Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 24 - Kurmanji Încîl


(19)

1 Hesûdiya mirovên xerab neke, Nexwaze ku tu bi wan re bî.

2 Çimkî dilê wan li ser zordariyê difikire Û devê wan behsa belayan dike.


(20)

3 Bi şehrezayiyê mal tê avakirin, Bi fêmdariyê tê xurtkirin.

4 Bi zanabûnê odeyên wan, Bi her cure tiştên xweş û hêja tije dibin.


(21)

5 Şehreza hêzdar dibe, Zana qewetê zêde dike.

6 Çimkî tu bi rêberiyê şerê xwe dikî Û bi zêdebûna şêwirmendan serfiraz dibî.


(22)

7 Şehrezayî ji bo ehmeqan gelekî bilind e, Ew li ber dergehê bajêr devê xwe venakin.


(23)

8 Ji mirovê xerabiyê dişêwire re, Mirovê hîlekar tê gotin.

9 Niyeta ehmeqîkirinê guneh e, Tinazkar ji mirovan re kirêt e.


(24)

10 Heke tu di roja teng de sist bî, Hêza te jî tengezar e.


(25)

11 Kesên li ber kuştinê rizgar bike, Kesên bi kulekî dibin serjêkirinê bigire û nehêle.

12 Heke tu bêjî: “Lê min ev nizanibû” Ma Yê ku dilan datîne ser mêzînê fêm nake? Ma Yê ku canê te diparêze nizane? Ma wê bergîdana kirinên hemû mirovan nede?


(26)

13 Lawo, hingiv bixwe, çimkî qenc e, Hingivê safî ji devê te re şîrîn e.

14 Bizane ku şehrezayî jî, ji bo canê te wisa ye, Heke tu wê bibînî, wê dawiya te baş be Û wê hêviya te vala dernekeve.


(27)

15 Ya zilamê xerab, li dijî mala kesê rast kemînê daneyîne, Warê wî xera neke.

16 Çimkî rast heft caran bikevin jî, dîsa radibin, Lê di felaketê de kesên xerab wêran dibin.


(28)

17 Bi ketina dijminê xwe şa nebe Û bi terpilîna wî, bila dilê te kêfxweş nebe.

18 Nexwe wê Xudan vê yekê bibîne, Wê razî nebe Û hêrsa xwe ji ser wî rake.


(29)

19 Ji ber xeraban, xeman nexwe, Hesûdiya mirovên xerab neke.

20 Çimkî pêşeroja xeraban tuneye Û qendîla xeraban ditefe.


(30)

21 Lawo, ji Xudan û padîşah bitirse Û nebe alîgirê serhildêran.

22 Çimkî felaketa wan jinişkave tê, Gelo kî dizane wê ji herduyan çi were serê wan.


Gotinên din ên şehrezayan

23 Ev jî gotinên şehrezayan in: Di dîwanê de ferq û meylî ne baş e.

24 Kesê ji kesê xerab re dibêje: “Tu rast î” Wê gel naletê lê bibarîne, netewe nefretê jê bike.

25 Xwezî bi wan ku erzê xeraban dişikênin, Bereketa qenc bi ser wan de tê.

26 Kesê bersiva dirust dide, Çawa ku lêvan ramûse.

27 Tu li derve pergalê bide karê xwe, Zeviya xwe amade bike. Paşê mala xwe ava bike.

28 Bêsedem li dijî cîranê xwe şahidiyê neke, Bi lêvên xwe nexapîne.

29 Nebêje: “Ya wî li min kir, ezê jî lê bikim, Li gorî kirina wî lê vegerînim.”

30 Ez di nav zeviya kesê tiral, Di nav rezê mirovê kêmaqil re derbas bûm.

31 Va ye li her derê dirî derketibûn, Giyayê gezgezkê bi ser ketibû, Dîwarê kevir hatibû hilweşandin.

32 Min dît û ez kûr fikirîm, Min nihêrî û min jê şîret girt.

33 Hinekî xew, hinekî xewarî, Hinekî destê xwe bide hev û bêhna xwe vede,

34 Wê feqîrî wekî rêbirekî bê ser te, Xizanî wekî şervanekî bê ser te.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan