Metta 21 - Kurmanji ÎncîlÎsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê ( Marqos 11:1-11 ; Lûqa 19:28-38 ; Yûhenna 12:12-19 ) 1 Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û 2 ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin. 3 Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›» 4 Ev wisa çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih: 5 «Ji keç û kurên Siyonê re bêjin: ‹Va ye, Padîşahê te Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî, Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.› » 6 Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin. 7 Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû. 8 Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê. 9 Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!» 10 Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?» 11 Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.» Îsa Perestgehê Paqij Dike ( Marqos 11:15-19 ; Lûqa 19:45-48 ; Yûhenna 2:13-22 ) 12 Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin. 13 Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›.» 14 Li Perestgehê, kor û şil û şeht anîn ba wî û wî ew qenc kirin. 15 Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn 16 û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr şikir deranî.› » 17 Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand. Dara Hêjîrê ( Marqos 11:12-14 , 20-24 ) 18 Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû. 19 Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû. 20 Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?» 21 Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe. 22 Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.» Pirsa li ser Desthilatiya Îsa ( Marqos 11:27-33 ; Lûqa 20:1-8 ) 23 Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?» 24 Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim: 25 Imadkirina Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?› 26 Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.» 27 Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.» Mesela Du Kuran 28 «Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.› 29 Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû. 30 Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû. 31 Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê. 32 Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin. Mesela Rezvanan ( Marqos 12:1-12 ; Lûqa 20:9-19 ) 33 «Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din. 34 Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin. 35 Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran. 36 Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî. 37 Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.› 38 Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.› 39 Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin. 40 Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?» 41 Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wisa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.» 42 Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên Pîroz de ev nexwendiye: ‹Ew kevirê ku hostayan red kir, Bû kevirê serê rikin. Ev ji aliyê Xudan ve çêbû, Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› » 43 «Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne. 44 Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.» 45 Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje. 46 Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey