Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 29 - Kurmanji Încîl

1 Mirovê gelek caran tê erzşikandin Û dîsa serhişkiyê dike, Wê jinişkave bişikê û şifayê nebîne.

2 Gava rast zêde bin, gel şa dibe, Lê gava xerab dibin serwer, gel dike axîn.

3 Kesê ji şehrezayiyê hez bike, bavê xwe şa dike, Lê kesê li pey fahîşeyan e, hebûna xwe tune dike.

4 Padîşah bi edaletê welêt xurt dike, Lê mirovê bertîlan, welêt hildiweşîne.

5 Mirovê şelafiya cîranê xwe dike, Torê davêje ber lingên wî.

6 Di neheqiya xeraban de dafik heye, Lê kesên rast stranan dibêjin û şa dibin.

7 Rast heqê belengazan dizane, Lê xerab vê yekê fêm nake.

8 Tinazkar bajêr tevlihev dikin, Lê şehreza hêrsê kêm dikin.

9 Gava doza şehreza bi ehmeq re hebe, Hêrs dibe û tinaz dike, rihetî nade.

10 Kesên destbixwîn ji kamilan nefret dikin, Lê dilrast canê wan diparêzin.

11 Bêaqil hemû hêrsa xwe dide der, Lê şehreza hêrsa xwe aş dike.

12 Heke serwer guhdariya derewan bike, Wê hemû xizmetkarên wî xerab bin.

13 Zordar û feqîr rastî hev tên, Yê ku ronî dide çavê herduyan, Xudan e.

14 Padîşahê ku belengazan bi edaletê rêve dibe, Textê wî herdem xurt dimîne.

15 Ço û erzşikandin şehrezayiyê tînin, Lê zarokê bi serê xwe tê hiştin, diya xwe dide şermê.

16 Gava xerab zêde bin, neheqî jî zêde dibe, Lê wê rast ketina wan bibînin.

17 Kurê xwe terbiye bike, Wê rihetiyê bide te Û zewqê bide canê te.

18 Gava gotina pêxemberiyê tunebe, gel bêserûber dibe, Lê xwezî bi wî ku şerîetê pêk tîne.

19 Xulam tenê bi gotinan nayê terbiyekirin, Çimkî fêm bike jî guh nadê.

20 Kesekî di gotina xwe de dilezîne nas dikî? Hêviya bêaqilan jî, ji hêviya wî zêdetir e.

21 Kesê ji xortaniyê ve rû bide xulamê xwe, Di dawiyê de wê xerabiyê bibîne.

22 Mirovê hêrs pevçûnê dertîne Û serhildana kesê hêrsok kêm nabe.

23 Pozbilindiya mirov wî nizim dike, Lê nefsbiçûkî rûmetê tîne.

24 Kesê para wî bi dizan re heye, dijminê canê xwe ye, Sond bixwe jî gotina xwe nabêje.

25 Tirsa mirovan dafik e, Lê kesê bi Xudan ewle ye, di ewlehiyê de ye.

26 Kesên dixwazin bikevin çavê serwer gelek in, Lê edaleta mirovan ji Xudan e.

27 Neheq ji rastan re kirêt in, Kesên riya rast, ji xeraban re kirêt in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan