Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 31 - Kurmanji Încîl


Meselokên Lemûêlê Padîşah

1 Gotinên Lemûêlê Padîşah ev in. Peyama diya wî hînî wî kiriye, ev e:

2 “Lawo! Ez çi bêjim? Ya kurê zikê min, çi bêjim? Ya kurê sozên min, çi ji te re bêjim?

3 Qeweta xwe nede jinan, Ne jî riyên xwe bide kesên padîşahan helak dikin.

4 Lemûêlo! Li padîşahan nakeve, Li padîşahan nakeve ku şerabê vexwin, Ne jî li mîr û began dikeve ku dixwazin meyê vexwin.

5 Çimkî wê vexwin û qanûnan ji bîr bikin, Wê heqê hemû bindestan bixwin.

6 Meyê bidin kesê li ber helakbûnê ye, Şerabê bidin canê bi kul û derd.

7 Bila vexwe, ji bîr bike feqîriya xwe, Bila êdî neyîne bîra xwe derdên xwe.

8 Tu devê xwe ji bo bêzaran, Ji bo doza hemû bêkesan veke.

9 Devê xwe veke! Dadgeriya bi edaletê bike, Mafê bindest û hejaran biparêze.”


Jina çê

10 Kî dikare jina çê bibîne? Qîmeta wê ji cewheran gelekî zêdetir e.

11 Dilê mêrê wê pê ewle ye, Qezenca wî kêm nabe.

12 Jina wî di hemû rojên jiyana xwe de Qenciyê lê dike, ne ku xerabiyê.

13 Ew rîs û kitan peyda dike Û bi dil û can bi destê xwe çêdike.

14 Wekî gemiyên bazirganan, Ew ji dûrî nanê xwe tîne.

15 Beriya hilatina rojê, radibe Ku nanê maliyan û para xizmetkaran peyda bike.

16 Dêhna xwe dide ser erdekî û dikire, Bi qezenca destê xwe rezekî datîne.

17 Pişta xwe dişidîne Û zend û bendan xurt dike.

18 Zane ku kirîn û firotin qenc e, Bi şev qendîla wê natefe.

19 Dest davêje teşiya xwe, Bi kefa destê xwe çerxikê digire.

20 Mil dide bindestan, Dest dirêj dike li hejaran.

21 Berf dibare lê ji bo maliyên xwe natirse, Çimkî ji bo tevahiya mala xwe du dest cil hene.

22 Ew ji bo xwe rûber çêdike, Cilên wê kitanê tenik û binevşî ne.

23 Mêrê wê li dergehên bajêr tê naskirin Û li wir bi rîspiyên welêt re rûdine.

24 Ew cilên kitên çêdike û difiroşe, Piştênkan dide bazirganan.

25 Hêz û qedir cilên wê ne, Bi xêr û xweşî li sibê dinêre.

26 Ew devê xwe bi şehrezayî vedike, Zimanê wê hînî dilovaniyê dike.

27 Hay ji mala xwe heye, Nanê tiraliyê naxwe.

28 Zarokên wê radibin û xweziya xwe pê tînin, Mêrê wê jî pesnê wê dide û dibêje:

29 “Gelek jin hene karên baş dikin, Lê tu di ser hemûyan re yî.”

30 Delalî derew e, bedewî pûç e, Lê jina ji Xudan ditirse hêjayî pesnê ye.

31 Ji keda destê wê bidinê, Bila karên wê, li dergehên bajêr pesnê wê bidin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan