Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Mîxa 1 - Kurmanji Încîl

1 Di rojên padîşahên Cihûdayê Yotam, Ahaz û Hîzqiya de gotina Xudan ji Mîxayê Moreşetî re hat. Wî li ser gelên Samerya û Orşelîmê ev yek dît:

2 Gelno! Hûn hemû bibihîzin! Ya dinya û hemû tiştê tê de, guhdarî bikin! Bila Reb Xudan li dijî we Ji Perestgeha xwe ya pîroz şahidiyê bike.


Dadbarkirina Samerya û Orşelîmê

3 Loma va ye! Xudan ji cihê xwe derdikeve. Wê berjêr bibe û pê li bilindciyên dinyayê bike.

4 Wê çiya li bin wî bihelin. Wê deşt wekî şimaya ber êgir, Wekî lehiyên ku berjêr diherikin, biqelişin.

5 Tevahiya vê yekê ji ber serhildana gelê Aqûb, Ji ber gunehên Mala Îsraêl e. Gelo serhildana gelê Aqûb çi ye? Ma ne Samerya ye?! Ma kî ji bilindciyên perizînê yên Cihûdayê berpirsiyar e? Ma ne Orşelîm e?!

6 Xwedê dibêje: “Loma ezê Sameryayê bikim şikêrên kevirên çolê Û cihekî ku tenê dibe rez. Ezê kevirên wê bavêjim newalekê, Wê hîmên wê vekirî bin.

7 Wê hemû pûtên wan perçe bibin. Wê tevahiya diyariyên wê yên zinayê bên şewitandin Û ezê hemû pûtên wan wêran bikim. Ji ber ku wan ew wekî qezenca fahîşeyan civandin, Wê bibin mîna qezenca fahîşeyan.”

8 Ji ber vê yekê ez Mîxa, ezê bigirîm û şînê bikim, Ezê tazî û pêxwas bigerim. Ezê wekî çeqelan bizûrim Û wekî kundan şînê bikim.

9 Çimkî birîna Sameryayê bêderman e. Ew hat Cihûdayê jî! Gihîşt Orşelîmê û dergehê gelê min.


Dijmin nêzîkî Orşelîmê dibin

10 Ji Gatê re ranegihînin û qet negirîn. Li Bêtofrayê di nav tozê de bigevizin.

11 Şafîrîno! Bi tazîbûnê û şermezariyê derbas bibin û herin! Wê Saananî ji bajarên xwe derkevin. Wê bajarê Bêteselê şînê bike Û alîkariya xwe ji we bibire.

12 Marotî li benda qenciyê dimînin û dilerizin. Lê bela ji Xudan daket û gihîşt ber dergehên Orşelîmê.

13 Laxîşîno! Hespên beza bi erebeyên şer ve girê bidin. We cara yekem Siyona keç xist nava gunehan, Hûn bûn sedema serhildana gelê Îsraêl!

14 Loma hûnê diyariya veqetandinê bidin Moreşet-Gatê. Wê padîşahên Îsraêlê beredayî xwe bispêrin bajarê Akzîvê.

15 Marêşayîno! Wê Xwedê fatihekî bi ser we de bişîne. Wê serekên gelê Îsraêl werin Edûllamê.

16 Ji bo zarokên xwe yên xoşewîst, Porê xwe bînin xwarê, Wekî sîsarkan serê xwe rût bikin. Çimkî wê zarokên we ji ber we bêne sirgûnkirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan