Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Mîxa 4 - Kurmanji Încîl


Çiyayê Xudan
( Îşaya 2:1-4 )

1 Di rojên pêş de, Wê çiyayê Mala Xudan bê danîn Ku bibe çiyayê herî bilind. Wê bi ser hemû giran bikeve û gel biherikinê.

2 Wê pir milet herinê û bêjin: “Werin em herin Çiyayê Xudan. Em herin Mala Xwedayê Aqûb Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin. Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.”

3 Wê di nav pir miletan de dadbariyê bike Û meseleyên miletên hêzdar ên dûr çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî wê hînî şer nebin.

4 Wê herkes li bin mêw û darhejîra xwe de rûnin, Wê tu kes wan nelerizîne. Çimkî devê Xudanê Karîndar wiha gotiye.

5 Tevî ku hemû gel bi navê îlahê xwe bimeşin jî, Emê her û her bi navê Xwedayê xwe Xudan bimeşin.


Wê gelê Orşelîmê ji sirgûnê vegere

6 Gotina Xudan ev e: “Ezê wê rojê kesên ketî berhev bikim. Ezê kesên sirgûnkirî û min ew êşandin bidim hev.

7 Ezê kesên ketî bidim jiyandin Û kesên sirgûnbûyî bikim miletekî hêzdar. Ezê li Çiyayê Siyonê, Ji niha û heta hetayê bibim Padîşahê wan.”

8 Ya birca keriyê pêz! Ya bilindciyê Siyona keç! Tê bigihîjî serweriya xwe ya berê. Ya Orşelîma keç, tê dîsa padîşahiya xwe bi dest bixî.

9 Tu çima niha bi dengekî bilind diqîrî? Ma padîşahê te tuneye? Gelo, ji ber ku şêwirmendê te miriye, Êşa jina zarok tîne, tu girtî?

10 Ya Siyona keç! Wekî jina zarok tîne, êş û janê bikişîne! Çimkî tê niha ji bajêr derkevî û li çolan kon vedî. Tê herî Babîlê û li wê derê bêyî azadkirin. Li wir, wê Xudan te ji destê dijminên te rizgar bike.

11 Lê niha pir milet li dijî te bûn yek. Ew dibêjin: “Bila Siyon qirêj be, Bila çavê me jî lê binêre.”

12 Lê ew fikrên Xudan nizanin. Xudan pîlan kir ku wan wekî gidîşa genim, Li ser bênderê bicivînin û ew fêm nakin.

13 Xwedê dibêje: “Ya Siyona keç! Rabe gêre bike! Çimkî ezê qiloçên te bikim hesin Û simên te bikim tûnc. Tê pir miletan hûr hûr bikî. Û tevahiya qezenca zordariyê bidî Xudan. Tê dewlemendiya wan bidî Rebê tevahiya dinyayê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan