Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 25 - Kurmanji Încîl


Meselokên din ên Silêmanê Pêxember

1 Ev jî meselokên Silêman in. Zilamên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê ev dan hev û nivîsandin.

2 Veşartina tiştekî rûmeta Xwedê ye, Lê rûmeta padîşahan lêkolîna tiştan e.

3 Wekî bilindahiya ezmên û wekî kûrahiya erdê, Wisa jî dilê padîşahan nayê zanîn.

4 Ji zîv tortê biqetîne, Ji zîvker re taximek derdikeve.

5 Tu kesê xerab ji hizûra padîşah dûr bixe, Wê textê wî bi rastiyê qewîn be.

6 Li hizûra padîşah xwe nede pêş, Di nav giregiran de nesekine.

7 Çêtir e ji te re bêje: “Keremke, were jor!” Ji nizimkirina te li ber mîrekî Ku çavê te dibîne.

8 Bi lez serî li dîwanê nede, Dibe ku di dawiyê de, cîranê te, te bide şermê Wî çaxî tê çi bikî?

9 Doza xwe bi cîranê xwe re bipeyive, Lê sirên kesekî din veneke.

10 Nexwe wê kesê bibihîze te şermezar bike Û wê ev şermezarî li ser te bimîne.

11 Gotina di cih de hatiye gotin, Wekî sêvên zêrîn ên di nav zîvê qewirandî de ye.

12 Erzşikandina şehrezayan, ji bo guhdaran, Guharê zêrîn û xemla ji zêrê xas e.

13 Qasidê dilsoz ji bo kesê ew şandiye, Wekî hênikahiya berfê ya dema palehiyê ye. Ew canê xweyê xwe teze dike.

14 Kesê bi diyariya nedayî pesnê xwe dide, Ba û ewrên bêbaran e.

15 Hikûmdar bi sebrê tê qanekirin Û zimanê nerm hestî dişikêne.

16 Te hingiv dît, zêde nexwe, Tu zêde bixwî, tê vereşî.

17 Zêde neçe mala cîranê xwe, Nexwe wê ji te têr bibe û nefretê bike.

18 Kesê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn dike, Gurz, şûr û tîrê tûj e.

19 Di roja teng de ewlebûna bi kesê bêbext, Diranê xerab û lingê kulek e.

20 Ji dilekî biderd re strangotin, Di roja sar de derxistina xiftên Û sirkeya li ser sodayê ye.

21 Heke dijminê te birçî be, xwarinê bidê, Heke tî be, avê bidê.

22 Çimkî bi vê yekê, Tê perengên êgir li ser serê wî kom bikî Û wê Xudan te xelat bike.

23 Çawa ku bayê bakur baranê tîne, Zimanê buxtanker jî rûyan dijwar dike.

24 Li kujê banê xanî rûniştin, Ji rûniştina malê ya bi jina şerûd re çêtir e.

25 Mizgîniya xêrê ya ji welatekî dûr tê, Ji bo canê tî ava hênik e.

26 Kesê rast li ber xeraban dikule, Kaniya şîlo û bîra xerabûyî ye.

27 Çawa ku xwarina hingivê zêde ne baş e, Herdem ketina pey nav û dengê xwe jî ne baş e.

28 Kesê bi nefsa xwe nikare, Bajarekî hilweşiyayî û bêsûr e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan