Mîxa 3 - Kurmanji ÎncîlSerek û pêxemberên xerab 1 Min got: “Serekên ziriyeta Aqûb Û serwerên Mala Îsraêl bibihîzin! Ma ne pêwist e ku hûn edaletê bizanin?! 2 Lê hûn ji qenciyê nefret dikin, Ji xerabiyê hez dikin. Hûn çermê gelê min radikin, Goştê hestiyên wan dişelînin. 3 Hûn çermê gelê min digurînin û goştê wî dixwin. Hûn hestiyên wî dişikênin. Wekî goştê di quşxaneyê de hûr dikin Û di beroşê de dipêjin.” 4 Wê gavê wê li Xudan bikin hewar, Lê wê bersivê nede. Ji ber xerabiyên wan, Wê rûyê xwe ji wan veşêre. 5 Xudan wiha dibêje: “Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derdixin! Ya hûn ên ku ji kesên ku we têr dikin re ‘Aştî!’ Û ji kesên ku we têr nakin re ‘Şer!’ dibêjin. 6 Li ser vê yekê şeva bêdîtinî Û taristana ku falbaziya we bêfeyde be, Bi ser we de werin. Wê roja pêxemberan tarî bibe Û tava wan reş bibe. 7 Wê zanyar, rûreş û falbaz, şermezar bibin. Ji ber ku ji Xwedê bersiv nayê, Wê hemû ji şermê devê xwe bigirin.” 8 Lê ez bi hêz û Ruhê Xudan tije me. Ez bi edalet û hêzdariyê tije me Ku ji ziriyeta Aqûb re serhildanên wî Û ji gelê Îsraêl re gunehên wî bêjim. 9 Ya serekên Mala Aqûb û serwerên Mala Îsraêl! Ya hûn ên ku ji edaletê nefret dikin Û rastiyê bi tevahî xera dikin! Vê yekê bibihîzin! 10 Hûn bi xwînrijandinê Siyonê, Bi neheqiyê Orşelîmê ava dikin! 11 Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!” 12 Loma ji rûyê we Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey