Mîxa 2 - Kurmanji ÎncîlCezakirina neheqiya gel 1 Wey li wan kesên ku li ser nivînên xwe, Xerabî û neheqiyê difikirin! Ji ber ku hêzdar in, Bi hilatina rojê re fikrên wan pêk tînin. 2 Ew çav berdidin zeviyan û desteser dikin, Dest datînin ser malan. Ew li mal û malxwê, Li mirov û mîrasê zorê dikin. 3 Loma Xudan wiha dibêje: “Binêrin, ez ji bo vê binemalê belayeke wiha amade dikim Ku hûnê nikaribin ji stûyê xwe rakin. Wê demeke xerab be Ku hûnê nikaribin bi serbilindî bimeşin. 4 Wê rojê wê tinazên xwe bi we bikin. Wê ji bo we vê lavija şînê bêjin: ‘Em ji binî ve xera bûn! Xwedê tevahiya para gelê min diguherîne Û ji min distîne. Zeviyên me di nav xayînan de parve dike.’” 5 Loma dema pişkavêtin û parvekirina welêt were, Wê kesek ji civîna Xudan tunebe. 6 Mirov dibêjin: “Pêxemberiyê nekin! Divê li van tiştan pêxemberî neyê kirin. Emê neyên rezîlkirin.” 7 Ya Mala Aqûb! Ma mirov wisa dibêje? “Gelo sebra Xudan nema? Ma ew karê wî ye?” Xudan dibêje: “Ma gotinên min ne ji bo qenciya Kesên li ser riya rast in? 8 Lê hê duh gelê min wekî dijmin serî rakir. Kesên şer nakin û di ewlehiyê de ne, Hûn ebayê xweşik ji wan dikin! 9 Hûn jinên gelê min ji malên wan ên rihet diqewitînin Û zarokên wan ji rewnaqiya min bêpar dihêlin. 10 Rabin herin! Ev der ne cihê bêhnvedanê ye! Qirêjî li vê derê heye ku bi awayekî dijwar xera dike! 11 Heke derewkarek were û bi hîlekarî bêje: ‘Ez li ser mey û şerabê ji we re pêxemberiyê bikim,’ Wê ev gel wî kesî wekî pêxember qebûl bike! Mizgîniya rizgariyê 12 “Ya ziriyeta Aqûb! Helbet ezê we bidim hev, Ezê esse saxmayiyên gelê Îsraêl berhev bikim. Ezê we wekî pezê di hevşî de, Wekî keriyê di mêrgê de bînim ba hev. Wê welatê we bi mirovan tije bibe.” 13 Wê Xwedê rabe, rê veke û li pêş gel bimeşe. Wê gel dergehê bajêr bişikêne û derkeve derve. Wê Padîşahê wan li pêş wan here, Wê Xudan li ser serê wan be. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey