Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 30 - Kurmanji Încîl


Meselokên Agûr

1 Gotinên Agûrê kurê Yaqe, peyamek e. Gotinên vî mirovî ev in: “Ez westiyam Xwedêyo, Ez westiyam Xwedêyo û tune bûm!”

2 Bi rastî, ez ji her kesî sexiktir im, Fêmdariya mirovan li ba min tuneye!

3 Ne hînê şehrezayiyê bûm, Ne jî ez bi Yê Pîroz dizanim.

4 Kî çû ezmanan û dîsa berjêr hat? Kê bayê di kulma xwe de civand? Kê av bi xiftanekî pêça? Kê tevahiya binê dinyayê danî? Navê wî çi ye? Navê kurê wî çi ye? Gelo tu zanî?

5 Her gotina Xwedê pak e û hatiye ceribandin, Ew ji bo kesên xwe dispêrin wî mertal e.

6 Tu tiştekî li gotina wî zêde neke, Yan na wê erzê te bişikêne û tê derewkar derkevî.

7 Min du tişt ji te xwestin, Heta mirinê tu wan ji min texsîr neke:

8 Hîlekarî û derewan ji min dûr bixe, Ne feqîriyê, ne jî dewlemendiyê bide min, Tenê nanê ku para min e, bi min bide xwarin.

9 Neke ku ez têr bim, te înkar bikim û bêjim: “Xudan kî ye?” Ne jî bike ku ez feqîr bim, bidizim Û navê Xwedayê xwe xerab bikim.

10 Buxtana xulêm ji xweyê wî re neke Ku ew nifira li te neke û tu sûcdar nebî.

11 Nifş hene nifira li bavê xwe tînin Û pîrozkirina diya xwe nakin.

12 Nifş hene di çavê xwe de paqij in, Lê ji qirêjiya xwe nehatine şûştin.

13 Nifş hene çavê wan ewqas li jor e Ku qelpaxên wan jî bi quretiyê bilind dibin.

14 Nifş hene diranên wan wekî şûran in, Erçena wan wekî kêrê ye Ku bindestên welêt û hejarên însanan daqurtînin.

15 Du keçên zîlo hene, Ew dibêjin: “Bide, bide!” Sê tişt hene qet têr nabin, Çar tiştên ku qet nabêjin: “Bes e” hene:

16 Diyarê miriyan, zikê jina kordunde, Axa ku bi avê têr nabe û agirê nabêje: “Bes e.”

17 Çavê kesê tinazan bi bavê xwe dike Û guhdariya dayika xwe kêm dibîne, Wê ji aliyê qijakên geliyan ve bê derxistin, Wê çêlîkên teyran wî bixwin.

18 Sê tişt hene hişê min ranagire, Çar tişt hene ez ji wan fêm nakim:

19 Li ezmanan riya teyran, Di nav keviran de riya maran, Di nav deryayê de riya gemiyan Û riya mêran a bi keçikan.

20 Riya jina zinakar jî wiha ye: Ew dixwe, devê xwe paqij dike Û dibêje: “Min tu xerabî nekiriye.”

21 Sê tişt hene erd di bin wan de diheje, Çar tişt hene xwe li ber wan ranagire:

22 Koleyê dibe padîşah, ehmeqê têrbûyî,

23 Mêrkirina jina tê nefretkirin Û xizmetkara dikeve cihê xanima xwe.

24 Çar tişt hene li dinyayê biçûk in, Lê ew gelek şehreza ne:

25 Morîstank komeke ne hêzdar e, Lê qûtê xwe havînê kom dike,

26 Kurîbeşk komeke bêhêz e, Lê qulên xwe di zinaran de çêdike,

27 Padîşahê kuliyan tuneye, Lê hemû ref bi ref bi hev re diçin

28 Û marmarok jî bi destan têne girtin, Lê dikevin qesra padîşahan.

29 Sê tişt hene rêveçûna wan baş in, Çar tişt hene çûna wan baş in:

30 Şêrê ku herî hêzdar ê heywanan e Û xwe ji pêş tiştekî nade alî,

31 Tajî, nêrî û padîşahê artêşa wî pê re ye.

32 “Heke te bi xwebilindkirinê bêaqilî kiribe An jî te şêwra xerabiyê kiribe, Destê xwe bide ber devê xwe!

33 Çimkî çawa bi şidandina şîr nivişk çêdibe Û bi şidandina poz xwîn derdikeve, Bi şidandina hêrsê jî pevçûn derdikeve.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan