Methelokên 26 - Kurmanji Încîl1 Çawa ku berf li havînê û baran li palehiyê nakeve, Wisa jî rûmet li kesê bêaqil nakeve. 2 Çawa ku çivîk divirvire û hechecik difire, Wisa jî nifira neheq pêk nayê. 3 Qemçî ji bo hespan, Hefsar ji bo keran Û ço ji bo pişta bêaqilan e. 4 Tu li gorî bêaqiliya ehmeqan bersiv nede wan, Nexwe tê bibî wekî wan. 5 Tu li gorî ehmeqiya wî bersivê bide kesê bêaqil, Ya na, wê xwe di çavê xwe de şehreza bibîne. 6 Xeberşandina bi destê kesê bêaqil, Wekî jêkirina lingan û vexwarina zordariyê ye. 7 Meseloka devê bêaqilan, Wekî lingên kulekan e. 8 Kesê kevir bi berkaniyê ve girê dide çawa be, Qedirdayîna bêaqilan jî wisa ye. 9 Meseloka devê bêaqilan, Wekî çiqlê bidirî yê destê serxweşan e. 10 Tîravêjên her kesî birîndar dike çawa be, Kirêkarê bêaqilan û serxweşên li ser riyan jî wisa ne. 11 Bêaqilê ehmeqiya xwe dubare dike, Wekî kûçikê vedigere ser vereşîna xwe ye. 12 Tu kesekî xwe di çavê xwe de şehreza dibîne, nas dikî? Hêviya bêaqilan jî, ji hêviya wî zêdetir e. 13 Tiral dibêje: “Li ser rê şêr heye! Li derve şêr digere!” 14 Çawa ku derî li ser zirzeyan dizivire, Tiralê li ser nivînan jî wisa ye. 15 Tiral destê xwe dirêjî tasê dike, Lê xîret nake bibe devê xwe. 16 Tiral di çavê xwe de, Xwe ji heft kesên bersiva rast dide serwextir dibîne. 17 Kesê dikeve şer û pevçûna hinekî din, Dest davêje guhên seyekî. 18 Dînê ku tîrên kujer ê ji êgir davêje 19 Û kesê cîranê xwe dixapîne, Paşê dibêje: “Min henek kir” jî wisa ye. 20 Gava êzing diqede, agir jî ditefe, Li dera fitnekar lê tuneye, pevçûn jî namîne. 21 Ji bo terafê komir, ji bo êgir êzing çi be, Ji bo geşkirina pevçûnê, kesê şerûd jî wisa ye. 22 Gotinên fitnekaran wekî pariyê şîrîn e, Heta dil û hinavan diçe. 23 Lêvên nerm û dilê xerab, Wekî qasikê ye ku bi zîv hatiye kiraskirin. 24 Kesê nefret dike, bi gotinên lêvên xwe niyetê vedişêre, Lê dilê wî tije hîle ye. 25 Ji gotinên wî yên xweş bawer neke, Çimkî di dilê wî de heft tiştên kirêt hene. 26 Nefreta wî bi hîlekariyê bê nixamtin jî, Li civatê xerabiya wî eşkere dibe. 27 Kesê çalê dikole bi xwe dikevê Û kevir dizivire ser kesê ew gindirandiye. 28 Zimanê derewkar ji wan mirovan nefret dike ku wan diperçiqîne, Devê hîlekar jî hildiweşîne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey