Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 9 - Kurmanji Încîl


Şehrezayî û ehmeqî

1 Şehrezayiyê mala xwe ava kir, Heft stûnên xwe necirandin.

2 Wê heywanên xwe serjê Û şeraba xwe amade kir. Wê sifra xwe danî.

3 Wê xizmetkarên xwe şandin, Ji bilindciyên bajêr gazî dike û dibêje:

4 “Sexikno werin vir!” Ji kesên kêmaqil re jî dibêje:

5 “Werin ji nanê min bixwin, Ji şeraba min a hazirkirî vexwin.

6 Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.

7 “Kesê ku tinazkarekî şîret dike, şermezar dibe, Kesê erzê kesê xerab dişikêne, birîndar dibe.

8 Tinazkarekî hat erzşikandin, wê ji te nefretê bike. Şehrezayekî hat erzşikandin, wê ji te hez bike.

9 Hînê şehreza bike, wê şehrezatir bibe, Fêrî kesê rast bike, wê zanatir bibe.

10 Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye, Naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye.

11 Çimkî bi min, wê rojên te zêde bin, Wê salên emrê te bêtir bin.

12 Heke tu şehreza bî, ji bo xwe şehreza yî, Heke tu tinazkar jî bî, tê bi tenê êşa wê bikişînî.”

13 Jina bêaqil şerûd e. Ew sexik e, bi tiştekî nizane.

14 Ew li ber deriyê xwe, Li bilindciyên bajêr li ser kursî rûdine,

15 Gazî kesên di rê de dike, Ji kesên bi riya xwe ve diçin re dibêje:

16 “Sexikno werin vir!” Ji kesên kêmaqil re jî dibêje:

17 “Ava diziyê şîrîn e, Xwarina nanê dizî bi kêf e.”

18 Lê ew nizanin li wir mirî hene, Nizanin mêvanên wê li kûrahiya diyarê miriyan in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan