Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 22 - Kurmanji Încîl

1 Navê baş ji dewlemendiya mezin qenctir e, Kerem ji zêr û zîv çêtir e.

2 Feqîr û dewlemend rastî hev tên, Afirînerê herduyan jî Xudan e.

3 Aqilmend gava xerabiyê dibîne xwe vedişêre, Sexik xwe davêje pêş û xisarê dibîne.

4 Xelata nefsbiçûkî û tirsa Xudan, Jiyan, rûmet û dewlemendî ye.

5 Li ser riya kesê dilxerab dirî û dafik hene, Kesê canê xwe diparêze, xwe ji wan dûr dixe.

6 Di zarokatiyê de riya rast hîn bike, Gava pîr bibe ew jê averê nabe.

7 Dewlemend li ser feqîran dibe serwer Û deyndar dibe xulamê xweyê deynan.

8 Kesê neheqiyê diçîne wê xerabiyê bidirû, Şiva hêrsa wî jî wê bişikê.

9 Comerd tê bereketkirin, Çimkî ew nanê xwe dide belengazan.

10 Tu tinazkar biqewitîne wê pevçûn here, Berberî û riswatî jî namîne.

11 Kesê ji dilê pak hez dike Û kerem li ser lêva wî ye, Wê ji padîşah re bibe heval.

12 Çavê Xudan zanînê diparêze, Lê gotinên xayînan serobino dike.

13 Tiral dibêje: “Li ser kuçeyê şêr heye! Ezê li derve bêm kuştin!”

14 Devê jina çavlider çala kûr e, Kesê Xudan jê hêrs dibe dikeve wir.

15 Bêaqilî di dilê zarokan de girêdayî ye, Lê çoyê terbiyeyê wî jê dûr dixe.

16 Kesê ji bo qezencê zorê li belengazan dike Û kesê tiştan dide dewlemendan, wê esse bibe xizan.


Gotinên şehrezayan

17 Guh bide, gotinên şehrezayan bibihîze! Meyla xwe bide ser hînkirina min.

18 Çimkî xweş e tu wan li ser dilê xwe bigirî, Bila ew bi tevahî li ser lêvên te bin.

19 Min îro bi te, erê bi te ev dan zanîn Ku tu bi Xudan ewle bî.

20 Ma min ji bo te Sî gotinên şêwir û zanînê nenivîsî?

21 Ez van gotinan hînî te dikim Ku tu bizanî çi rast û ewle ne, Tê jî bersiva rast bidî kesên te dişînin.


(1)

22 Ji ber ku belengaz e, kesê belengaz neşelîne, Kesê bindest jî li dergehê bajêr neperçiqîne.

23 Çimkî wê Xudan doza wan binêre Û canê kesên ku ew şelandine bişelîne.


(2)

24 Bi hêrsokan re hevaltiyê neke, Bi kesên zû hêrs dibin re, rêve neçe.

25 Yan na tê hînî riyên wan bibî Û canê xwe bixî dafikê.


(3)

26 Tu ji wan kesan nebe Ku ji deyn re dibin kefîl Û destên hev diguvêşin.

27 Heke ji bo deynan tiştekî te tunebe, Ji bo çi wê dewşeka bin te bistînin?


(4)

28 Cihê sînorê kevin neguherîne Ku bav û kalên te danîne.


(5)

29 Te ew mirovê di karê xwe de serketî ye dîtiye? Ew kes li ber padîşahan disekine, Ne li ber beredayî û bêkêran.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan