Metta 4 - Kurmanji ÎncîlCeribandina Îsa Mesîh ( Marqos 1:12-13 ; Lûqa 4:1-13 ) 1 Hingê Ruh Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin. 2 Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû 3 û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.» 4 Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.› » 5 Piştre Îblîs ew bir Bajarê Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: 6 «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› » 7 Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan Xwedayê xwe neceribîne.› » 8 Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da 9 û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.» 10 Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›» 11 Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin. Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike ( Marqos 1:14-15 ; Lûqa 4:14-15 ) 12 Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtin, xwe da aliyê Celîlê. 13 Ew ji Nisretê derket, çû Kefernahûma li qeraxê golê ya li herêma Zebûlon û Nefteliyê bi cih bû, 14 da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih: 15 «Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê Ber bi golê ve, ji Çemê Urdunê wê ve, Celîla miletan! 16 Ew gelê ku di tariyê de rûdine, Ronahiyeke mezin dît. Û li ser wan ên ku li welatê di bin siya mirinê de rûdinin Ronahî derket.» 17 Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk bûye.» Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike ( Marqos 1:16-20 ; Lûqa 5:1-11 ) 18 Gava ku Îsa li perê Gola Celîlê digeriya, wî du bira dîtin, Şimûnê ku jê re Petrûs digotin û birayê wî Endrawis. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn. 19 Îsa ji wan re got: «Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.» 20 Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 21 Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir. 22 Wan jî di cih de qeyik û bavê xwe hiştin û ew li pey wî çûn. Îsa Hîn Dike û Nexweşan Qenc Dike ( Lûqa 6:17-19 ) 23 Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin. 24 Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin. 25 Îcar elaletên mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey