Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 6 - Kurmanji Încîl


Hay ji dafikan hebe!

1 Lawo, heke tu ji cîranê xwe re bûyî kefîl, Heke te destê xwe dabe xerîbekî,

2 Tu bi gotinên lêvên xwe ketî dafikê, Tu bi peyvên devê xwe hatî girtin.

3 Loma lawo, vê bike û xwe rizgar bike: Here xwe bavêje ber piyê wî, lavayî wî bike. Çimkî tu ketî destê cîranê xwe.

4 Bila xew nekeve çavê te, Qelpaxên çavên te neyên girtin.

5 Wekî xezala di destê nêçîrvan de, Wekî çivîka di destê kewgir de xwe rizgar bike.

6 Tiralo, bala xwe bide morîstankan, Li riyên wan binêre û şehreza be!

7 Ne serwerê wan heye, Ne rêber, ne jî peywirdar,

8 Lê havînê ew zadê xwe amade dikin, Di dema berhilanînê de qûtê xwe kom dikin.

9 Tiralo, ma tê heta kengê razêyî? Tê kengê ji xewê rabî?

10 Hinekî xew, hinekî xewarî, Hinekî destê xwe bide hev û bêhna xwe vede,

11 Bi vî awayî wê feqîrî wekî rêbirekî bê ser te, Xizanî jî wekî şervanekî bê ser te.

12 Mirovê beredayî û neheq, Bi devê derewîn digere.

13 Ew çavên xwe dişikêne, Bi lingên xwe dibêje, bi tiliyên xwe vedibêje.

14 Di dilê xwe yê şaş de xerabiyê çêdike, Hergav pevçûnê derdixe.

15 Loma wê jinişkave felaket bê serê wî, Şifa wî tuneye, wê yekser bişikê.

16 Şeş tiştên Xudan jê nefret dike hene, Heta heft tiştên li ber wî kirêt in hene.

17 Çavê pozbilindiyê, zimanê derewîn, Destê xwîna bêsûc dirijîne,

18 Dilê fikrên xerab derdixin, Lingên ji bo neheqiyê dilezînîn,

19 Şahidê derewîn ê ku bi nefesa xwe derewan dike Û kesê di nav birayên xwe de pevçûnê derdixe.


Hişyarkirina li dijî zinayê ya din

20 Lawo, pêk bîne emrên bavê xwe, Navêje pişt guhê xwe hînkirinên diya xwe.

21 Hergav wan li ser dilê xwe girê bide, Wan bixe stûyê xwe.

22 Gava tu di rê de herî, wê ji te re bibin rêber, Çaxê radizî, wê te biparêzin Û çaxê tu hişyar bibî, wê bi te re bipeyivin.

23 Çimkî emir ji bo te qendîl, hînkirin ronahî ye, Erzşikandinên ji bo terbiyê, riya jiyanê ye.

24 Wê ev te ji jina xerab, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa biparêzin.

25 Di dilê xwe de çav bernede bedewiya wê Û bila bi awirên wê te neke êsîrê xwe.

26 Çimkî ji ber pereyê fahîşeyekê, Mirov dibe hewceyî nên. Lê jina zinakar nêçîrvana canê mirovan e.

27 Gava mirov êgir bixe hembêza xwe Ma wê cilê wî neşewite?

28 Yan jî mirov li ser perengên êgir bimeşe, Ma wê lingên wî neşewitin?

29 Rewşa kesê diçe ba jina cîranê xwe wisa ye, Kesê dest bavêje wê, wê bêceza nemîne.

30 Gava dizê birçî ji bo têrkirina xwe bidize, Tu kes wî kêm nabîne.

31 Lê gava bê girtin, wê heft qatên wê bide, Wê hemû hebûna mala xwe bide.

32 Kesê zinayê dike kêmaqil e, Bi vê kirinê canê xwe xera dike.

33 Ew lêdan û riswatiyê dibîne, Şerm li ser wî dimîne.

34 Çimkî hesûdî hêrsa mêrê wê radike, Di roja tolstandinê de, rehma wî tuneye.

35 Ew tu berdêlê qebûl nake, Bi zêdekirina diyariyan jî razî nabe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan