Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 8 - Kurmanji Încîl


Guh bide şehrezayiyê

1 Ma şehrezayî gazî nake? Ma fêmdarî dengê xwe bilind nake?

2 Ew li ser bilindciyan, li ser kêleka riyan, Li ser riyên digihîjin hev disekine.

3 Li ber dergehan, li ber devê bajêr, Li ber deriyên bajêr diqîre û dibêje:

4 “Mirovno! Ez gazî we dikim, Banga min li kurên mirovan e.

5 Sexikno, bi feraset bin, Bêaqilno biaqil bin.

6 Bibihîzin, çimkî ezê gotinên hêja bêjim, Wê lêvên min ji bo peyvên rast vebin.

7 Wê devê min rastiyê bêje, Xerabî jî, ji lêvên min re kirêt e.

8 Hemû gotinên devê min rast in, Tu tiştê wan ên xwar û dijwar tuneye.

9 Ji bo kesê fêm dike, hemû heq in, Ji bo kesê zana, ew rast in.

10 Ne zîv lê şîreta min hilînin, Ji zêrê xas zêdetir zanînê hilînin.

11 Çimkî şehrezayî ji cewheran çêtir e, Hemû tiştên tu dixwazî, wekî wê nabe.

12 “Ez şehrezayî me, bi ferasetê re rûdinim, Ez zanîn û fêmdariyê bidest dixim.

13 Tirsa Xudan, nefreta ji xerabiyê ye. Loma ez ji quretî û pozbilindiyê, Ji riya xerab û gotinên şaş nefret dikim.

14 Şîret û şehrezabûn ên min in, Fêmdarî û hêzdarî yên min in.

15 Bi riya min padîşah padîşahiyê dikin, Mîr edaletê pêk tînin.

16 Bi riya min serwer, esilzade Û hemû serekên adil serweriyê dikin.

17 Kesên ji min hez dikin, ez ji wan hez dikim, Kesên ji dil û can li min digerin, min dibînin.

18 Rûmet û dewlemendî, Serweta domdarî û firehî bi min e.

19 Berê min ji zêr, heta ji zêrê xas çêtir e, Fêkiyê min ji zîvê bijare baştir e.

20 Ez di riya edaletê de, Di nav rêçikên heq de dimeşim

21 Ku kesên ji min hez dikin, bikim xweyê serwetê Û xezîneyên wan dagirim.

22 “Xudan di destpêka karê xwe de, Di pêşiya kirinên xwe yên qedîm de ez afirandim.

23 Ji herheyiyê ve, di destpêkê de, Hê beriya dinyayê, ez hatim cihê xwe.

24 Gava hê kûrahiyên avê, Kaniyên gur tunebûn ez çêbûm.

25 Beriya çiya hatibûn bicihkirin, Beriya rakirina giran, ez çêbûm.

26 Hê Xudan erd, zevî Û axa pêşî ya dinyayê çênekiribûn,

27 Gava wî ezman ava kirin, ez li wir bûm. Çaxê wî qûbe danî ser rûyê kûrahiyan,

28 Gava wî li jor ewr çêkirin, Çaxê wî kaniyên kûrahiyan qayîm kirin,

29 Gava wî sînorê deryayê danî Ku av ji emrê wî derbas nebe, Çaxê wî bingeha dinyayê saz dikir,

30 Ez wekî avahîsaz, li ba wî bûm. Ez her roj dilşahiya wî, Herdem li pêşberî wî dilgeş bûm.

31 Ez bi dinyaya wî dilgeş, Bi mirovan dilşa dibûm.

32 “Niha lawikno, min bibihîzin! Xwezî bi wan ên ku miqateyê riyên min in.

33 Guhdariya şîretê bikin û şehreza bin, Wê navêjin pişt guhê xwe.

34 Xwezî bi wî mirovî ku min bibihîze, Kesê her roj li ber dergehên min disekine, Li ber kêlekên deriyên min li bendê dimîne.

35 Çimkî kesê min dibîne, jiyanê dibîne Û Xudan jê razî dibe.

36 Lê kesê xwe ji min dûr dixe, Zorê li canê xwe dike. Hemû kesên ji min nefret dikin, Ji mirinê hez dikin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan