Methelokên 3 - Kurmanji ÎncîlRiya şehrezayiyê 1 Lawo, hînkirina min ji bîr neke, Emrên min di dilê xwe de ragire. 2 Çimkî wê ev roj û salên emrê te dirêj bikin Û silametiya te zêde bikin. 3 Nehêle ku dilsozî û dilovanî te berdin, Wan bixe stûyê xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse. 4 Wî çaxî tê li ber çavê Xwedê û mirovan, Navdar û keremdar bî. 5 Bi hemû dilê xwe ewle be bi Xudan, Xwe nespêre fêmdariya xwe. 6 Di hemû riyên te de bila ew di bîra te de be Ku rêçikên te rast bike. 7 Xwe di çavê xwe de şehreza nebîne. Ji Xudan bitirse, ji xerabiyê xwe bide alî. 8 Wê ji bo bedena te bibe şifa, Ji bo hestiyên te bibe tezekirin. 9 Bi mal û milkê xwe û bi hemû berê xwe yê pêşî, Qedrê Xudan bigire. 10 Loma wê embarên te bi zêdebarî tije bibin Û ji mehserên te şeraba nû birijin. 11 Lawo, terbiyekirina Xudan red neke, Ji erzşikandina wî aciz nebe. 12 Çimkî çawa ku bavek, Erzê kurê xwe yê jê razî ye, dişikêne, Xudan jî erzê kesê jê hez dike dişikêne. 13 Xwezî bi wî mirovê ku şehrezayî dîtiye Û fêmdariyê bidest bixe. 14 Çimkî qezenca wê ji zîv zêdetir e, Kara wê ji zêrê xas çêtir e. 15 Ew ji cewheran hêjatir e, Hemû tiştên tu dixwazî, wekî wî nabin. 16 Di destê wê yê rastê de emrê dirêj, Di destê wê yê çepê de rûmet û dewlemendî hene. 17 Riyên wê riyên keremê ne, Hemû rêçikên wê yên aştiyê ne. 18 Ji bo kesên wê bistînin, ew dara jiyanê ye, Kesên wê digirin bextewar in. 19 Xudan bi şehrezayiyê bingeha dinyayê danî, Bi fêmdariyê ezman bi hev ve kirin. 20 Bi zanabûna wî kûrahiyên deryayan ji hev veqetiyan Û ji ewran xunav dibare. 21 Lawo, bila ev ji ber çavê te nerevin, Tu şîret û feraset bernede. 22 Wê ji bo canê te bibin jiyan Û ji bo stûyê te bibin xemil. 23 Wî çaxî tê bi ewlehî bidî ser riya xwe, Wê lingê te neterpile. 24 Tê bêtirs û saw razêyî, Tê xwe vezelînî û wê xew şîrîn be. 25 Ji sawa bêwext Û felaketa tê serê xeraban netirse. 26 Çimkî ewlebûna te bi Xudan e, Wê nehêle ku lingê te bikeve dafikê. 27 Heta ji destê te tê, Qenciyê ji kesê heq dike re texsîr neke. 28 Heke bi te re hebe, Ji cîranê xwe re nebêje: “Îro here, sibê were!” 29 Li dijî cîranê xwe xerabiyê nefikire, Ew bi ewlehî li ba te rûdine. 30 Heke xerabiyê bi te nekiribe, Bêsedem bi tu kesî re pev neçe. 31 Hesûdiya mirovê zordar neke, Tu riyên wî hilnebijêre. 32 Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e, Lê Xudan bi dilrastan dişêwire. 33 Naleta Xudan li ser mala xeraban e, Lê warê rastan pîroz û bereket dike. 34 Ew tinazên xwe bi tinazkaran dike, Lê ji nefsbiçûkan re keremdar e. 35 Wê şehreza rûmetê mîras bistînin, Lê bêaqil wê herdem şermezar bibin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey