Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Methelokên 20 - Kurmanji Încîl

1 Şerab dike tinazkar, mey dike xirecir, Her kesê ji ber wan tê xapandin, ne şehreza ye.

2 Tirs û sawa padîşah wekî himîna şêrê ciwan e, Her kesê wî hêrs bike, canê wî tune dike.

3 Reva ji pevçûnê, ji bo mirovan rûmet e, Lê her ehmeq bi gotinan xwe davêje nav şêr.

4 Zivistanê tiral cot nake, Dema hilanînê digere lê tiştek tuneye.

5 Pîlana dilê mirovan wekî ava kûr e, Lê kesê fêmdar wê dikişîne.

6 Gelek kes dilsoziya xwe îlan dikin, Lê kî dikare mirovê ewle bibîne?

7 Kesê rast di riya kamiliyê de diçe, Xwezî bi wan kuran ku li pey wî tên!

8 Padîşahê li ser textê dadbarkirinê rûdine, Her xerabiyê bi çavên xwe ji hev diqetîne.

9 Ma kî dikare bêje: “Min dilê xwe paqij kir, Ez ji gunehên xwe pak bûm?”

10 Kevirên hîlekar û pîvanên şaş, Herdu jî li ber Xudan kirêt in.

11 Zarok jî bi kirina xwe, xwe dide nasîn, Ka gelo karên wî rast û pak in.

12 Guhê bihîstinê û çavê dîtinê, Herdu jî Xudan çêkirine.

13 Ji xewê hez neke, tê feqîr bibî, Çavê xwe veke, tê ji nên têr bibî.

14 Kesê dikire dibêje: “Xerab e, xerab e!” Lê gava diçe, pesnê wî tiştî dide!

15 Gelek zêr û cewher hene, Lê lêvên zana hêjatir e.

16 Cilê kesê ji xerîb re bûye kefîl bistîne, Ji kesê ji biyanî re bûye kefîl gerew bistîne.

17 Nanê bi hîlekariyê ji mirov re şîrîn e, Lê piştre dev bi kevirokan tije dibe.

18 Pîlan bi şêwrê tên xurtkirin, Bi rêberên saxlem re here şêr.

19 Fesad siran jî venaşêre, Loma tu bi kesê devsist re nebe heval.

20 Kesê nifir li bav an diya xwe dike, Qendîla wî di nîvê taristanê de ditefe.

21 Mal û milkê pêşî bi lezgînî tê bi dest xistin, Di dawiyê de bêbereket e.

22 Nebêje: “Ezê bergîdana xerabiyê bidim.” Li benda Xudan be û wê te rizgar bike.

23 Kevirên hîlekar li ber Xudan kirêt in, Mêzîna şaş ne qenc e.

24 Gavên mirov ji aliyê Xudan ve têne avêtin, Wê mirov çawa bikaribe riya xwe fêm bike?

25 Bêyî ku bifikire, Bibêje: “Ev pîroz e” û soz bide, Ji bo mirov dafik e.

26 Padîşahê şehreza xeraban bêjing dike Û berêş di ser wan de digindirîne.

27 Ruhê mirov qendîla Xudan e, Ew bi dil û hinavên mirov dizane.

28 Dilsozî û dilovanî padîşah diparêzin, Erê, textê wî bi dilsoziyê tê xurtkirin.

29 Xweşikbûna xortan hêza wan e, Rûmeta kalan, porê spî ye.

30 Derbê ku birîndar dike, xerabiyê paqij dike, Lêxistin jî dil û hinavan pak dike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan