Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 6 - Kurmanji Încîl


Xêrxwazî

1 «Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe.

2 Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.

3 Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike,

4 da ku xêra te veşartî be. Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana te bide te.


Duakirin
( Lûqa 11:2-4 )

5 «Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.

6 Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.

7 «Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan wê bên bihîstin.

8 Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.

9 «Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, Navê te pîroz be.

10 Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.

11 Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.

12 Û li deynên me bibihûre, Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.

13 Û me nebe ceribandinê, Lê me ji Yê Xerab xilas bike. Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.

14 Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre.

15 Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.


Rojîgirtin

16 «Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.

17 Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo,

18 da ku mirov nebînin ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.


Xezîna li Ezmanan
( Lûqa 12:33-34 )

19 «Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin.

20 Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin.

21 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.


Çiraya Bedenê
( Lûqa 11:34-36 )

22 «Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî.

23 Lê eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de tarî ye, ew çi tariyeke mezin e!


Xulamtiya ji Du Axayan re
( Lûqa 16:13 )

24 «Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.


Xeman Nexwin
( Lûqa 12:22-31 )

25 «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?

26 Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?

27 Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?

28 «Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin.

29 Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin.

30 Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno?

31 Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?›

32 Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in.

33 Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.

34 Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan