Metta 15 - Kurmanji ÎncîlAdetên Bav û Kalan ( Marqos 7:1-13 ) 1 Hingê ji Orşelîmê hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn: 2 «Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!» 3 Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin? 4 Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.› 5 Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn, 6 êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir. 7 Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye: 8 ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min Lê dilê wan ji min dûr e. 9 Bi pûçîtî diperizin min, Di hîndariya xwe de, Emrên mirovan hîn dikin.› » Tiştên ku Mirov Murdar Dikin ( Marqos 7:14-23 ) 10 Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin. 11 Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar dike.» 12 Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?» 13 Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra ve bê rakirin. 14 Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.» 15 Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.» 16 Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in? 17 Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve? 18 Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar dikin. 19 Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên. 20 Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.» Baweriya Jinika Kenanî ( Marqos 7:24-30 ) 21 Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr û Saydayê. 22 Jineke Kenanî ya ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.» 23 Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.» 24 Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.» 25 Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!» 26 Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.» 27 Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.» 28 Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû. Îsa Gelek Mirovan Qenc Dike 29 Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt. 30 Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin. 31 Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan. Îsa Çar Hezar Mirovan Têr Dike ( Marqos 8:1-10 ) 32 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!» 33 Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?» 34 Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.» 35 Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. 36 Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê. 37 Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev. 38 Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû. 39 Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey