiha ezê bi hêrs û xezebê Miletên ku guhdarî nakin, ceza bikim.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan